Dosya: Gav bi gav Serhildana 6,7,8’ê Cotmeha 2014’an  – 1

Mehmet Şahîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Di dîrokê de gelek bûyer hene ku bandorê li herikîna dîrokê dikin. Qedera welat û civakan diguherînin û bandor li siyaseta cîhanê dikin. Serhildana 6-7-8´ê cotmehê ya 2014’an jî yek van bûyeran e.

Bi ser serhildana piştgiriya berxwedana Kobanê ya 6-7-8´ê cotmeha 2014’an re 5 sal derbas bûn. Lê encamên ku derxistine holê bi hemû germahiyên xwe di meriyetê de ne. 

Serî dan lê Kobanê nedan

Gelê kurd di sala 6,7 û 8 cotmeha 2014’an de ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bişikînin li Kurdistanê rabûn ser pêyan û dîroka Rojhilata Navîn guhertin. Ligel êrîşên hêzên dewlet û kontrayên  wê jî bi sedhezarên ku daketibûn qad û kolanan dest ji berxwedana xwe bernedan. Di encama berxwedana 3 rojan de 52 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serhildana 6-8’ê Cotmehê ruhê Arîn Mîrkane

Serhildana gelê kurd a 6,7,8’ê cotmehê mirov dikare wekî mudaxaleya civaka kurd a xeta dîrokê ya dagirkeran a qirker bibîne.

Mazlum Dogan di sala 1982’yan de di Zindana Amedê de bi pêxistina 3 niftikan agirê Newrozê li çarhêlên Kurdistanê geş kir û bi çalekiya fedakirina bedena xwe mudaxaleya xeta îxanetê ya dîrokî kir û haveyna berxwedanê di dilê hemû Kurdistaniyan de bi cih kir.

Di şexsê Arîn Mîrkan de berxwdêrên kobanî jî bi çalakiyên xwe yên fedaî, bi berxwedan û lêhengiyên xwe yên bêhempa dirûşma ‘An mirin an serkeftin’ di dilê hemû neteweya kurd de cih girtin.

Serhildana 6,7,8’ê Cotmehê di 6’ê cotmehê de dest pê kir. Bi gotinên Erdogan ‘Vaye Kobanê jî ha ket ha dikeve’ ên di 7’ê cotmehê yên li Dîlokê re hêrsa civaka kurd gihîşt radeya herî bilind. Bi ser wan gotinên Erdogan re her kurdek bû Arîn Mîrkan û herikî kolanan. Bi ruhê Arîn Mîrkanê bersiv dan Erdogan. Gelê kurd got; “Kobanê neketiye û dê nekeve jî.” Serhildan pêl bi pêl bilind bû û hat wê astê ku Erdogan û hikûmeta xwe ketin nava tirs û xofê. Bi lavelav berê xwe dan Qendîl û Îmraliyê.

Ji bihara Ereban ber bi Serhildana 6-8’ê Cotmehê ve

 Pêvajoya ku bi navê Bihara Ereben tê pênasekirin di 17’yê kanûna 2010’an de li Tûnisê li hemberî bêedaletiya desthilatdaran bi xwe şewitandina ciwanekî dest pê kir. Raperîna gelan a ku li Tûnisê dest pê kir li Rojhilata Navîn bandor li gelek dewletan kir. Ji van dewletan ên sereke Tûnis, Misir, Lîbya, Bahreyn, Urdin û Yemen in. Raperînên ku di serî de bi dirûşma azadî, aştî, wekhevî û edaletê dest pê kiribûn, bi mudaxeleyên dewletên kapîtalîst û emperyalîstan mixabin bi demê re ji wate û naveroka xwe dûr ketin.

Di adara sala 2011’an de civakên Sûriyeyê jî bi dirûşma ‘Azadî, aştî, wekhevî û edaletê’ tev li vêpêvajoyê bûn. Rejîma Baas a Sûriyeyê ji pêvajoyên dewletên beriya xwe qet ders dernexistin û di pergala xwe ya dîktatorî de israr kir. Ev israrkeriya rejîma Baasê dewleta Suriyeyê gav bi gav ber bi şerê navxweyî ve bir.

