‘Her kes kerr kor û lal e!’

Mem AVBA/MEXMÛR

“Em bi hest û giyan, bîr û bawerî, raman û hişmendî bi hev ve girêdayî ne. Ne bîr û bawerî, rêgez û kevneşopiyên civakekê bin, ew civak nikare xwe li ser piyan bigire û bijî. Nasnameya me ev bîr û bawerî û nirxên em pê ve girêdayî ne…”

Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûr, di sala 1998’an de li herêma Mexmûrê bi destûra hikumeta demê ya Iraqê, hikumeta herêma Kurdistanê û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hate avakirin. Penaberên wargehê yên ji ber zilm û zora dewleta tirk ji ser xaka xwe hatî mişextîkirin, di serî de li Bihêre-Şeraniş, Bêrsivê, Etrûş- Geliyê Qiyametê, Nînowa, Nehdaran û Mexmûr li gelek deveran di bin şert û mercên gelek giran ên penaberiyê de têkoşîna xwe ya jiyanê dane. Wargeha ku gelheya wê ji 12 000 kesî pêk tê, herî dawî di sala 1998’an bi destûra hêzên navborî, li herêma Mexmûrê ku dikeve sêgoşeya Hewlêr-Mûsil-Kerkûkê, destûr hat dayîn ku wargeh bê avakirin.

Bêguman di vê pêvajoya wargehên penaberiyê de şêniyên wargehê li rastî gelek zext, zor, gef, qetilkirin, ambargoyên aborî û polîtîkayên radestgirtinê li dijî gelê wargehê yê ji ber zilm û zordariyê, ango ji ber polîtîkayên dewleta tirk ên qirkirin û înkarkirinê nepejirandî û koçber bûyî, serî li rêya penaberiyê dayî, hatine pêkanîn. Mixabin hêz û serdestên ku wargeh di bin serwerî û çavdêriya wan de jî her tim xwestine wargehê radest bigirin û li gorî polîtîkayên xwe rêkûpêk bikin. Lê di pêvajoya bihurî de hatiye dîtin ku ev yek ne pêkan e û ev polîtîka encam nagirin.

Belê ev ne ambargoya destpêkê ya li dijî gelê Mexmûrê ye; sala 1995’an bi qasî 3 mehan ambargo li ser gelê wargehê hate ferzkirin. Dîsa sala 1997’an li Nînowayê, li Nehdarê gelek caran li ser wargehê ambargoyên aborî û erzaq hatin danîn. Di encama van ambargoyên PDK’ê de gelek zarok û pitik ji birçî û tunebûnê jiyana xwe ji dest dan. Heta çekdarên PDK’ê êrîşên çekdarî pêk anîn di encama van êrîşan de bi dehan kesan jiyana xwe dest da.

Li gel hemû zext û zorê, li gelê wargehê kariye li dijî van polîtîkayan li ber xwe bide, têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerî, mêtîngerî û zilmê bidomîne û debara xwe bike. Gelê wargehê yê bi rûmet û xîret ligel astengî, cihêkariya neyînî û polîtîkayên birçîhiştin û “bi birçîbûnê radestgirtin”ê dest ji rûmet û nirxên xwe, ji azadî û xweseriya xwe berneda û ev polîtîka red kirine. Lewre tim û tim bi êrîşan re rû bi rû maye. Car bi rêgirî û astengiyan ku gelê wargehê nekare debara xwe bike lewre ji aliyê aborî de têk biçe; car ji hêla polîtîkayên biyanîkirin û cihêkariyê hikumeta başûrê Kurdistanê, nexasim jî rayedarên PDK’ê xwestin şêniyên wargehê di dorpêçê de bihêle ku nekare li dijî şert û mercên penaberiya dijwar li ber xwe bide. Bi vî awayî ji armancên xwe yên bûyî sedema penaberî ku gelê wargehê weke sedema man û nemana xwe dibîne, ji holê rake. Lê belê gelê wargehê ev polîtîka û lîstîk, bi pêşbîniyeke mezin vala derxistin û radest nebû.

