Berxwedana 9 rojan û encamên wê

Mehmet Şahîn

 

Wijdana mirovahiyê li gel parêzvanên rûmetê hêlîna xwe diparêze.

Sed sal e civaka kurd di çarmixê de li ber xwe dide

Piştî şerê yekemîn ê cîhanê Amerîka û Ewropa Kurdistan kirin çar parçe, civaka kurd avêtin çarmixê û sed sale li qirkirina civaka kurd temaşe dikin.

Di sedsala dawîn de li çar parçeyên Kurdistanê bi sedan komkujî pêk hatin. Bajar û navçeyê ku bi komkujiya dagirkeran re rû bi rû nemabe tune ye. Komkujiyên Koçkirî, Dêrsim, Geliyê Zîlan, Amed, Agirî, Barzan, Helepçe, Mahabad, 33 gule, Qamişlo, Roboskê û Efrînê bi awayekî zindî di bîra me de ne.

Dewletên ku kurd avêtin çarmixê jî di nav de hemû cîhan li dijî van komkujiyan kerr û kor û lal bûn. Bêdengî dihat wateya erêkirina qirkirina kurd û pêşî li qirkirinên nû vedikir. Sedam Huseyn di bin navê ayeta Qûr’an “Enfalê” de 180 hezar kurd qir kir, li ber çavê mirovahiyê li Helepçeyê bi gaza kîmyewî 5 hezar kurd qir kir. Lê ji yek dewleteke misilman û Ewropa û Amerîkayê deng derneket.

Bêdêngiya cîhanê rê li qirkirina kurd vedike

Pratîka qirker a sed salî û bêdengiya cîhanê ya li dijî wê pratîka qirker cesaret da Erdogan ku wekî Sedam di bin navê ayeta Qur’an “Fethê” de êrîş bibe ser Rojava û tiştê ku Sedam di bin navê Enfalê de kir ew jî di bin navê “Fethê” de bike. Lê Erdogan jibîr kir ku kurd ne ew kurdên berê ne û cîhan jî ne ew cîhana berê ye.

Berxwedana 40 salên dawîn wekî ku di hişmendiya civaka kurd de şoreşeke mezin pêk aniye di hişmendiya raya giştî ya cîhanê de jî şoreş pêk aniye. Canbexşên kurdan bi berxwedana xwe ya bêhempa bajarê Kobanê kirin paytexta nirx û rûmeta mirovahiyê, Rojava jî kirin hêlîna jiyana mirovahiyê. Di heman demê de civaka kurd jî kirin mêvanê herî qedirbilind ê qonaxên wijdana mirovahiyê.

Berxwedana Rojava bêdengiya sedsalan şikand

Di 9’ê cotmehê de, roja salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd de wekî bizina ku nanê şivan bixwe Erdogan û bermahiyên çeteyên DAÎŞ, El-Qaîde, El- Nusra û duvikên wan bi destûra Trump êrîş birin ser paytext û hêlîna mirovahiyê, wargeha şêr û pilingan.

Wijdana mirovahiyê ev bêbextî qebûl nekir û li dijî destûra Trump û êrîşa Erdogan a dagirkeriyê rabû ser pêyan. Dewlet û saziyên navneteweyiyên ku sed sal e li dijî qirkirinên kurdan bêdeng bûn neçar man guh bidin wijdana mirovahiyê û dawî li bêdengiya xwe ya sedsalan bînin.

Trumpê ku rê li dagirkeriyê vekir bi tena serê xwe ma

Aligirên Trump jî di nav de yek kesekî li Amerîkayê biryara Trump erê nekir. Wekî biryareke bêbext û bêexlaq şîrove kirin. Komarperestên aligirên Trump û demokratên muxalîf cara yekemîn di Meclisê de di xala dijberiya biryara Trump û li dijî dagirkeriya de Tirkiyeyê lihev kirin. Meclisa Amerîkayê jî di nav de hemû rayedarên Amerîkayê ketin nava hewldana betalkirina biryara Trump. Fermandarê amerîkî got, “Ji ber ku ez li dijî qirkirina hevalbendê xwe bi helwest dimînim cara yekemîn e ez ji kariyera xwe ya leşkerî şerm dikim”

