Dosya: Gav bi gav serhildana 6,7,8’ê cotmeh a 2014’an  – 3

Mehmet Şahîn 

Helwesta Erdogan bû sedema raperîna kurd

Erdogan û hikûmeta xwe bi hewldan û kiryarên xwe yên bênirx, bêrûmet û bêpîvan kurd rakiribûn raperînê lê nedizaniyan dê kurdan çewa rawestînin. 20 roj bû kurdan kiryarên Erdogan dişopandin û hetanî qirikê tijî bibûn, peyvên Erdogan ên dawîn bi serde qelavtibû. Baweriya kurdan qet bi Erdogan û hikûmeta wî nema bû. Lewre hetanî encam negirtina nepêkan bû wisa bi rihetî rawestiyana.

Roja 7 û 8’ê cotmehê civaka kurd bi serhildana xwe ya gelemperî roj li Erdogan û hikûmeta wî tarî kir. Civaka kurd bi serhildana xwe ne tenê dewleta tirk, cîhan hemû hêjandin. Kobanê ket rojeva hemû cîhanê. Dewletên cîhanê yên sereke neçar man li dijî êrîş û komkujiyên çeteyan helwesta xwe diyar bikin.

Erdogan dest bi rêbazên kirêt kirin. Careke din hişmendiya ku digot “Zarok bin, jin bin, kal bin ji 7’î hetanî 70’ê salî dê hesab bê pirsîn” kete meriyetê. Hêzên xwe yên paramîlîter û kontrayên xwe yên salên 90’tî careke din bi rêxistin kirin û di bin navê Huda-Par’ê de berê wan dan civaka kurd. Erdogan dixwest bi destê van çeteyan careke din di nava civaka kurd de nakokiyan biafirine, şereke navxweyî pêş bixe û kurd bi destê kurd bide kuştin.

Roj bi roj serhildan geş dibû. Civaka kurd bi berxwedana xwe careke din hemû hesabên Erdogan serûbino kirin. Piştî ku Erdogan dît hesabên wî serûbino bûn di 9’ê cotmehê de neçar ma paşve gav bavêje û bangewaziya sikûnetê bike û qala vekirin û pêşwazikirina 200 hezar sivîlên Kobanê bike.

Bi lavelav berê xwe dan girava Îmralî  

Civaka kurd baweriya xwe bi Erdogan ne anî û guh neda bangewaziya wî. Piştî ku Erdogan dît civaka kurd guh nade bangewaziya wî neçar ma bi ser HDP’ê re bi lavelav berê xwe bide Qendîl û Îmraliyê. Erdogan dizaniya ku civaka kurd tenê peyama birêz Ocalan esas digre û encax ew dikare civaka kurd rawestîne. Bi ser HDP’ê re bi lez û bez bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîn û peyama wî hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li Amedê bi raya gîştî re parve kirin civaka kurd li ser peyama Ocalan rawestiya.

Di berxwedana ku bi rojan berdewam kir de, di navbera 6 û 12 cotmehê de herî kêm 52 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan welatî jî birîndar bûn. Ji wan 52 kesan nêzikî 48 kesî  kurdên welatparêz bûn û kujerê wan yek kesî jî nehatiye dîtin û nehatiye darizandin.

Erdogan ji bo provakasyona xwe ya ku bi destê hêzên xwe yên paramîlîter pêk anîbû binixumîne ev 48 kes tune hesiband û kuştina 3- 4 kes ên endamên Hîzbullahê ku ne diyare jê hêla kê ve hatine kuştin derxist pêş û weke benîşt di devê xwe de cût û hêjî dicû. Bi van 3-4 kesan xwest kujeriya xwe ya 48 kesî veşêre û bi gel bide jibîrkirin. Bêguman armanca wî ya sereke ya din jî di nava civaka kurd de pêşxistina şerê navxweyî bû. Li hev sorkirina HDP’ê û Huda-Par bû.

Failê 52 kesan Erdogan bixwe ye 

Erdoganî dizaniya ku berpirsiyarê hemû buyeran û faîlê 52 kesî ew bi xwe ye. Lewre ji bo veşartin û nixumandina sucên xwe ket nava hewldana berevajîkirina rastiyan. Weke ku wî qet tiştek nekiribe bi destê dozger û dadgerên xwe fatûre li siyasetmedarên kurd birî û dibire. Erdogan bi kiryarên xwe kurd rakirin ser lingan, lê weke ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksedag kurd rakiribin ser lîngan hesap ji wan dipirse.

