Dosya: Berxwedana Dêrsimê- 3

Mehmet Şahîn

Ji bo Dêrsimê qanûnên taybet derxistin

Di 25’ê berfanbar a 1925’an de ji bo Dêrsimê qanûneke taybet ya bi hêjmara 2884’an hat derxistin. Di wê qanûnê de General Abdulah Alpdogan ( zavayê Nuredîn Paşayê ku qirkirina Koçgiriyê pêk anî bû) him wekî walî, him wekî dadger, him jî wekî fermandar ji bo Dêrsimê taybet hatibû peywirdarkirin.

Li gor wê qanûna taybet a ku gelek erkdariyên teybet di xwede dihewand, Abdulah Alpdogan dikaribû şaredar pêwirdar bike, dozger û dadger pêwirdar bike, biryara dardarkirinê bide, biryara mişextê bide û cihê mişextiyê diyar bike. Bi kurtayî Abdullah Alpdogan bi wê qanûnê wekî qralê Dêrsimê hatibû peywirdarkirin. Hertişt û her biryar di navbera herdû lêvên wî de bû. Di heman demê de bi wê qanûnê Dêrsim wekî bajar (wilayet) hat diyarkirin û navê Dêrsimê kirin “Tuncelî”

Îsmet Înonu nûsafa tirkirina kurdan amade dike

Bi fermana M.Kemal, Îsmet Înonu di sala 1935’an de ji bo venêrînê li tevahiya erdnîgariya bakurê Kurdistanê digere. Di encama wê gera xwe de di 21’ê tebaxa 1935’an de nûsafek pêşkêşî M.Kemal û hikûmeta wî dike. Ji ber ku ew nûsaf “pir veşarî bû” bi dehan salan di arşîvên dewletê de hat veşartin.

Di wê nûsafê de siyaset û polîtîkayên komara tirk ên li dijî civaka kurd bi gelek tespitên balkêş û gelek vekirî hatibû nivîsandin.

Ji naveroka nusafê çend mînak;

“ ji bo kurd bibin tirk hewceye ku zarokên kurdan û tirkan di heman dibistanan de bixwînin. Bajarê Amedê amade ye ku wekî navenda polîtîkayên tirkirinê bê diyarkirin … Yên ku li dijî me di nava êrîşan de ne axa û begê kurd in, yên ku wan dikin nava liv û tevgerê jî sixurên Fransiyanin… Heke em bajarê Erzeromê di demek kinde ji hêla aboriyê ve xurt bikin dê ev bajêr li bakûrê Kurdistanê wek navenda tirkbûyinê ji bo me li hember kurdan bibe keleheke girîng. Heta ku bajarê Erzînganê kurdewar be û wek navenda kurdêwariyê rola xwe bilîze ê her tim fikarên meyên avabûyina Kurdistanê hebin û dê ew fikar di cihde bin….” 

Îsmet Înonuyê ku bi eslê xwe kurd bû, kurd ji bo komara nû wekî neyarên herî dijwar nîşan dida û hebûna kurdan ji bo komara nû wek xetere didît. Û ji bo tirkirina kurdan, rê û rêbazên qirker û hovane nîşanê komara tirk dida. Helwesta Îsmet Înonu ji bo fêmkirina têkiliya di navbera kurdan û komara nû de mînakeke gelek balkêş û girîng e.

Xiyanet li ser kurdan tê ferzkirin

Komara tirk li ser nirx û pîvanên nîjadperestiya tirk ava bû û tunekirina kurdan esas girt. Lewre kurd êdî nedikarîn wekî kurdekî di nava pergala dewletê de cih bigre. Ji bo kurdekî karibe di nava pergala dewletê de cih bigre û bi awayeke payebilind di astên bilinde erkdar bibe hewcebû li xwe, li qewmê û li welatê xwe xiyanetê bike. Çiqasî xiyanetên mezin bike ewqasî dibû bi qedir û qîmet û payebilind.  Mixabin ew pîvan hêjî derbasdare.

Heke îro Erzerom, Erzîngan, Gumgum, Sêwaz, Meletî, Dîlok û Semsûr bûne navendên nîjadperestiya tirk sedem di wê nûsafê de eşekere ye. Bê guman qirkirina Dêrsimê jî encamê hişmendiya wê nûsafê ye. Ji ber ku Erzingan û Dêrsim bi hevûdûve girêdayî bûn, hetanî Dêrsim têkneçûya Erzingan nedibû navenda nîjatperestiya tirk.

