Hevpeymana Tirkîtiyê neteweperestî ye

Rewşenbîrê tirk ê bi navê Bariş Ûnlû di pirtûka xwe ya bi navê Hevpeymana Tirkîtiyê de wiha dibêje; “Dema ez tirkîtî dibêjim ez, bêyî ku mirov pêbihase, halên ku; dîtin, hîskirin, bihîstin, têgihiştin, zanîn û nedîtin, nebihîstin, nehîskirin, tênegihiştin nezanîn û pirî caran bêyî ku were ferqkirin rewşa ku îmtîyazî ya tê jîn û wek normal tê pêjirandin fêm dikim.”

Bi gotinên me, Hevpeymana Tirkîtî ew peymana ku bêyî peymanek were mohr kirin lê ji ber hinek îmtîyazan hinek derdor li ser esasa parastina hesasiyetên tirkan jê feyde ango sûd werdigirin e. Hîn şenbertir, di dema avakirina nasnameya tirkîtiyê de di dema Îttîhadî Terakkiyan de sekna ku li hember komên ne misilman û ne tirk tê raberkirin. Bi gotinên Bariş Ûnlû; “Peymana ku bi nivîskî nehatiye mohrkirine yek jî xalên xwe yê girîng ew e ku li hember kesên ku ne misilman û ne tirk in çi di milê siyasî û çi jî di milê ilmî de qedexeya ku xebatan werin meşandin e.

Bi gotinên din, dema ku li hember kirinên dijî kesên xeyrî misilman (taybet jî ermenî) û kurdan nayê axaftin û nayê nivîsandin dikare ji îmtîyazên tirk bûyînê de sûd were girtin. Lê heman hevpeymanê de tê nîşandan ku ger li gorî vê tevgerînek nebe cezayên pir giran hebin.

Ev hevpeymana dijî ermenan di pevojaya Şerê Cîhanê ya Yekem de çawa hatiye karanîne herkes dizane. Bêguman ên ku di xebatên Îttîhadî Terakkî de cihê xwe girtin tenê tirkên faşîst û tirkperest nebûn. Gelek havirdor û taybet jî gelên din ên ku di milê olî de misilman jî bi şêweyekê ji bo ku ji mal û mulkên ermenan de feyde dîtin xwe bêdeng û ker kirin û pirî caran jî tev li kirinên kirêt bûn.

Lê pê re jî dema ku ev dijminatî bêrê xwe di salên 1925’an de da ser kurdan îcar hinek baskên dîtir ên vê peymanê ji bo feydayên xwe yê maddî û caran jî manevî xwe ker û lal kirin. Heta gelek caran tev li wan kirinên derveyî mirovî bûn.

Em bala xwe bidinê ji ber vê hevpeymana nenivîskî bi salan nivîskarek, rewşenbîrek û hunermendek tirk an jî yên ku xwe tirk didîtin ne nivîsandin û ne jî birînên kurdan anîne ziman. Berovajî çi rewşenbîr, çi hunermend, çi nivîskar, çi siyasetmedar, çi çep, çi hewirdorparêz û çi jî oldarek qirkirinên ku dewleta tirk kirine parastin û her tim kurd hov û neheq raber kirin.

Hevpeymana Tirkîtiyê hem di milê sûdwergirtinê de rol lîst hem jî di cezakirinê de. Dema ku li gorî hevpeymanê tevgerînek çêbûye îmkan hatine dayîne û îmtîyaz pêşketine. Kesên ku li gorî ve hevpeymanê tevgerîne çi di qada siyasetê de, çi di qada karmendî de, çi burokrasî de, çi akademiyan de, çi dadgerî û qada hunerî de dikarîbûn pêşbikevin. Lê dema ku ne li gorî hevpeymana ne nivîskî tevgerîne hemû tişt bûne asteng û heta tenê rêyek hatiye nîşandan, ew e jî yan zindan an jî rêv bûye.

Ji ber wê jî bi salan gelekan sekna sê meymûnan bi hostayî lîstin. Meymûnên ku ne bihîstin, ne dîtin û ne jî gotinek gotin, di esasê xwe de rastiya vê Hevpaymana Tirkîtiyê ye. Lê kengî dema ku caran di nava dewletê de gotinên nerm û çêkir wek dema Ozal pêşketin hinek kesan hinek tişt anîn ziman. Di salên 2000’î şûn ve jî dema ku di nava rejîm de hinek nakokî pêşketin jî hinek tişt derbarê kurdan de hatine gotin û nivîsandin.

Bila were bîra me di pêvajoya Newroza 2013’yan şûn ve çendî rewşenbîr, hunermend, akademisyen, siyasetmedar, kesê civaknas, demokrat, oldar ser kurdan û ji bo kurdan axivîn. Çendî netewperestiya dema Terteleya Dêrsim û her wiha rexne kirin. Çendî xebatên nû derbarên civaka kurd û li ser biratiya kurdan hatine nivîsandin! Bêguman çiqasî di dîrokê de kurd birayên tirkan in jî.

Lê wa demeke –taybet jî di 24’ê tîrmêha 2015’an vir de dewlet kurdan bi projeya Çok danînê dike hedef. Erîşên nirxên wan dike. Destdatîne ser şaredariyên wan. Erîşê dibe ser erdnîgariya wan. Kurdan wek bizina tawanbar nîşan dide û netewperestiye gur dike.

Pir balkêş e ku em gotinên Bariş Ûnlû der barê Hevpeymana Tirkîtiyê carek din bi zîndî dijîn. Qaşo ew ê demokrat, ew ê oldar, ew ê liberal, ew ê rojnameger, ew ê werzîşwan, ew ê hûnermend, ew ê akademîsyen, ew ê muhalîfên Erdogan, ew ê civaknasê sîvîl, ew ê sendîkalîst, ew ê fekîr û fukara, ew ê bêkar û bêşuxil û heta ew ê ku li Erdogan dûrketin û ji wî ne rehet bi yek dengî dijî kurdan bi netewperestî li kolanan ji bo dagirkirina Rojava li çepikan didin. Di kuştina kurdên misilman de bêyî ku êşek bijîn di camiyan de fetvaya kuştina kurdan didin.

Hevpeymana Tirkîtî ev e bi xwe ye. Hevpeymana ku kesên bê vîn ango bê îrade dike rewşa kerîbûyîn e. Kerî jî çawa tên ajotin herkes bi çavên xwe dibîne û dizane.

Dikarî Biecibînî