Li gorî encama rapora navenda polîsan a giştî di pêvajoya serhildanê de, di 36 bajaran de 2.389 buyer qewimîne, di van buyeran de jê 2 polîs 50 kesî jiyana xwe ji dest daye. 438 sîvîl û 331 polîs birîndar bûne. 4.291 kes hatine binçavkirin, ji vana 1105 hatine tewqîfkirin. Saziyên sivîl rapora polîsan reqne kirin û diyarkirin ku ev rapora polîsan rastiyan venabêje. Li gorî lêkolînên saziyên sîvîl rastî çend qat ji vana zêdetirin.

Kobanê neket, DAIŞ û Erdogan ketin 

Belê, Erdogan xwest bi destê DAÎŞ’ê Kobanê dagir bike û derbeyeke mezin li Şoreşa Rojava, li Tevgera Azadiyê û li 40 milyon civaka kurd bixe, vîna kurdê azad, moral û baweriya serkeftina kurd bişikîne. Lê pilîngên kurd û rêhevalên wanên enternasyonalîstan destûr nedan ew plana wî ya nebixêr û kirêt bi serkeve. Parazvanên Kobanê bi ser ketin û wekî Rêberê Gelê Kurd gotibû, encamên gelek girîng ên dîrokî bi dest xistin. Wekî ku gelê kurd di bersîvdana gotinên Erdogan ên “Kobanê ket, ha ket” de gotibûn “Kobanê nakeve û dê nekeve” Kobanê ne ket. Civaka kurd serî da lê Kobanê neda. Lê DAIŞ û Erdogan bi awayeke gelek xerab ketin û hêjî dikevin.  

Serhildanên 6-7-8’ê cotmehê berxwedana Kobanê ragihand hemû cîhanê. Ger ku ew serhildanên 6-7-8’ê cotmehê  çênebûna  îhtîmaleke zêde dê bêdengiya cîhanê ya li dijî şer û berxwedaniya gelê Kobanê bidomiya. Serhildana civaka kurd a çar parçeyan û dîasporayê dengê berxwedaniya  Kobanê mezin kir û li cîhanê belav kir û rê li serkeftina Kobanê vekir.

Piştî 4 mehên tije berxwedan di 26’ê çileya 2015’an de Kobanê rizgar bû û cara yekem DAIŞ li wir têk çû. Koban bi berxwedan û lêhengiya xwe ya fedaîyane bû heskiriyê hemû cîhanê. Hemû cîhanî ji Kobanê û berxwedêrên wê re rêz girt. Ji bo nîşaneya rêzdariya xwe 1 mijdarê roja Kobanê ya cîhanê îlan kirin. Kesên ku navê Kurdistanê û navê kurdan nebihîstibûn bi saya Kobanê bi awayeke heskirî û bi dilovanî bihîstin.

Serhildanê tenê dawî li DAIŞ’ê ne anî, di heman demê de nîşanê hemû cîhanê da ku civaka kurd bûye neteweya demokratîk û li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya xwe bi yek ruhî li berxwe dide.

Piştî serkeftina Kobanê li Rojhilata Navîn stêrka civaka kurd birûqî. Berxwdana kurd bû çavkaniya hêvî û hêza moralê ya hemû civakan. Hêzên ku di serî de nedixwestin paxê bi kurdan bikin piştî Kobanê ji bo tifaqê ketin rêzê. Niha kurd ne tenê li Sûriyeyê li Rojhilata Navîn hêza sereke ne. Hemû hêzên sereke di hesabên xwe de neçar in hêz û vîna kurdê berxwedêr li ber çav bigrin.

Serkeftina Kobanê him ji bo civaka kurd û him ji bo hemû civakên cîhanê roleke gelek mezin û girîng lîst. Ruhê berxwedana Kobanê berdewam dike. Bi ruhê wê berxwedanê civakên li Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê xweseriya xwe bidest xistin. Bi ruhê serkeftina Kobanê HSD-MSD ava bûn û di bin pêşengiya wî ruhî de piştî şereke bêhempa heremên Reqa û Dêra Zorê hatin rizgarkirin. Bi rizgarkirina wan hereman him daxwaza şehîdên xwe anîn cih, hem jî tola şehîdên Kobanê yek bi yek ji çeteyên hov girtin.