Di nûsafa Celal Bayar de operasyona leşkerî heye

Di sala 1936’an de wezîrê aboriyê Celal Bayar ji bo çavdêriyê derdikeve gerîna Dêrsimê. Di encama wê gerîna xwe de nûsafek ya ku ji 69 rûpelan pêk tê amade dike. Ew jî di wê nûsafa xwe de qala nepêkhatina serweriya komara nû ya li heremê tîne ziman û ji bo pêkhatina serweriya komarê jî yekane rêbaza çareseriyê mudaxaleya leşkerî diyar dike.

Biryara qirkrina wezîran di li jineya wezîran tê dayin

Lijneya wezîran ya wê serdemê di 4’ê gulana 1937’an de bi zagona taybet ya Abdulah Alpdogan ve girêdayî biryarek “bi dizî” digre. Di wê biryara “bi dizî” de ev tişt dihatin nivîsadin;

“ Ji gelê heremê yên ku carek tenê jî serî hilda be dê ji herêmê bi komî bên derxistin û parçe parçe neqlê heremên din bên kirin. Li gorî wê biryarê, dê yekîneyên leşkerî bi ser gundan de bigrin, dê gundiyan hemûyan kom bikin, dê çek û amûrên şer hemû ji destên wan bên girtin û dê ew gundî kom bi kom mişextê bajarên din bên kirin. Ji niha ve ji bo mişextkirina 2000 kesî di her warî de amadekarî hatine kirin. Tenê bi êrîşên leşkerî ev pirsgirêk nayê çareserkirin, ji bo ku yên mayî carek din pirsgirêk dernexin hewceye ku ji heremê bên dûr xistin. Ji bo wê jî hewceye ku gundên serhildêr tevahî bên wêrankirin, gundiyên wan gundan jî tevahî ji heremê bên dûr xistin…”

Nûsaf hemû hişmediya komarê ya qirker vedibêjin

Di naveroka tevahiya wan belgeyan de siyaseta dewleta tirk a nîjadperest, qirker û pişaftker a li dijî kurd û bi taybet jî li dijî nasnameya Dêrsimê ya kurd gelek aşkera derdikeve holê. Dîsa naverokên wan nûsafan gelek eşkere bi me didin fêmkirin ku qewimînên 1937 – 1938 an tenê aydê wan salan nînin. Ji avabûyinê komarê şûn ve 10-15 sal berê de ji bo plansaziya Dêrsimê amadekarî destpêdikin.

Di wan nûsafan de xeynî plansaziyên leşkerî gelek tiştên din jî cih digirtin. Ji nûsaf û îstatîstîkên osmaniyan jî sûd hatibû girtin û der barê eşîrên heremê de gelek agahiyên dorfireh hatibûn nivîsîn. Li herêma Dêrsimê çend eşîr hene yek bi yek û bi tevahiya taybetmendiyên wan ve hatbûn nivîsîn. Eşîr ji çend kesan pêk tên, hêza wan a leşkerî ji çend şervanan pêk tê, çek û amûrên şer yên di destên wan de çine, hemû agahiyan yek bi yek bi awayeke dorfireh di wan nûsafan de cih digirt.

Çend sewalên eşîr yên mezin û piçûk û yên suwarî û yên bar hene, navbera çend eşîran de çi nakokî hene, ev nakokî dê çewa bên bikaranîn, kijan eşîr pêkane ku demek kinde piştgiriya dewletê bike. Têkiliyên eşîran ya navxweyî, têkiliya eşîrî û ya rêberê eşîr, têkiliya eşîr û ya rêbertiya olî û girêdana wan a bi ol re hwd.yek bi yek bi awayeke dorfireh hatibûn nivîsîn.