Di vê pêvajoyê de tiştekî din a balkêş jî twitterên Trump bûn. Di navbera twittên Trump de nakokî hebûn, carnan di twittên xwe de kurd diparêst û carna jî pesnê dewleta tirk dida. Trump hewl dida bi twitterên xwe yên bêpîvan pêşî li bertekan bigre. Bi twittên xwe yên ku her carî gef li dewleta tirk dixwarin û qala wêrankirina aboriya Tirkiyeyê dikir nekarî bertekên dijberên xwe sist bike. Lê hikûmeta AKP’ê dixist nava tirs û fikarên mezin.

Meclisa Amerîkayê biryara ambargoyê da

Siyasetmedarên ku pêşengî ji meclisa Amerikayê re dikin gotin ku destûra Trump nayê wateya destûra Meclisê û ji bo amadekariyên Ambargoyeke giran deynin ser Tirkiyeyê ketin nava hewldanan. Di destpêkê de navê sê wezîrên tirk Suleyman Soylu, Hulusî Akar û Fatîh Donmez xistin lîsteya reş. Der barê ambargoya ser Tirkiyeyê de pêşnûmeyeke dorfireh di meclisê de hat qebûlkirin. Û gotin ev pêngava destpekê ye, amadekariyên pêngavên nû tê kirin. Îhtîmaleke zêde dê ambargo roj bi roj girantir bibûya û navê  Erdogan û wezîrên mayî jî li lîsteya reş zêde bibûya.

Rayedarên kurdan di qesrande hatin pêşwazîkirin

Dewletên ku zûbizû paxê bi kurdan nedikirin û di astên herî jêrde rêberên kurd muxatab nedigirtin di astên serokomar û serokdewletan de di qesran de serok û rêberên kurdan muxatab girtin. Trump ê ku ji bo axaftinekî telefonê bi mehan randevû nade Erdogan ji fermandarê HSD’ê yê gîştî Mazlûm Kobanê re telefon vekir û li şîrove û pêşniyarên wî guhdarî kir.

Neteweyên Yekbûyî ji bo kurdan kom bûn

Netewên Yekbûyî ji bo bergîrên li dijî dagirkerî û qirkirinên Tirkiyeyê civîna awarte pêk anî. Konseya Ewlekariya Yekbûna Netewan ji bo nîqaşa bergîran du civîn pêk anîn.

Ofîsa mafê mirovan a Netewên Yekbûyî û wezirê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper di heman rojê de bal kişandin ser komkujiyên ku bi destê çeteyên hevkarên Erdogan li Rojava pêk dihatin. Her du yan jî gotin berpirsiyarê hemû sucên ku li Rojava tên kirin Erdogan bixwe ye û dibe ku ji ber wan sûcan Erdogan di qada navneteweyî de were darizandin.

Yekitiya Ewropayê bi lezgînî kom bû

Yekitiya Ewropayê ji bo helwesta xwe diyar bike bi lezgînî civiya û bi yek dengî dagirkerî şermezar kir û ji Tirkiyeyê xwest demildest şer rawestîne. Bi ser de ji bo pêkanîna ambargoyan û ji bo cezakirina Tirkiyeyê civînên lezgîn pêk anîn. Dewletên serekeyên cîhanê yên wekî Fransa, Îtalya yê sefîrên tirk vexwendin wezaretan nota dan wan û di şexsê wan de rexneyên xwe yên tund li dewleta tirk kirin û dijberiya xwe ya li dijî dagirkeriyê vegotin.

Yekitiya Ereban û dewletên asayayî bertek nîşan dan

Yekitiya Ereban ji bo girtina bergîran bi lezgînî kom bû û bi yek dengî dagirkeriya tirk şermezar kir û daxwaza rawestandina şerê dagirkeriyê kir.

Dewletên cîhanê yên sereke Fransa, Almanya, Îtalya, Qanada, Holanda, Swêd, Norveç, Belçîka, Îspanya, Fînlandiya, Çekya û hwd. firotina çekan li dewleta tirk qedexe kirin. Biryarên ambargoyên aborî yên ku aboriya Tirkiyeyê wêran bikin di rê de bûn.