Belê, civaka kurd bi ruheke neteweyî li Kobanê xwedî derket û nehişt Kobanê bikeve. Lê DAIŞ û Erdogan û alîgirên xwe pir xerab ketin û hêjî ketina wan berdewam dike. Nekarîn carek din bi ser xwe ve werin û dê neyên. Têkçûna DAIŞ’ê ya ku di 2015’yan de li Kobanê dest pê kiribû di sala 2019’an de bi tunebûna wê bi dawî bû. Têkçûn û tunebûna DAIŞ’ê dihat wateya têkçûn û tunebûna Erdogan. Lewre Erdogan jî li Sûriyeyê bi tena serê xwe maye û bi lavelav li ber deriyan digere.

Di 30’ê cotmehê de biryara şerê topyekûn hat dayîn

Berxwedana kurd a 6-7-8’ê cotmehê tirs û xofeke mezin xistibû dilê Erdogan û hevalên wî. Rûpoşa rûyê Erdogan û dewleta tirk daxistibû jêr. Rûyê wanê faşîst raxistibû ber çavan. Erdogan û hevalên xwe li gorî xwe hinek encam ji wê raperînê derxistibûn. Fêmkiribûn ku hetanî kurdên Bakur rêxistinkirî û li ser lînga bin bi dek û dolaban çong danîn û teslîm girtina kurdên Rojava dê nepêkan be.

Lewre, di 30’ê cotmehê de lijneya ewlekariya mîlî kom kirin û li dijî civaka kurd biryara şerê topyekûn dan. Bi biryara şerê topyekûn ve girêdayî Mutabeqata Dolmabahçeyê red kirin û serkeftina siyaseta kurd a hilbijartinên 7´ê Hezîranê tune hesibandin.

Biryara şer a 30’ê cotmeha 2014’an, polîtîkaya dewleta tirk a dijî kurd a sed salan careke din derxistibû holê. Wekî her carî biryara çong danîn û teslîm girtina civaka kurd hatibû dayîn. Armanc tunekirina destketiyên civaka kurd a çar parçeyan bû. Di biryara şerê topyekûn de armanca sereke teslîm girtin û tasfiyekirina berxwedana kurdê Bakur bû. Wê biryara wan nîşan dida ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd polîtîkayeke AKP’ê ya çareseriyê tune ye.

Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu dema di 24´ê tîrmeha 2015’an şer da destpêkirin, bo gotinên xwe yên  “me ev biryar beriya salekê dabû û me ferman dabû leşker û polîsên xwe da ku xwe ji bo şer amade bikin” ev biryar piştrast dikir.

Ji wê rojê vir ve tiştên ku li Bakur qewimîne û hovîtiyên ku li ser civaka kurd pêk hatine û li dijî wê hovîtiyên wan berxwedana civaka kurd a ku di dîrokê de mînakên wê tune ne hatiye dayîn li vir nayên nivîsîn.

Biryara tinekirinê ya ku di 30’ê cotmehê de hatiye dayin bi hemû dijwariya xwe niha li ser kare. Kurd jî li çar parçeyan bi hemû hêza xwe li ber xwe didin û bi biryarin ku bi ruhê Arîn Mîrkan hemû biryar û hewldanên kirêt vala derbixin.

Di encama berxwedan 3 rojan de;

Di berxwedana 6-7-8’ê cotmehê de yên ku jiyana xwe ji dest dan bi qasê ku hatine tesbîtkirin bajar bi bajar wiha ne;

AMED

Yusuf Tokar – Di 7’ê cotmehê de li Sûrê ji aliyê polîsan ve bi çekê hat qetilkirin.

Mahsum Çoban –  21 salî ye, ji aliyê endamên Huda-Parê ve hat qetilkirin.

Ugur Ozbay – 19 salî ye, di 9’ê cotmehê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.

Baver Şeyhanogullar – 18 salî ye, di 9’ê cotmehê de ji aliyê endamê Huda-Parê ve hat qetilkirin.

Mesut Menekşe – 42 salî ye, di10’ê cotmehê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.