Gelê wargehê ne tenê bi êrîşên hikumeta başûrê Kurdistanê re rû bi rû ma, di serî de DAIŞ, paşê jî hêzên din ên li herêmê serwer bûyî, bi heman armancê xwestin wargehê li gorî xwe teşe bikin. Lê ti hêz jî negihan armanca xwe. Dema DAIŞ’ê, yek ji bajarê herî mezin ê Iraqê Mûsil dagir kir û berê xwe da Mexmûrê û heta ber deriyê Hewlêrê hat; yê ku pêşî li DAIŞ’ê girtî şer kirî, bi giyana neteweyî nirxên niştimanî parastî û nehiştî DAIŞ bikeve Hewlêrê, dîsa gelê Mexmûrê yê berxwedêr bû. Lewre DAIŞ a bûyî bela serê cîhanê şikestina xwe ya destpêkê, li Mexmûrê jiya. Lewre serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesût Barzanî hat wargehê, gelê wargehê, hêzên xweparastina wargehê, sekna wan a bi rûmet pîroz kir û spasiyên xwe ragihandin.

Lê belê ligel vê sekna bi rûmet a wargehê bi zext û zor û gefên dewleta tirk re nêzîkatiya PDK’ê jî li dijî şêniyên wargehê guherî û gihaşt asta zext û pêkûtiyên nelirê. Di encama van polîtîka û berjewendiyên takekesî de ku xizmeta yekitiya neteweyî nakin de, dewleta tirk bi destûra PDK’ê û hêzên serdest heta niha sê caran bi balafirên şer êrîş aniye ser wargehê û heta niha 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest daye, gelek kes birîndar bûne û gelek zirar û ziyan gihaye mal û milkê şêniyên Mexmûrê. Ev êrîşên dewleta tirk, li ber çavên PDK’ê, NY’ê pêk hatine lê dewletên cîhanê bêdeng mane û danekirinek li ser Tirkiyeyê pêk neanîne.

17’ê Tîrmeha 2019’an ciwanên kurd li Hewlêrê sîxurekî payebilind ê MÎT a tirk kuşt. Ligel ku dûr-nêz tu eleqeya vê bûyerê bi wargehê re nîn bû, bi zanebûn wargeh hedef hat nîşandan û bû sedema êrîşên balafirên şer ên tirk. Rojek piştî kuştina sîxurê tirk, li ser wargehê dorpêç û ambargoyeke ku ne hiqûq, ne qanûn û ne jî tu rêgezan de heyî li ser wargehê hat sepandin û hê jî didome.

Me xwest em der barê ambargoyê de hem çavderiyên xwe parve bikin û hem jî têkildarî mijarê nêrînên gelê vê derê ragihînin. Di hevdîtina me ya bi berdevkê dîplomasiya wargehê Bêwar Unver û hevseroka Meclisa Gel a wargehê Filîz Bûdak de ragihandin ku heta niha gelek caran bi rêyên fermî serî li meqamên fermî dane ku bi wan re rûnin, hevdîtinan bikin û sedema vê dorpêç û ambargoyê fêr bibin. Lê belê heta niha ti bersivek ji şêniyên wargehê re nehatiye dayîn ka ev dorpêç û ambargo ji bo çi ye, çima tê domandin.

