Dosya: Gav bi gav serhildana 6,7,8’ê cotmeh a 2014’an – 2

Mehmet Şahîn

Di hedefa gur û çeqelan de Kobanê hebû

Dewleta tirk ji jor ve, DAIŞ’ê ji jêr ve Kobanê dorpêç kirine. Ji sedî sed bi xwe bawer in, dê Kobanê teslîm bigrin, gulistana civakan wêran bikin û kurdan ji qirkirinê derbas bikin.

Şervanên YPG û YPJ’ê bi çekên xwe yên sivik, bi berpirsiyariyên xwe yên giran û bi vîna xwe yên ji pola li dijî tank, top û çekên herî giran ên DAIŞ’ê li ber xwe didan. Li hember wê berxwedana bêhempa DAIŞ û hevalbendên xwe şaşwazî mabûn. Cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedan û vîneke ewqasî qedîm re rûbirû diman. Cara yekemîn tang û top û çekên wanên giran li ber vîna keç û xortên kurd bê wate diman.

Êrîş mezin bû, şer giran bû, roj bi roj şer dijwartir dibû. Çeteyên DAIŞ’ê di hovitiya xwe de sînor nasnedikirin. Çeteyên ku li ber îradeya şervanên kurd bêçare diman berê tankên xwe didan gundan. Bi wêrankirina gundan dixwestin vîna kurdê berxwedêr bişikînin û civaka kurd ji qirkirinê derbas bikin. Gundiyên Kobanê neçar man berê xwe bidin tixubê bakur ê ku hikûmeta AKP’ê li wan girtiye. Mixabin hikûmeta AKP’ê tixub venedikir û destûr nedida ku zarok, jin û pîrên ku ji ber qirkrina çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dabûn Bakur derbas bibin.

Kurdên Bakur herikîn ser tixub û tixub bêwate kirin

Di 20’ê îlonê de kurdên bakur ji bo dengê xwe bigihînin berxwedêrên Kobanê ji 7 heta 70’ê salî ji çar hêlên Kurdistanê û ji metropolên Tirkiyeyê ve berê xwe dan navçeya Pirsûsê ya Rihayê û wekî lehiyê herikîn ser sînor. Belkî tiştê ku AKP û DAIŞ’ê hesap nekiribûn yek jî ev bû. Kurdên Bakur bi vê helwesta xwe nîşan didan ku dê destûr nedin Kobanê bikeve. Dengê tang û topên DAIŞ’ê ên li Kobanê diçû erş û ezmanan. Dûxana tang û topên DAIŞ’ê wekî mijeke tarî li ser Kobanê rûniştibû. Li milê bakur li navçeya Pirsûsê ji ber êrîşên polîs û leşkerên tirk ên bi ava şid û bombeyên xazê mij û duxan radibû. Li Kobanê DAIŞ’ê li kurdan dida li Bakur polîs û leşkerên dewleta tirk li kurdan dida.

Hikûmeta AKP’ê bi awayeke gelek eşkere piştgirya DAIŞ’ê dikir. Li ber çavên herkesî her roj bi trenê ji çeteyan re cebilxane dişandin. Li ber çavên kurdan ji bo têkçûna Kobanê çi ji destê Erdogan û AKP’ê dihat dikirin. Kiryarên AKP’ê yên dijber kurdan roj bi roj hêrs û bêtehemuliya civaka kurd zêde dikir. Kurdên xwedî wijdan nepêkan bû li dijî wê helwesta hikûmeta AKP’ê ya kambax û qirker bê helwest bimîne. Lewre kurdên bi wijdan yek bi yek, qefle bi qefle berê xwe didan tixub. Hejmara kurdên ser tixub roj bi roj zêde dibû.

Peyama Rêberê Gelê Kurd bû manîfestoya berxwedanê  

Di destpêka meha cotmehê de şer girantir û dijwartir bû. Çeteyên DAIŞ’ê hetanî derûdorên bajêr hatibûn. Her ku çete nêzî Kobanê dibûn hêrsa civaka kurd jî zêde dibû. Li çarhêlên Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê çalakî hebûn. Roj bi roj hêrs û bertekên gelê kurd zêdetir û dijwartir dibûn. Li dijî bêedaletiya hikûmeta AKP’ê bêtehamûliya civaka kurd gihîştibû radeya herî jor a ber teqîne.

