Têkçûyîna aborî û netewperestî

Celal Şasuwar

Li Tirkiyeyê krîzek binyadî-bunyewî kûr tê jiyîn. Ev krîz ango qeyran herî zêde di aborî de emarêyên xwe nîşan dide. Ji ber ku di krîzan de yên ku herî zêde bandor dibin çînên jêr û hinek caran jî çînên navîn in. Dema ku emarêyên bihabûnê, bêkariyê, bêşûxîliyê, îflasê, di bacan de zêdebûyîn û zam li ser zamanan tên, gel ango raya giştî dizane ku hinek tişt di rê de naçin. Bi gotinek din dema kêse ango kîsê diravan de pirsgirêk jîn dibin xelk fêm dike ku di welat de pirsgirêk ango qeyranek tê jiyîn.

Lê em dizanin ku derveyî van emareyên, emareyên qeyranên yek jî di zêdebûyîna kuştina mirovan de diyar dibe. Dîsa di milê exlaqî de ketinek xuya dike. Jin û zarok tên revandin û tecawiz zêde dibin. Rêxistinên wek çete di kolanan de hekîm dibin. Mirovên ku xwe întîhar dikin hejmara wan her diçe zêde dibe. Di qada siyasetê de zimanê hameset ango ajîtasyon û xapandinê gav bi gav derdikeve pêş. Heqaret dibe zimanê siyasetmedaran. Derew dibe rojane. Dewsa ku li ser mijarên sereke were rawestandin bi hevre mijûlbûyîn dikeve pêş. Hejmara polîsan di kolanan de zêde dibe. Leşker û îstîhbaratger bi qiymet dibin. Tundîtijiya polîs û leşker jî bi zêdebûyîna hejmar bi berçav zêde dibe. Netewperestî, olperestî, cînsiyetperestî heta zanînperestî zêde dibe. Siyasetmedarên ku bi welat tu tekiliyên wan nîne bi carekê ve dibin welatperwer, mîlethez. Em dibînin ku nirxên civaka berê yek bi yek têne ser ziman û bi carekê ve pê dîroka xwe ya kevn dikevin û heta dikevin pêşbirka vê û wan.

Emareyek din a krîzê hedefgirtina baskek civakê destpê dike. Heta gelek caran gel, bawerî û kêmnetewên din pir bi vekirî tên hedefgirtin. Gelê ku di rastiya xwe de êdî nikare xwe bi rêve bibe, feqirtî û xîzantiyê dijî, nikare nanek bibe mala xwe, sedem û sebebên xîzantiya xwe van derdoran dibîne û bêyî ku kûr bifikre wan derdorên ku ew ji bo rewşa xwe berpirsiyar digire hedef dike. Tenê hedef nagire pirî caran erîşî wan dike.

Her çendî di destpêkê de ev vekirî xuya nake jî yên ku gelê xîzan gûr dikin di rastiya xwe hêzên siyasî, hêna taybettir jî hêzên ku desthilatdarî destê wan de ye vê propagandaya qirêj dimeşînin.

Bêguman di rewşên wiha de desthilatdarî da ku bikaribe hestên netewperestî û olperestî hîn bêtir gur bike pêwîst dibîne ku giranî bide çekan. Êdî dem dema Çekên Mîlî ye. Ji gotina Mîlî êdî kesek nikare derbas bibe. Êdî arteş û şer têgehên pîroz in. Kesek nikare bêyî van bijî. Ev êdî dibe rewşek wiha ku qaşo yên ku ne netewperestî jî pêwîstî û pêdîvî dibînin ku serî li siyasetên netewperest bidin. Pêşbirka netewperestî serî xwe hildigire û diçe.

Tenê ev ne, ev şêweya siyaseta netewperestî ger ev dewletê misilman bibe heta camiyan xwe dirêj dike, ger ev dewlet xiristiyan bibe heta dêrê xwe dirêj dike. Bêguman ger cihû bibe heta havrayan û ger budîst bibin heta perestgehên wan xwe dirêj dike. Êdî camî, dêr, havra û perestgeh dibin navêndên siyasetên netewperestî. Haci, xoca, îmam, papaz, haham, rahîb dibin propagandîstên netewperestî û şovenî. Di van cihên pîroz de fetvayên şahadetê kêm nabin. Bangên feth kirinê kêm nabin. Zimanê dijî gelên dîtir her diçe bilindtir dibe û her wiha.

Em bimeyzînin, di hemû derên cîhanê de li ku derê de qeyrana jiyane gav bi gav tiştên ku li jor hatine ser ziman wiha rû dane. Li hinek cihan de ji bo derbaskirina vê rewşa aloz nîqaşên demokrasî destpêkirine. Bi nîqaş bi hêza xwe kirine yek hewldanê ku krîzên wiha bidin derbas kirin. Û rastî jî li ku derê bi vînek mezin û bi israr siyasetmedaran ji bo çareseriya van krîzan rê û rêbazên demokrasî kar anîne çareserî peyda kirine û bêyî ku ev gel û ew gelan trajîdiyan bijîn pirsgirêkên xwe derbas kirine. Bêguman ev bi rehetî nebûye, gelek caran ên ku li ser hukm têk çûne hinekê din hatine ser hukm û her wiha.

Lê mixabin di cîhana me de rêya ku piranî di dîroka mirovahî de me dîtiye ne ev rê ye. Rêya ku me pirî caran dîtiye û êşên mezin li ser mirovahî ferz kiriye rêya ku siyaseta heyî, ne demokratîk berovajî siyaset hîn hişktir û tundtir bûye, heta gelek caran ev hişkbûyîna wekî ku me li kesên wek; Enver Paşayê Îttîhadî Terakkî, Hîtler, Franco, Musolînî, Hirohito, Pînochet, Somoza, Batîsta, İdi Amin, Saddam û her wiha çi êşên giran li ser gelan ferzkirine jî dîtiye.

Di dîrok û wijdana mirovahiyê de ev kesan dîktator û faşîst in, siyaseta wan bi sedî sed qirkirina gelan bûye.

Lê ger em bixwazin fêm bikin ka kî taybetmendî ango xisleta dîktatoran û faşîstan raber dikin, tenê meyzindina siyasetê; netewperest, şerxwazî, di camiyan de fetvayên şahadetê, di aborî de têkçûyîn, cîneta ku civak dijî, tecawiza jinan û zarokan, xîzantiya ku kûr dibe û burjuvayên ku hîn zêde bi çêkirina çekên mîlî dewlemend dibin bimeyzînin.

 

Dikarî Biecibînî