Çîn, Hindistan, Îran û gelek dewletên asyayî dagirkeriya Erdogan şermezar kirin û xwestin Erdogan demildest vegere ser rêya rast.

Dest birakê Erdogan Pûtîn got ez bifikar im. Rayedarên dewleta Rûsyayê gotin ev dagirkerî nayê qebûlkirin û hewce ye demildest raweste.

Serokomarê Komara Tirk ê Qibrisê Mustafa Akinci jî nekarî li dijî vê dagirkeriyê bêdeng bimîne û bi gotinên xwe yên “me li Qibrisê got “hareketa aştiyê” lê yê ku herikî xwîn bû, her çiqasî navê vaya jî “hareketa kaniya aştiyê” be jî ya ku biherike dê dîsa xwîn be” rayedarên dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê dîn û har kir. Akinci piştre dîsa neçar ma daxuyanî bide û vê carê jî got, ‘ji kengê ve parastina aştiyê bûye sûc’.

Dawî lê anîna Endamtiya NATO’yê nîqaş kirin  

Dewletên sereke yên endamên NATO’yê dawî lê anîna endamtiya Tirkiyeyê nîqaş dikin. Gelek ji wan dixwazin Tirkiye ji endamtiya NATO’   yê were derxistin. Zext û zor lê bêkirin.

Hemû giregirên rewşenbîr û siyasetmedarên cîhanê, giregirên sazî û dezgehên navneteweyî yên bi navûdeng wekî wijdana civakan li dijî dagirkeriya tirk ketin nava hewldanan.

Wijdana mirovahiyê li gel berxwedana kurd bû

Bi van geşedanan ve girêdayî cara yekemîn bû bi devkî be jî piraniya dewletên cîhanê li dijî dagirkerî û qirkeriya dewleta tirk li gel civaka kurd cih girt. Cara yekemîn bû wijdana mirovahiyê ji bo civaka kurd rabû serhildanê. Cara yekemîn çanda dewletê ya bêexlaq, bê nirx û berjewendî parêz neçar ma guh bide wijdana mirovahiyê. Rayedarên dewletan neçar man guh bidin wijdana civakên xwe. Ev bi tena serê xwe deskeftiyeke gelek girîng û bi rûmete.

Di nava civaka kurd de Yekitiya Neteweyî pêş ket

Ya herî herî girîng jî ji çar hêlên Kurdistanê bi rûhê neteweyî xwedî derketina li Rojava bû. Yên ku hetanî niha mil didan Erdogan jî di nav de hemû partî, sazî û rêxistinên ku hindik be jî bi wan re hestên newteweyî hebû bi yek dengî gotin ‘Rojava ya me ye û em ê wê biparêzin’. Ji Rojihilat, ji Başûr, ji Bakur bi hezaran ciwanan ji bo şerê rûmetê berê xwe dan Rojava. Pêşmergeyên dêrîn bi çekên xwe biryara tevilbûna şerê rûmetê dan. Li Ewropa û li çar hêlên cîhanê kurd hemû bihevre 24 saet li qadane û piştevaniya berxwedêrên xwe dikin. Hest û hişmendiya neteweyî ya kurd gihîşt asta herî bilind. Ruh û hewldanên neteweyî yên ku Kobanê parast niha Rojava diparêze. Hêzên ku êrîşê kurdan bikin êdî neçar in hêza netewa kurd li ber çav bigrin.

Berxwedana Rojava nîşan da ku civaka kurd yektiya xwe ya neteweyî pêk aniye û li ser siyasetmedarên xwe jî ferz dike. Civaka kurd li gel tifaqa xwe ya neteweyî bi hemû civakên Rojhilata Navîn û civakên cîhanê û wijdana mirovahiyê re jî tifaqa xwe pêk aniye.

Berxwedana Rojava li dijî Erdogan tifaqa cîhanê ava kir

Berxwedana Rojava wêneyeke gelek watedar û dîrokî derxist holê. Li dijî dagirkeriya Erdogan tifaqa cîhanê avabû. Dewletên ku li dijî hev û dijiminên hev bûn hemûyan li dijî Erdogan di heman eniyê de cih girtin.