Di 2’yê cotmehê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê hat. Di peyama xwe de bi hevoka “Kobanê parçeyeke pêvajoya çareseriyê ye” peyam dida dewleta tirk û ji kurdan re jî digot “Berdêl çiqasî giran be jî hetanî dawiyê li berxwe bidin, dê destketiyên serkeftina Kobanê gelek mezin bin”

Piştî wê peyamî hemû bajêr û navçeyên Kurdistanê bûn qada berxwedanê. Hemû cureyên çalakiyan dihatin lidarxistin. Dibistan dihatin boykotkirin, wesayît dihatin rawestandin, deriyên dikanan dihatin girtin, bi kurtasî jiyan radiwestiya.

Peyama kurdistaniyan yek bû “Kobanê bajarê Kurdistanê ye, Kobanê ne bi tenê ye, hetanî em yek kurd hebin û çeteyên DAIŞ’ê pê li cenazeyên men nekin dê nekaribin bikevin Kobanê.”

Di 4’ê îlonê de hevserokê PYD’ê Salih Muslim peyamek bi raya giştî re parve kir. Salih Muslim di peyama xwe de wiha digot: “Rewş hatiye asta gelek xeternak, daxwaza me ji hikûmeta AKP’ê ew e ku ji bo neqilkirina şervan û cebilxaneyê rê di navbera kantonan de vebikin.” Kurdan piştgirî û alîkarî ji hikûmeta AKP’ê nedixwest. Tenê ji bo danûstendina nav kantonan rê dixwest. Daxwaza Salih Muslim daxwazeke herî rewa û herî însanî bû. Lê hikûmeta AKP’ê bersiveke erênî neda wî daxwaza herî rewa û herî însanî.

Çalakiya Arîn Mîrkan bû sedema teqîna volkana dilê kurd

Di 5’ê cotmehê de agahiya çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan hemû hesabên kirêt serûbin kirin. Arîn Mîrkan bi wê çalakiya xwe ya bêhempa bi dehan çete kuştibû û pêşketina wan rawestandibû. Arîn Mîrkan bi çalekiya xwe ya fedayî ev peyam da bû “Hevce bike yek bi yek em ê xwe bikin bombe û di dilê we de biteqînin, lê em destûr nadin piyên we yên qirêj bi axa Kobanê bibe” Peyama Arîn Mîrkan gelek girîng bû. Hêrs û hestên kurdên berxwedêr careke din bilind kiribû û hêvîya serkeftina çeteyên êrîşkar û hevalbendên wan şikandibû.

Bi ser çalakiya Arîn Mîrkan re YPG’ê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku bi Arîn Mîrkan re 15 rê hevalên wan bi ruheke fedayî hetanî dawiyê li ber xwe dane û şehît bûne. Di dawiya daxuyanê ye de wiha dihat gotin: “Em soz didin ku em ê bi ruhê Arîn Mîrkan hetanî dawiyê li berxwe bidin û em ê Kobanê teslîmê çeteyan nekin.”

Diyar dibû ku rewş gelek xeternake. Ji hinek milan ve çeteyên DAIŞ’ê ketibûn nav bajêr. Li başûr ve Girê Miştenûrê, ji milê rojhilat ve taxa kurdo ketibû dest çeteyan. Roj bi roj rewş xetertir dibû. Her ku rewş xetertir dibû rûpoşa biratiya derewîn a kurd û tirk jî diket xwarê. Dîrokê carek din ji bê bextiya wê biratiya derewîn re şahedî dikir. Li hember van geşedanên xeternak roj bi roj bîhna civaka kurd teng dibû. Roj bi roj hêrsa civaka kurd a li dijî hikûmeta AKP’ê û Erdogan zêde dibû.

Di 6’ê cotmehê de civaka kurd ji Erdogan re got êdî bes e

Di 6’ê cotmehê de gelê kurd li her derê rabû ser lîngan. Li her derî çalakî çalakiyan dest pê kir. Li ber çavên wan li ser serê birayên wan agir dibariya, li ber çavên wan hewldanên qirkirina birayên wan pêşdiketin, li ber çavên xwe bêbextiya hikûmeta AKP’ê didîtin. Ne pêkan bû kurdekî xwedî şeref û xwedî anûr karibe di bêdengiyê de lê temaşe bike û bi helwest di cihê xwe de bitebite. Daxwazên civaka kurd gelek rewa û însanî bûn. Ji hikûmeta AKP’ê tenê daxwaza vekirina tixûbê dikirin.