Di demeke kin de xaka Sûriyeyê hemû veguherî qada şer. Bi dehan rêxistin hatin avakirin. Bi dehan dewletan destdirêjiya nava Sûriyeyê kirin. Her rêxistinekê pişta xwe dabû dewletekê û dewletan gefên qirkirinê lihevûdû dixwarin. Xaka Sûriyeyê bibû pêkolê çete, sîxur û xwînrijan. Bibû sifreya gur, rûvî û çeqelan. Kiryarên gelek sosret û wehşetên ku mirovahiyê didan şermê diqewimîn.

Di vê sifreya gur, rûvî û çeqelan de kurd bi hêjmara xwe ya hindik bi tena serê xwe mabûn. Li pişta kurdan dewletek tune bû, çek û cebilxaneyên wan ên mezin û teknîkî tunebûn. Ji ber kêmjimarî û ji ber bîrdoziya xwe ya mirov hez dewletên xwînrij ên cîhanî yên sereke nedixwestin rol û mîsyoneke pêşengiyê bidin kurdan. Hêvî û bendewariyên wan ji civaka kurd tune bû.

Cara yekemîn kurd nebûn kurdên tu kesî  

Hemû hêzên ku mudaxilî şerê Sûriyeyê bûn dixwestin dîroka sedsalan a kambax dubare bikin û kurdan bênasname û bêîrade bihêlin. Weke hercarê civaka kurd bikişînin rex xwe û bikar bînin. Dewletên dagirkerên Kurdistanê jî dixwestin careke din civaka kurd teslîm bigrin, bêstatû, bênasname bihêlin û wekî her carê ji bo berjewendiyên xwe bidin şer kirin.

Di hemû şerên Rojhilita Navîn yên du sed salên dawîn de civaka kurd ji bo xwe şer nekiriye. Kurdên îranê hebûne, kurdên Iraqê hebûne, kurdên Sûriyeyê hebûne, kurdên Tirkiyê hebûne lê mixabin kurdên Kurdistanê tune bûne. Di vî sifreya gur û çeqelan de dîsa kesî nedixwest kurd bibin kurdên xwe ango kurdên Kurdistanê. Bi kurtasî hewldana hemû hêzên xêrnexwaz ew bû ku nehêlin kurd bibin kurdên xwe û ji bo xwe şer bikin, dixwestin kurd bibin kurdên wan û ji bo wan şer bikin.

Li gel hemû zext, zor, gef xwarin û şantajan jî kurdan ji hemûyan re got na. Gotin, em nabin kurdên tu kesî, em kurdên Kurdistanê ne. Pêve girêdayî gotin, bîrdoziya me ya ku serok Apo daye me parastina nirx, rûmet û pîvanên mirovahiyê esas digre lewre destûr nade ku em tev li şerê we yê bêexlaq û bênirx bibin. Em ne alîgirên tu kesî ne. Em nabin alîgirê rejîma dîktator, em nabin alîgirê çeteyên ku exlaq û pîvanan nas nakin. Em ê di xeta parastina nirx, rûmet û pîvanên mirovahiyê de xwe, civaka xwe û rûmeta mirovahiyê biparêzin.

Belê, li pişta kurdan dewlet tune bûn, çek û cebilxaneyên wan ên mezin û teknîkî tune bûn. Lê keç û xortên wan ên xwedî hişmendiya azad, dilşêr û vîna ji pola hebûn. Bîrdoziya wan a ku di her şert û mercî de serkeftinê ferz dike hebû.

Kurdên bênasname Şoreşa Rojava diyarî mirovahiyê kirin

 Kurdên Rojava di wê xeta xwe ya sêyemînde civaka xwe, bajêr û wargehên xwe parastin. Hemû êrîş, dek û defikên dijber vala derxistin. Bi wê berxwedana xwe ya bi rûmet di 19’ê tîrmeha 2012’yan de li Kobanê Şoreşa Rojava diyarî mirovahiyê kirin. 3 milyon kurdên Rojava yên ku sed sal bû di bin zext û zordariyên desthilatdarên Sûriyeyê de bênasname, bêmaf, bêedalet dijiyan şoreşeke demokratîk diyariya çar parçeyên Kurdistanê û hemû mirovahiyê kirin.