Erdogan û dewleta xwe hatine tecrîd kirin. 2-3 dewletên wekî Azarbeycan û Qetarê ku tu qedir û qîmeta wan di qada navneteweyî de tune ye piştgiriya Erdogan dikin. Erdogan û her du dîktator Îlham Aliyev û Şêx Tamîm man bi tena serê xwe.

Hesabên Erdogan û Trump ji berxwedana kurd vegeriyan

Erdogan û Trump hesab kiribûn ku dê herî zêde 2-3 rojan de berxwedana kurd têk bibin û erdnîgariya Rojava dagirn bikin û bi qede. Ewqasî bi xwe bawer bûn ku wezîrê Erdogan Soylu di bernameya Tv de digot “2 deke karê me heye em ê çareser bikin û vegerin”. Lê hesabên wan negirt. Berxwedana şervanên kurd hemû hesabên wan serûbino kirin. Di 9 rojan de nekarîn 9 metre pêş de herin. Şervanên kurd piştî Kobanê destana duyemîn li navçeya Serêkaniyê nivîsandin. Bermahiyên çeteyan li gel hemû hovaniya xwe nekarîn Serêkaniyê ku 10 mîtro di bin sînor de ye bi dest bixin. Her roj 24 saetan bênavber bombedûman kirin, li ber çavên mirovahiyê çekên qedexe yên kîmyewî bikar anîn û dimenên zarokên Helepçeyê careke din anîn bîra mirovahiyê û bi sedhezaran niştecihên kurd koçber kirin lê nakarîn berxwedana şervanên kurd bişikînin.

 

Berxwedana kurd û wijdana mirovahiyê wan neçarî agirbestê kir

Her ku şer dewam dikir sûcên wanê şer giran dibû û hêrsa wijdanê mirovahiyê ya li dijî Erdogan û Trump roj bi roj bilind dibû. Herduyan biryara şer dabûn hewce bû herduyan şer rawestandina. Yê ku bi biryara xwe rê li dagirkeriya Tirkiyeyê vekiribû Trump bû, yê ku rê lê bigirta jî hewcebû ew bûya.

Trump neçar ma bikeve nava hewldanan. Di serî de ji fermandarê HSD’ê yê giştî General Mazlûm Ebdî re telefon kir û der barê agirbestê de nêrîna wî girt, dû re jî ji Erdogan re telefon kir. Piştî ku Trump dît ku Erdogan di faşîzma xwe de israr dike biryar da ku şandeya xwe bişîne Enqereyê.

Trump mirin nîşan da bi tayê razî kir  

Lê beriye ku lijneya xwe bişîne  Tirkiyeyê Trump hewl da mirinê nîşanê Erdogan bide ku wî bi tayê razî bike.Trump nameya xwe ya ku di 9’ê cotmehê de ji Erdogan re nivîsiye û tê de heqaretên giran li Erdogan kirine bi raya giştî re parve kir, di heman demê de qala sucên şer û qala darizandina Erdogan kir, qala wêrankirina aboriya Tirkiyeyê kir, bi vana ve girêdayî di meclîsê de biryara ambargoyeke dorfireh hat girtin, dosyaya Halkbankê xist rojevê û lijneya xwe ji bo pêk anîna agirbestê şand Tirkiyeyê. Wekî ku ji Erdogan re bibêje tu teslîm nebî û daxwazên me qebûl nekî tuyê bibînî çê tê serê te.

Erdoganê ku rojek berê qibe qiba wî bû digot ez lijneyê muxatab nagrim, muxatabê min Trump e, ez “terorîstan” muxatab nagrim û navbeynkariya tu kesî qebûl nakim û hetanî plansaziya me negihîje encamê em ranawestin û hwd. neçar ma li ber Trump çong dane û teslîm bibe. Erdogan neçar ma bi navbeynkariya Amerîkayê vîna kur muxatab qebûl bike û agirbestê qebûl bike.

Biryara agirbestê Erdogan ji çiravê rizgar nake

Lê wisa xwiya dike dê biryara agirbestê jî Erdogan ji wê çiravê rizgar neke. Piştî biryara agirbestê Yekitiya Ewropayê xwest dewleta tirk ji xaka Sûriyê vekişe.