Li gorî dozger li Dêrsimê 42 eşîr û 110 hezar niştecih hene

Li Dêrsimê bi tevahî 42 eşîrên sereke hebûn. Tevî milên van eşîran ve ev hêjmar digihîşt 80 eşîran. Eşîrên Dêrsimê yên herî xurt û navdar; Haydaran, Demenan, Abasan, Yusufan, Baxtêran, Qûreyşan, Ferhedan, Kalan, Qara Balyan, Koçan hwd. bûn. Li gorî angaştnameya (îdîaname) dozgerê Dêrsimê Hatemî Şahanoglu yê ku 1937’an de ji bo daraza serhildêrên Dêrsimê amade kiri bû de serjimara Dêrsimê 110 hezar tê diyarkrin. Lê heke mirov di roja îroyin de jî piraniya hêjmara kesên ne keyd kirî yên li Kurdistanê bifikire û şert û mercên serdema 1938’an bide ber hev dê ev hêjmar gelek zêdetir derkeve pêşberê me.

Serok û rêberên kurd ji geşedanan haydar bûn

Belê Dêrsim ji hêla erdnîgariya xwe ve, ji hêla hêzên şervanên xwe ve, ji hêla kevneşopiya xwe ya berxwedêr a dîrokî ve ciheke gelek stratejîk û girîng bû. Hewcebû ku serok û rêberên Dêrsimê li gor wê giringiyê tevbigeriyana.

Bê guman serok û rêberên eşîran ji geşedanan hayîdar bûn û ji nêz ve dişopandin. ji bo nirxandina pêvajoyê û girtina bergîran li hev kom dibin û geşedanên ku pêk tên yek bi yek dinirxînin. Civîna serokeşîran li herêma çavkaniyên Mûzûrê pêk tê. Sîxurê MÎT’ê kesê bi navê Barbaros Baykara jî tevilî wê civînê dibe. Endamê MÎT’ê Barbaros Baykara pirtûka xwe ya bi navê “Dêrsim 1937” de axavtina Seyît Riza ya wê civînê wiha vedibêje;

“Axayîno, begîno êdî baş hatiye fêmkirin ku Gazî Paşa bi tevahiya dek, dolap û bobelatên xwe ve gav bi gav bi ser me de tê. Ji bo ku Dêrsimê ji kokê ve bişewitînin û wêran bikin bi her awayî amadekarî tên kirin. Nebêjin ku armanca wan tenê li ser me ferz kirina bac e. Paşayek wisa ji bo Dêrsimê erkdar kirine û anîne Xarpetê ku bixwaze darde dike,  bixwaze dikuje, bixwaze azad dike, her tişt di  nav lêvên wî de diqede. Dêrsima Şah Xizira qedîm navê wê guhertin kirin “Tuncelî” û bi Enqereyê ve girêdan. Wekî ku hûn jî dibînin li derdora Dêrsimê gelek leşker bicih kirine. Êdî her kes dizane ku dê biharê artêşa tirk êrîşê Dêrsimê bike. Gelê me ketiye nav hewldan û tatêla paraztina can û malên xwe. Ji gelên me kesên ku di rêyan de, din av erd û di nav kar û xebatan de û hwd. digrin wek koleyan di çêkirina avasaziyên dibistanan de, avasaziyên leşkerî û çêkirina piran de didin xebitandin. Bi wan kesan kevir û xwelî didin kişandin. Yên ku bertek nîşanê zilma wan didin rastî lêdan û heqeretên herî mezin tên. Armanca wan diyare, dixwazin her deverê erdnîgariya Dêrsimê bi eciqînin û wêran bikin. Kirinên ku bi serê serok eşîrê Demenan Cebrail Axa de anîne ji bo tevahiya dêrsimiyan şelqamek herî mezin û girîng e. Ji gelên me kesên ku diçin bajaran û kesên diçin nava erdên xwe li ser wan axavtina tirkî tê ferzkirin. Ji ber ku gelê me nizane tirkî biaxive rastî zilm û zordriyan tê. Ji bo wan kirinên xwe yên zordar û hovane li ser me bidin ferzkirin rê û piran çêdikin. Bi awayeke zelal diyare ku, armanca wan bi tevahî û bi her awayî guhertina nasnameya Dêrsimê ye…”.

Her çiqasî ev agahî bi destê sîxurekî hatibin nivîsîn jî, ji bo tespîtkirina pirsgirêka Dêrsimê û fêmkirina hişmendiya êrîşkar a ku berê xwe daye gelê Dêrsimê gelek girînge. Agahiyên sixur nîşan didin ku li dijî hişmendiya êrîşkar têgihiştîneke girîng bi serokeşîran heye û li dijî wê hişmendiyê biryardariya berxwedanê heye.