Murat Dag – 24 salî ye, li navçeya Rezanê dema diçû mala ji aliyê polîsan hat qetilkirin.

Mahmut Enez – Di çalakiyan de hat kuştin

Turan Yavaş – Di çalakiyan de hat kuştin

Riyat Guneş – Di çalakiyan de hat kuştin

Suleyman Kale – Di çalakiyan de hat kuştin

Hasan Gokgoz – Di çalakiyan de hat kuştin

Cumalî Guneş – Di çalakiyan de hat kuştin

Ahmet Dakak – Di çalakiyan de hat kuştin

Yasin Boru- Di çalakiyan de hat kuştin

MÛŞ
Hasan Buksur –  25 salî ye, li navçeya Gimgimê bi guleya polîsan hat qetilkirin.

ELIH

Emrah Demîr – 23 salî ye, bi guleya polîsan hat qetilkirin.

WAN

Yunus Aktaş – 19 salî ye, di 9’ê cotmehê de bi guleya polîsan hat qetilkirin.

Hamdi Caner – Bi guleya polîsan hat qetilkirin.

DILOK

Sevgi Alici – 19 salî ye, di 9’ê cotmehê de di şebakeya malê de bi guleya polîsan hat qetilkirin.

Şahin Daghan – 27 salî ye, bi tifinga pombeyî hat qetilkirin.

Musa Bayram – 26 salî ye, ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.

Omer Uçaker – 27 salî ye, ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.

RIHA

Aynur Kudin – 28 salî ye, di 9’ê cotmehê de ji ber bombeyên gazê ji ser hişê xwe çû û hefteyek şûnde li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

SÊRT

Yusuf Çelîk – 17 salî ye, di 7’ê cotmehê de ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin. 11 kes jî birîndar bûn.
Necmettîn Çelîk – 45 salî ye, ê (Bavê Yusuf Çelik) di heman êrîşê de li gel kurê xwe birîndar bû. Li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Mehdî Erdogan – 35 salî ye, (Nûnerê MEYA-DER’ê yê Misircê) di 7’ê cotmehê de ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin.

Davut Nas – 19 salî ye, di 8’ê cotmehê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Kamil Taş’ê  25 salî jî birîndar bû.

Şakîr Çal – 39 salî ye, di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest da.

Kamîl Taş – Li Sêrtê hat qetilkirin

Mehmet Zakîr Çal – Li Sêrtê hat qetilkirin

MÊRDÎN

Kerem Karaaslan – 32 salî ye, li navçeya Qoserê hat qetilkirin.

Bîlal Gezer – 29 salî ye, di 8’ê cotmehê de li Kerboranê ji aliyê endamên Huda-Parê ve hat qetilkirin.
Sinan Toprak – 16 salî ye, li gel Bîlal Gezer jiyana xwe ji dest da.

Abdulkerîm Seyhan – 29 salî ye, dema diçû sersaxiya malbata Gezer û Toprak ji aliyê leşkeran ve hat gulereşandin û jiyana xwe ji dest da.

Eshan Akdogan – Li gundekî Kerboranê hat qetilkirin.

Ferhad Îbrahîm Elduvaric – Li navçeya Qoserê hat qetilkirin.

Abdullah Muhammed – Li navçeya Qoserê hat qetilkirin.

STENBOL

Mert Degîrmencî – 18 salî ye, di 10’ê cotmehê de li Kobanê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da.

Serdar Aslan – 36 salî ye, dema diçû mala xwe rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da.

ÎZMÎR

Ekrem Kaçeroglu – 38 salî ye, bi guleyekê hat qetilkirin.

EDENE

Ahmet Albay –  65 salî ye, di 9’ê cotmehê de li pêş mala xwe hat qetilkirin.

Yusuf Gulduren –  Li navçeya Seyhanê ji hêla polîsan ve hat qetilkirin.

ÇEWLIG

Alî Bozan – Ji hêla polîsan ve di maşîneyê de hat qetilkirin

Ramazan Ozmaskan – Ji hêla polîsan ve di maşîneyê de hat qetilkirin

Atif Şahîn – (Polîs) Alîkarê Mudurê Emniyeta Çewligê 

Huseyîn Hatîpoglu – (Polîs-Komîser) Parazvanê Atif Şahîn

(dawî bû)

 

 

 

 

Dikarî Biecibînî