Gotinên Erdogan wekî benzînê ku li agir be

Bi ser hemû van geşedanên bîhn teng û hewldanên AKP’ê yên der mirovî bi serde di 7’ê cotmehê de serokomarê tirk Erdogan li Dîlokê di qempa penaberan de bendewariya xwe bi zimaneke zelal anî ziman û weke ku mizgîniyê bide got “Waye Kobanê jî ket, ha ket”. Ev hevokên Erdogan weke xençereke zengarî di dilê civaka kurd de çikiya.

Erdogan û hikûmeta xwe hetanî wî rojê sebra kurdan gelek dabû zorê. Lê ew hevok êdî weke dilopa dawîn bi serde rijiya bû. Civaka kurd nepêkan bû li hember wan hevokan bêdeng bimîne û bêanûriyê qebûl bike. Rewş hatibû asta man û nemanê. Her kurdê dildarê welatê xwe yê xwediyê hestê neteweyî û welatparêz azadiya xwe, hebûna xwe di parastina Kobanê de didît. Kobanê bikeve tu wateya hebûna gelê kurd namîne.

Lewre 40 milyon kurdî di şexsê Kobanê de ketina xwe didît.  Ketina Kobanê dihat wateya ketina çarparçe Kurdistanê û 40 milyon kurdî. Lewre hewcebû Kobanê neketa û xwesteka dilê Erdogan nehata cih. Gelê kurd ji bo destûr nede Kobanê bikeve li Kurdistanê û li çarhêlên cîhanê, bi kurtasî li her derên ku lê dijîyan bi dûrişima “ Her der Kobane, her der berxwedane” herikîn qadan. Serhildan gihîşt qonaxeke nû.

Serhildan di 7-8’ê cotmehê de  li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava kolan bi kolan, tax bi tax, bajar bi bajar belav bû. Di heman demê de li bajar û metropolên Tirkiyeyê û li Ewropa jî belav bû. Civaka kurd bi berxwedana xwe erdnîgariya Kurdistanê li polîs û leşkerên Erdogan teng kirin. Polîs û leşkeran nekarin ji navendên xwe serê xwe derxin derve, di navendên xwe de jî ketibûn tatêla parastina canê xwe. Kurdên Ewropayê televziyon, saziyên navneteweyî  dagir kirin û diyarkirin ku divê Ewropa çavên xwe ji berxwedana Kobanê re negrin. Erdogan û hikûmeta xwe di nava şaşwaziyeke mezin de nezanibûn çi bikin.

Heke pêşengiyeke xurt ji serhildana 6-7-8´ê cotmehê re bihata kirin û li hemû bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê gel bihevere rabûya ser piyan û ber raperîneke gelemperî ve biçûya dibiya ku rê li demokratîkbûna Tirkiyeyê û Azadiya Kurdistanê vebikira.

Daxwazên civaka kurd gelek rewa û însanî bûn

Di vê serhildanê de daxwazên civaka kurd gelek rewa û însanî bûn. Mirov dikare wan xwestekan di bin banê çar xalan de rêz bike.

1-Bila ji bo alîkariya Kobanê  rê vebibin

2- Bila dewleta tirk piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê neke

3- Bila Hikûmeta AKP’ê dijminahiya kurdên li ser tixub kom bûne neke

4-Bila hikûmeta AKP’ê li gorî rihê pêvajoya çereseriyê tevbigere.

Erdogan ev xwestek bi awayeke neerênî bersîvandin. Got “Em PYD’ê weke rêxistineke terorîst dibînin û alîkarî nadin wan”. Bi ser de weke ku Kobanê ne kurd be û li Tirkiyeyê qet kurd tune bin ev hevok ji devê Erdogan derdiket “çi eleqeya Kobanê bi Tirkiyeyê heye, Heleb ji Kobanê girîngtir e” Erdogan bi van gotinên xwe civaka kurd tahrîk dikir û bêminetî dida ber civaka kurd. Bi ser wê bersîva Erdogan re bi carekîve hemû bajarên bakurê Kurdistanê vegeriyan qada şer. Li çar parçeyên Kurdistanê û li hemû diasporayê çalakiyên piştgiriyê dest pê kirin… (didome)

Dikarî Biecibînî