Diyalogên Înşakirina Jiyana Azad: Peter Lamborn Wîlson

Navenda Nûçeyan

Di nîsana 2019’an de ji alîye weşanxaneya Aramê ve pirtûkek bi navê Diyalogên Înşakirina Jiyana Azad hat çapkirin. Di pirtûkê de 17 akademîsyen, nivîskar û şoreşgerên ku li cîhanê têne nasîn hene û her wiha di pirtûkê de fikr û ramanên Abdullah Ocalan ên ku hatine nirxandin, cih digirin. Cara yekem e ku nirxandinên li ser nivîsên  Abdullah Ocalan hatine kirin, ji aliyê Înîsîyatîfa Navnetewiya  ‘Ji Ocalan re Azadî, Li Kurdistanê Aştî’ ve di nava 20 salan de hatiye amadekirin.

Peter Lamborn Wîlson jî yek ji van nivîskarê pirtûkê ye.  Wîlson di sala 1945’an de li Amerîkayê hat dinê. Mirovekî anarşîst e û fikra  heremên xweser ên demborî  diparêze.  Piştî kuştina Martîn Luther Kîng, Wîlson diçe Lûbnanê û pişt re ji bo hînbûna sufîzmê diçe Hîndistanê û ji vê de re jî derbasî  rojhilatê Kurdistanê dibe. Li Rojhilatê civaka kurd nas dike û ji bo cîvaka kurd Wîllson dibeje ‘di cîhanê de neteweya herî mezin a bê dewlet kurd in  û sempatiya min ji bo kurdan heye.’

Nivîsa wî ya bi sernavê ‘Abdullah Ocalan’ di pirtûkê de cih girtiye. Di destpeka nivîsa xwe de qala naskirina xwe ya ramanên Ocalan dike û dibêje ku ‘Tişta ku min dizanibû ji bilî min kesek li ser mîtolojiya sumeran nesekinîbû heta ku ez li rastî Ocalan hatim.’ Ji ber vê yeke jî Ocalan bala Wîlson dikişîne û li ser jiyana Ocalan dikeve nav lêkolînan.

Wîlson, Ocalan bi rêya hin nivîsên hevalên xwe yên anarşîst nas dike û xeta guherîna ramanên Ocalan dibîne. Li gorî wî Ocalan ji marksîzmê dûr dikeve û nêzî ramanên Murray Boockhîn û  tecrûbeyên Zapatîstayan dibe. Wîlson, Ocalan ji bo xwe her çiqas peyva anarşîst bi kar neanîbe jî wî wekî anarşîsteke radîkal dibîne û Ocalan wekî parêzerê konfederalîzma demokratîk dibîne. Serpêhatiya Xweserîya Demokratîk a Rojavayê jî wekî şoreşa Zapatîstayê dibîne û heta niha şoreşa Rojavayê ji bo cîhanê wek hêviyek dibîne û dibêje ‘Ger ku pêşeroja me hebe,  ji  bo pêşerojê divê piştgirî bidin Rojavayê.’  Wîlson piştgirîdayîna Rojavayê jî wekî nebe nabe şîrove dike…

Berdewama nivîsa xwe de Wîlson, qala analîzên Ocalan ên li ser wekhêviyên di neolotîkê de ku ji aliyê desthilatdarên îdeolojîk ve tê hilweşandin dike û piştî vî jî mezheb û komên binerd  wekî çandeke berxwedêr şîrove dike. Bi taybetî jî qala nêzîkatiya Ocalan ên li ser Rumî, Îbn-î Arabî, Hallac-i Mansur û kurdên elewî û êzidiyan dike û dibêje ‘Ocalan ji hêla giyanî  ve têkoşîna ku li hemberî şaristaniyê  hatiye kirin jî bêhest nemaye û di peymana civaka rojavayê Kurdistanê de her çiqas peyva îslamê derbas nebêje jî (di cîhekî de peyva xweda derbas dibe) bi  taybetî  mafên komên wekî êzidî û suryaniyan diparêze. Yanî Ocalan wekî ku li hemberî tundrawî derdikeve biqasî vî jî li hemberî fikrê marksîzmê ya ku olê wek afyona gel dibine jî disekine.’

Di dawiya nivîsa xwe de Wîlson wiha dibêje:” Ocalan di girtîgeheke Tirkiyeyê de ev 16 sal in girtî ye. Lê ev rewşa wî ji bo min pir asayî tê. Bêguman ez jî dixwazim ku azad be lê çawa bibêjim; di cîhaneke jirêderketî û şeytanî de bo min pir bi aqilî tê ku miroveke weke Îsa yan jî şehîdên anarşîzmê yan jî weke parêzvaneke hejaran, zilmê bibîne. Gelo li gorî we ger ku cihê dehayeke siyasî yê di asta cîhanê de girtîgeh nebe, wê demê ku dere?  “

 

 

Dikarî Biecibînî