Ji ber vê mexdûriyetê hem ji hêla aborî ve, hem ji hêla tendirûstî ve, hem jî ji hêla mirovî ve gelek tengasî û zor û zehmetiyan rû daye û bûye sedema texrîbatên giran. Mînak li gorî agahiyên me ji saziya tendirûstiyê ya wargehê girtî, heta niha du dayikên ducanî ji bo ku rê li ber wan hat girtin ku biçin li Hewlêrê li nexweşxanê, zarokên wan li ber wan çûye û mirine; dayikekê li ber seytera asayîşa PDK’ê zaroka xwe aniye dinê. Gelek nexweşên gurcik, şekir, dil, diyalîz, tansiyon hwd ku divê rojane di bin çavdêriya bijîşk de bin û bikevin makîneyên diyalîz hwd, nekarîne muayene bibin. Lewre nexweşiyên wan li wan giran bûn e û gihaştine asteke jêveneger. Bi sedan karkerên wargehê ji kar hatine avêtin û nikarin biçin karê xwe û bên. Li wargehê pirsgirêka dermanên nexweşxaneyê, amûrên paqijiyê û pêwîstiyên zarûrî yên zarok û civakê kêm bûne. Nexweş nikarin biçin li Hewlêrê tedawiya xwe bibînin. Ango mirov dikare bêje ku trajediyeke mirovî ya bêdeng tê jiyîn.

Hewşaredara wargehê Leyla Arzû Îlhan, pêkanîna vê ambargoyê ku demeke wiha herî zêde pêwîstiya kurdan bi yekitiya neteweyî heyî, wiha tîne ziman; “Bêguman ambargoya li ser wargehê heyî, li ser rewşa giştî ya înkar û îmhakirina gelê kurd qut û serbixwe nîne. Di vê mijarê de dewleta tirk a dagirker bi serkêşiya Tayyîp Erdogan, dixwaze hêzeke bi afirandina kesayetiyeke noker, hevkar ku bi destê wan têkoşîna kurdê azad têk bibe, nirxên kurd û Kurdistanê ji holê rake û bixe metirsiyê, biafirîne. Lewre hemû destkeftî û hebûna kurdê azad bûne hedefa êrîşan.”

Îlhan, ji bo pirsa me ya ‘niha pêwîstiyên lezgîn ên wargehê çi ne?’ jî wiha dibersivîne: “Ev du  meh in çûn û hatina li wargehê hatiye astengkirin. Lewre pêwîstiya wargehê bi dermanên nexweşxanê, bi amûrên paqijiyê û erzaq heye. Pêwîstî bi tedawîkirina nexweşan û pêwîstiyên jiyanî heye. Dîsa bi lezgînî têkûzkirina ewlehiya wargehê heye. Lewre hê jî metirsiyeke micid a ewlehiyê li ser wargehê heye.”

Ev dorpêç û ambargoya mirovî, aborî û ewlehî ya li ser wargehê kete roja xwe ya 60’î. Her wiha çalakiya Dayikên Aştiyê ku li dijî vê ambargoyê li ber asayîşa PDK’ê dayî destpêkirin jî kete roja 15’an û dema me bi riya telefonê xwe gihand dayikan, armanca çalakiya wan pirsî, dayikan bi hevdengî bersiva, “Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin û çalakiya xwe bidomînin” û biryardariya xwe ya ji bo şakandina ambargo û tecrîdkirina wargehê bilêv kirin.