Senatorê Emerîkî Graham got, heke Tirkiye ji Sûriyê venekişe em amadene derbeyeke mezin li Tirkiyeyê bidin. Baweriya min bi Erdogan nayê, dê hewldanên me yên pêk anîna ambargoyê bidomin.

Senatorê Emerîkî yê komarperest Mîtt Romney got, çima ji Tirkiyê re nehatiye gotin ku tu carî nekarê êrîşê mutefîkê me bike.

Şêwirmendê Esad Bûseyna Şaban got, navê vaya herêma ewle nîne herêma dagirkirinê ye.

Serokê parlamentoya Ewropayê Davîd Sassolî got, hewceye pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê were rawestandin û zext û zor bên zêdekirin. Biryarên ku der barê nedan çekan de hatine girtin hewceye peymanên berê jî di xwe de bihewînin.

Serokê Konseya Yekitiya Ewropayê Donald Tûsk agirbest wekî qaşo pênase kir û got ev ne agirbeste, ev biryara bê çek kirina kurd e. Ji bo bi tawîbûna operasyona leşkerî hewceye em bi biryar tevbigerin. Hewceye dewleta tirk leşkerên xwe paşve vekişînê û rêzê nîşanê hiqûqa navneteweyî bide. Peymana Erdogan û Pence ji daxwaza me re nabe bersiv.

Serokwezîra Almanyayê Merkel got, gelek caran min ji Tirkiyeyê xwestiye ku êrîşên xwe rawestîne.

Berdevaka wezîrê karê derve yê Rûs Mariya Zaharova got, hewceye Tirkiye hemû erdnîgariya ku dagir kiriye radestê dewleta Sûriyê bike.

Şêwirmendê Trump Larry Kudllow got, ji bo Tirkiyê were rê emê zextên xwe zêde bikin.

Endamê parlamentoya Ingilîztanê Davîd Alton got, ji ber êrîşên Tirkiyeyê peymana Cenevre û peymana nîjadkujiyê bi xeternaka betalbûnê re rû birû ne. Ev peyman sînorek ji şer re diyar dike heke ev sînor were bin pêkirin dê sûcên şer pêk werin.

Salih Muslim got, piştî ku me naveroka peymanê dît emê helwesta xwe diyar bikin.

Berxwedana 9 rojan Erdogan û Trump têk bir

Bi kurt û kurmancî berxwedana 9 rojan komploya Erdogan û Trump têk bir. Her çiqasî niha biryara agirbestê hatibe girtin jî encamê ji niha ve diyar e. Serketiyên şer ji niha ve diyar in. Erdoganê ku xwest bi dagirkirina Rojava qeyran û kirêtiyên xwe yên li Tirkiyê binixumîne û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike bi aqûbeteke gelek xerab re rû bi rû ye. Îhtîmaleke zêde demek şûnde dê destbirakê wî Pûtîn jî jêre bibêje “êdî ez jî nekarim te xelas bikim” oxir be ji te re.

Hesab dayineke giran li benda Erdogan e

Ecelê bizinê were nanê şivan dixwe. Êrîşa Erdogan a li ser Rojava tê wê wateyê. Mixabin dê aqûbeta dîktatoran di şexsê Erdogan de dubare bibe. Wisa xwiya dike ku Erdogan jî dê wekî hemû dîktatoran welateke wêranbûyî û civakeke parçe parçe bûyî li dû xwe bihêle û here.

Bê guman çûna wî nayê wateya hesab nedayinê. Ji bo hesab pirsînê di qada navneteweyî de roj bi roj deng  zêde dibin. Dibe ku hêza Trump jî têrî neke wî ji daraza sucên şer ên giran rizgar bike. Erdogan xwe xistiye çiraveke wisa ku tu kes û tu hêz nikare wî rizgar bike. Lê heke careke din berê xwe bide girava Îmraliyê û vegere mutabaqata Dolmabahçeyê dibe ku karibe sucên xwe yên giran hinek sivik bike.

Dikarî Biecibînî