Dewleta tirk ji bo operasyoneke mezin amadekarî dikirin

Dewleta tirk ji bo oprasyoneke mezin amadekariyên xwe anîbûn asta qedandinê. Ji bo ku li heremê çekên xwe yên giran yên wek tank û topan bi cih bikin dest bi çêkirina rê, pir û pêve girêdayî qereqolan kiribûn. Ji bo bicihkirina qeroqolan statuya bajarokan dan navendên wekî Kahmût, Sîn, Karaoğlan, Amûtka, Tanzê û Heydaran. Di wan bajarokan de bi lezgînî dest bi çêkirina qereqol û kişleyên leşkeriyê kirin. Di heman demê de ji bo ku Mamekê (Dêrsim) bikin bajêr dest amadekariyan kirin. Heke ew rê û pir bên çêkirin dê artêşa tirk bi hêsanî bi keta herêma Dêrsimê û di cihên sitratejîk de xwe bi cih bikira. Ev bicihbûna dewletê tirk ya vê heremê ji bo kurdan xetereyeke gelek mezinbû.

Bi hezaran salan kurdên Dêrsimê bi saya erdnigariya Dêrsimê ya qedîm xwe parastibûn. Bicihbûna leşkerên tirk yên li cihên stratejîk ew awantaj hêdî hêdî ji destên kurdan derdixist. Beyê bikaranîna awantaja erdnigariyê ne pêkan bû ku kurd karibin li dijî hêza leşkerî û amûrên şer yên teknikî ya artêşa tirk xwe biparêzin. Lewre eşîrên Dêrsimê ji hatina leşker û çêkirina qereqolan gelek nerazî bûn.

Amadekariyên her du eniyan nîşaneyên şerê giran bûn

Her du eniyan jî ji bo şerek mezin amadekariyên xwe kiribûn. Amadekariyên ku dihatin kirin nîşan didan ku dê ev şer ne bişibiya şerên berê, dê wekî afetek mezin bi ser Dêrsimê ve bihata. Ji bo destpêka wê şerî mezin tenê hincetek biçûk bes bû.

Wezîrê karê hundir yê wî serdemî Şukru Kaya di axavtina xwe ya meclisê de wIha dibêje;

 “…Ji tanzimatê vir ve yanî ji 1839 an hetanî 1937 an ji hêla artêşa tirkan ve lê Dêrsimê yazdeh operasyon hatine kirin lê di yekî de jî encam nehatiye girtin…” Şukru Kaya di tespîta xwe de bi kurtahî digot, di yazdeh operasyonên sedsala dawîn de dewleta tirk tu carî li Dêrsimê bi ser neketiye. 

Şukru Kaya di heman axaftina xwe de qala amadekariyên operasyona dozdemîn dike û rê û rêbazên qirkrin, eciqandin û teslîmgirtina Dêrsimê bi awayeke zelal vedêbêj e.

Amadekariyên ku ji bo qirkirina Dêrsimê gav bi gav dihatin kirin di çapeniya tirkan de wiha cih digirin. Rojnameya bi navê Ulusê di hêjmara xwe ya 5’ê tîrmehê yê 1937’an de wan amadekariyan wiha dinirxîne;

“…Plansaziya mezina a islehkirina Dêrsimê didome, pir tên çêkirin, rê tên çêkirin, dibistan tên çêkirin, ji bo navendên leşekeriyê avahayên mezin tên çêkirin, makîne dikevin Dêrsimê, teleofon tên girêdan …. Bi kurtahî artêşa medenyetê li Dêrsimê li ser kar e, ev artêşa medenyetê mora komara nû li Dêrsimê dixe.”

Şîroveyên tevahiya rojnameyên wê demê heman tişt bûn. Plansazî û amadekariyên ku dihatin kirin, ji bo eciqandin, tepisandin û qirkirina Dêrsimê bûn lê çapameniya tirk wekî her carî ( bê guman îro jî heman tiştî dikin ) rastî bi awayeke berevajî nîşanê raya gîştî didan. (didome)

 

Dikarî Biecibînî