Baş e gelo bi rastî jî Mexmûr xwedî pêkhate û sazûmaniyeke çawa ye, şêniyên wê ev du  meh in debara xwe çawa didomînin, pêwîstiyên xwe yên jiyanî çawa pêk tînin, peyda dikin. Dema mirov li nav wargehê digere, hinek lêkolîn dike, gel û berdevkê saziyan guhdar dike, rastiya wargehê bêtir tê fêmkirin. Wargeh, xwedî fereset û hişmendiya civaka xwezayî-komunal e. Lewre civaksaziya xwe jî li gorî wê honandiye. Ji semtan bigere heta taxan, heta kolan weke tevnekê bi hev re di nav têkilî û danûstandinê ne. Ji perwerdê bigire heta dadweriya civakî, ji xweparastinê bigire heta xwerêveberiyê, şaredarî, meclis, komun û komîteyên karê civakî, ji mijara aboriyê bigire heta mijarên malbatî, mijarên jin û ciwanan, hema bêje ji hemû aliyan ve xwe rêxistin kiriye û pergala xwe rêkûpêk kiriye. Mînaka herî balkêş a li wargehê ketî ber çavê me nexweşxaneya wargehê bû. Ligel ku derfetên wê kêm in, teknîk û ekîpmana wê nebes e jî, şêniyên Mexmûra Jêrîn piranî naçin nexweşxaneyên bajêr, tên nexweşxaneya wargehê. Dema mirov diçe nexweşxaneyê hema bêje piraniya nexweşan welatiyên ereb in hatine nexweşxaneyê. Dema mirov ji wan dipirse ka çima naçin nexweşxaneyên ewqas xwedî derfetên mezin, bersiva, “Li vir weke mirovan li me dinêrin ji bo wê. Ango ji ber nêzîkatî û pêwendiya xweş em tên” didin. Dema em ji rêveberiya nexweşxanê dipirsin, dibêjin, “Ne tenê ji Mexmûra Jêrîn, ji Hewlêrê, ji Silêmaniyê ji bajarên din mirovên ku naçin nexweşxaneyên bajêr tên nexweşxaneya wargehê hene.”

Dema em li nav wargehê geriyan û me ji gel û saziyan pirsî ka ji vê pirsgirêkê re çawa çaresiyê dibînin, pêdiviyên xwe peyda dikin? Li wargehê tişta destpêkê dikeve berçav û tê ferqkirin, hest û giyana komunal-kolektîf a gelê wargehê ye. Bêyî ku cêwazî bixin nav, her kes bi dilsozî bi hev re di nav têkîlî û danûstandina madî-manewî de ye. Şêniyên wargehê wiha bersiva sedema vê didin: “Me gelek rojên zor û zehmet, xweş-nexweş bi hev re jiyan kirin. Em bi gelek êrîşên neyar û nemerdan re rû bi rû man. Lewre civaka Mexmûrê bûye weke malbatekê. Em bi hest û giyan, bîr û bawerî, raman û hişmendî bi hev re girêdayî ne. Ev esasên ku civakekê dike civak in. Ne bîr û bawerî, rêgez û kevneşopiyên civakekê bin, ew civak nikare xwe li ser piyan bigire û bijî. Nasnameya me ev bîr û bawerî û nirxên em pê ve girêdayî ne…” Bi kurtasî civaka Mexmûrê, civakeke rêxistinkirî ye.

Niştecihên Mexmûrê, piraniya xwe ji civaka Botanê pêk tê. Civaka Botanê bi girêdan û dilsoziya xwe ya xweza, erd, sewalkarî û gundewariyê tê nasîn. Li vê derê jî ev çanda xwe domandiye û didomîne. Lewre niha gelê Mexmûrê, giranî debara xwe bi vê xislet û afirîneriya xwe dike. Li wargehê gel, bi feraseta civaka xwezayî ji xwe re kooperatîf û komun ava kirine. Bi van kooperatîf û komunan hêza xwe ya fîzîkî, madî û hişmendî tînin li ba hev, derfetan diafirînin û debara xwe dikin.

Dîsa li Mexmûrê yek ji çavkaniya sereke ya debarê, sewalkarî ye. Di gundewariyê de sewalkarî bivênevê. Piraniya şêniyên wargehê, hema bêje her malek xwedî çend pez e. Bi xwedîkirina pez, gel pêwîstiya xwe ya şîr, mast, penîr, dohn, goşt, hirî hwd peyda dike û mihtacî derve nabe. Heta carnan berhemên zêde ku ji adanên pez bi dest xistî, difiroşe derve jî.

Yek ji çavkaniya debara wargehê dîsa bi afirîneriya gelê wargehê, rez, bax û zeviyên hatî çêkirin û tên çandin in. Mînak li vê çola ku giha jî lê şîn nabe, gelê wargehê yê bi xîret, bi avakirina rez, baxçe û hindik be jî zeviyan, li vê çola ji germahiyê dişewite, ji dûr ve weke dehleke şîn û geş dixuyê. Ligel ku navçeya Mexmûrê, ango Mexmûra Jêrîn navçeyeke kevin e û derfetên xwe jî gelek in, wargeh li ber Mexmûra Jêrîn weke baxçeyekî şîn û geş dixuyê.