Erdnigariya ku ji mirovahiyê re malovanî kiriye û weke dergûşa mirovahiyê tê nasîn careke din bi destê neviyên Zerdeştê Kal gav bi bi gav, roj bi roj dibû hêlîna mirovahiyê. Kantonên Rojava yek bi yek dibûn baxçeyên civakan. Kurd, asur, suryan, ereb, ermen û çeçenan. Her yek weke rengekî bêhempa di van baxçeyan de cihê xwe digirtin.

Tehemûla xwînmijan ji şoreşa kurd re tune bû

 Her ku ev baxçeyên gulistanan (Kanton) mezin dibûn, bi hêz dibûn û bi ser xwe ve dihatin bê tehemûliya dewletên dagirker û Dehaq’ên hemdem jî zêdetir dibû. Yên ku desthilatdariya xwe li ser xwinmijiya civakan û li ser tunekirina civakan avakirine nepêkan bû ji vê gulistana civakan re tehemûl bikira. Lewre her roj êrîş dijwartir, zêdetir û mezintir dibûn. Bêguman êrîş tenê ne leşkerî bûn, êrîşên siyasî, êrîşên hiqûqî, êrîşên civakî, êrîşên ragihandinê, di her warî de êrîşên bêexlaq, bênirx û bêpîvan dest pê kiribûn. Di êrîşên xwe yên bêpîvan de tu tixub nas nedikirin. Armanc ji her alî ve dorpêçkirin, tenê hiştin û fetisandina şoreşa kurd bû.

Pêşketinên Şoreşa Rojava ya demokratîk a ku hemû nirx, rûmet û pîvanên mirovahiyê di xwe de dihewandin, çar dewletên dagirker ên Kurdistanê dîn û har dikirin. Bêguman ji bo astengkirina şoreşê û qirkirina kurdan çi ji destê wan bihata dê bikirina.

Armanca dewleta tirk bi destê çeteyan qirkirina kurdan bû

 Bi taybet dewleta tirk dixwest bi destê çeteyan Şoreşa Rojava asteng bike û kurdan ji qirkirinê derbas bike. Ji bo ev xwesteka wan pêk were hemû derfetên dewletê seferber dikirin. Her roj bi dehan wesayîtên TIR’an cebilxane dişand ji çetayan re. Bi sîxur û fermandarên xwe ji wan re şêwirmendî û pêşengî dikir. Di heman demî de li seran serê sînorê Rojava xendek dikolan, ji Başûr ve jî bi destê PDK’ê xendek dida kolandin. Armanc bi her awayî dorpêçkirin, bi ambargoyê teslîm girtin, fetisandin û teslîmgirtina kurdên Rojava bû. Dewleta tirk li gel hemû hewldanên xwe yên bê pîvan bi ser nediket. Kurdên xwedî bîrdoziya Serok Apo û bi vîna xwe ya ji pola bi her awayî li berxwe didan û roj bi roj serkeftin li ser serkeftinên xwe zêde dikirin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji sala 2011’an heta 2014’an li hemberî pilingên kurd tu serkeftinek bi dest nexistibûn, bi alîkarî û piştgiriya dewleta tirk û hemû rêxistin û dewletên dijminên kurdan di 15’ê îlona 2014’an de bi hemû hêza xwe ya teknîkî, bi tang û topên xwe û bi hemû çekên xwe yên giran berê xwe dan hêlîna mirovahiyê, kantona herî biçûk, wargeha destpêka Şoreşa Rojava, bajarê şêrîn û qedîm Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtiya xwe ya tixubnenas deng vedabûn. Berê xwe didan kuderê bêyî ku şer bikin radest dikirin. Kesî li hemberî DAIŞ’ê nedikarî li ber xwe bidin. Heta wê rojê jî tu hêzan nekarîbû li dijî wan hovan li ber xwe bide. Bajarê Mûsilê ku duyemîn mezintirîn bajarê Iraqê  bû û bi 70 hezar leşkeran xw hebûn, nekarî li hemberî DAIŞ’ê çend rojan li berxwe bide. Çeteyên DAIŞ’ê 2 rojan de Mûsil bi dest xistibûn. Bi coşa serkeftina Mûsilê û bi tank û top û çekên giranên ku li Mûsil û li Reqayê bi dest xistibûn êrîşî hêlîna mirovahiyê Kobanê dikirin.

Dikarî Biecibînî