Gel, li rez û bexçeyan, di serî de tirî, zeytûn, hinar, hejîr hwd gelek darên fêkiyan çandine û heta astekê debara xwe bi wan dikin. Dîsa cureyên sewze û zêrzewatan tên çandin. Berhemên zêde yên weke tirî, ji derve re tên firotin. Bi gotineke din gelê wargehê, ji bê derfetiyê ji xwe re derfet diafîne û têkoşîna xwe ya jiyanê didomîne.

Her wiha yek ji çavkaniya debarê ya gelê Mexmûrê jî karkerî ye. Ango welatiyên wargehê yên dikarin di însaet an jî cur bi cur kargehan de bixebite, di serî de li Hewlêr, li gelek bajarên başûrê Kurdistanê dixebitin û debara xwe dikin. Lê mixabin bi ambargoya li ser wargehê re karkerên ku rojane diçûn û dixebitin, nekarin ji wargehê derkevin û ji karê xwe bûn. Dîsa karkerên ji wargehê, yên li bajarên Kurdistanê dixebitin ji kar hatin derxistin û dûrxistin. Ji vî aliyî ve mexdûriyeteke zêde rû daye.

Bi vê dorpêçê pirsgirêkeke dîtir a wargehê ku rû dayî ava vexwarinê ye. Dema me şaredariyê pirsî ka pirsgirêka ava vexwarinê heye yan na, hevşaredar Îlhan got, “Li wargehê çavkaniyên ava vexwarinê nîn in û bîrên hatî kolandin jî ava kukurtê ji wan derdikeve, ango nayê vexwarin. Avdera ava vexwarinê ya wargehê nêzî 10-15 km dûrî wargehê ye. Divê rojane venêrîna wê bê kirin. Lê belê ligel ku me weke şaredarî çend caran serî li cihên pêwendîdar daye, destûr nayê dayîn ku venêrîna avê bête kirin.”

Esnaf û dikandarên wargehê weke helwesteke hevpar li dijî ambargoyê dibêjin, “Ev dorpêç û ambargo, bi daxwaz û zextên dewleta tirk tên pêkanîn. Ambargoyeke wiha di tu hiqûq û qanûnan de nîne. Keyfî ye. Li ti deverên cîhanê li ser wargeheke penaber ku di bin çavdêriya NY’yê de ye, ambargoyeke wisa bê pîvan nehatiye pêkanîn. Nexasim gelekî ku ji ber zordaran ji beşeke welatê xwe koçberî beşeke din bibe.! Riyên debarê li me girtine. Em dixwazin nexweşên yên lezgîn rakin xweşxanê, destûr nadin. Em dibêjin, ‘Dimire, divê bigihînim nexweşxanê!’ Dibêjin, ‘Bila bimire, ji min re çi ye!’ Ev tu exlaq û pîvanên mirovahiyê de nîne.”

Dîsa şêniyên wargehê tînin ziman ku rojek berî dorpêç û ambargoyê, şandeyeke Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo nasnameyên penaberiyê çêbike li wargehê bû ku ev 8 sal in nedihatin nûkirin. Lê belê hêj nîvê nasnameyan çênekirî, ji wargehê derketin û hêj jî nehatine. Ev jî nîşan dide ku komsepteke giştî li ser wargehê heye, yan jî ji ber berjewendiyên qirêj her kes ker e, kor e lal e!

Gelê wargehê herî dawî bang li hemû hêzên neteweyî û navneteweyî yên doza demokrasî, azadî û wekheviyê dikin, ji bo dawî li vê dorpêç, ambargo û tecrîda mirovî bê anîn, bikevin nav tevgerê.

Dikarî Biecibînî