Dosya: Berxwedana Dêrsimê- 4

Mehmet Şahîn

Hinceta ku dewleta tirk li bendê bû çê bû

Ji bo destpêkirina operasyona mezin hinceta ku dewleta tirk lê digeriya di 21’ê adara 1937’an de roja Newrozê pêk hat. Ew hincet bi du bûyeran ve tê girêdan.

Yek; pira ji dar a ku di navbera bajarokê Paqs û Kahmûtê de li ser çemê Xarçîkê bû di 21’ê adara 1937’an de ji hêla eşîra Demenan û Heyderan ve hat şewitandin û xetên telefonên wê heremê jî hatin qut kirin.

Du; artêşa tirk bi hinceta ku ji gundên eşîra Yusufan çek kom bike çend tîm leşkeran bi ser gundên eşîra Yusufan ve rê dike. Leşkerekî ji wan tîmên leşkeran li gund destdirêjiya keçikekê dike. Kurê serok eşîra Yusufan Findik Beg bi wê bûyerê dihese û êrîş dibe ser wê tîmê û wê tîmê ji heremê derdixe. Bi ser wê bûyerê re li herêma Mazgêrdê di navbera artêşa tirk û şervanên eşîra Yusufanan de şer dest pê dike. Bi kurtahî di destpêkê de di navbera eşîra Yusufan û artêşa tirk de şer dest pê dike û dibe bingeha şerê mezin.

Ji bo diyarkirina helwestê serok eşîr li hev dicivin

Piştî qewimîna şerê navbera artêşa tirk û ya eşîra Yusufan ya Marçikê serokên eşîrên Dêrsimê ji bo biryarek hevpar bigirin di bin pêşengiya Seyît Riza yê rêberê eşîra Ebasan de li hev dicivin. Civîna serok eşîran di newala Zaxgê ya di navbera Helbar û Vank ê de pêk tê. Eşîrên ku tevilê wê civînê dibin evin; Ebasan (eşîra Ebasan wekî seyidên Dêrsimê tên qebûlkirin), Ferhadan, Qerabalyan, Bextiyaran,Yusufan, Demenan, Heydaran, Qureyşan, Kalan, Şêx Hesenan, Kewan, Lolan, Keçelan û Kozan Koçgirî ne. Di wê civînê de soz tê dayin ku dê her eşîr herema xwe li dijî dagirkeriya leşkerên tirk biparêze û nehêle leşkerê tirk bikeve herêma wan.

Qasidê aştiyê Bira Îbrahîm tê qetilkirin

Piştî bûyera 21’ê adarê demek bê dengî çêbû. Wê bêdengiyê çend rojan dom kir. Piştî wan çend rojên bêdeng rêberê Eşîra Ebasan Seyît Riza ji bo pêşî li bûyerên mezin bigre kurê xwe Bira Îbrahîm wekî qasid rêdike cem Abdullah Alpdoganê fermandarê herêmê. Bira Îbrahîm di vegera xwe de bi alikariya eşîra Qirganê bi komploya serdarê tirk Şevket li gundê Deştê yê girêdayî eşîra Qirganê de, di hundirê malekî de, di xew de tê kuştin. Bi ser kuştina Bira Îbrahim re Seyit Riza û şervanên xwe tevahiya xetên telefonên yê wê heremê birîn û şeva 26-27’ê adarê bi ser qereqola Sînê de digrin.

Plansaziya xwe ya şer xistin meriyetê

Fermandariya heremê (mufetîşiya umûmiya giştî) bi 500 cendirmeyan û filoyek balefiran bi lezginî bersîv da kurdan. Di heman demê de tumena 17 emîn ya Xarpetê bi hemû hêza xwe xistin nav liv û tevgerê. Tabûra topçiyan ji Xarpêtê rêkirin Xozatê. Ji Erzinganê alaya siwariyan sewqê heremê kirin. Çûn û hatinên Dêrsim û Xarpetê, Dêrsim û Erzînganê xistin bin kontrola xwe. Bi kontrolkirina wan rêyan têkilya Dêrsimê ya bi derdor re hat qut kirin. Ji xwe di serî de her tişt li gorî wê plansaziyê hatibû amadekirin û bi cih kirin. Tenê li benda hincetê bûn. Piştî ku ew hincet jî çê bû hêzên xwe yek bi yek berê wan didin herêma Dêrsimê û li gor plansaziyê li herêmê bi cih dikin.

Leşkerên ku ji bajarê Çanakale û ji bajarên Tirkiyeyê yên din anîbûn li gor plansaziyê li derûdorên herêma Dêrsimê hatin bi

cihkirin. Li hinek gundên Xozatê de yên wekî; Askîsor, Pakîrek, Derwêş Cemal û li gundê Tîrûşmekê ya Mazgêrdê de bi lezgînî qereqol hatin çêkirin. Filoyên balefiran yên ku li Xarpetê hatibûn bi cih kirin li gundên girêdayî eşîrên Demenan, Haydaran, Yusufan û Ebasan bê navber bombe dibarandin. Dersimiyan hetanî wê demê bombedûmaneke balefiran a bi wî rengî û bombeyên hawanan ên ewqasî mezin nedîtibûn. Armanca dewleta tirk ew bû ku bi wan bombeyên mezin tirs û xof têke dilê dêrsimiyan û derûniya wan xerab bike û hêvî û baweriya wan a serkeftinê bişikîne. Heke hêvî bêşike dê hêza şerkirinê jî bişikê û dê bi têkçûna xwe razî bûbûna. Bi wî awayî dê serkeftina artêşa tirk gelek hêsan bûbûya û plansaziya dewleta tirk biserketa. Bi kurtahî plansaziya dewletê ev bû.

Kurdên Dêrsimê ku bi sedan salan bi mêrxasî û şervaniya xwe erdnigariya xwe li dijî hemû êrîşan parastibûn bê guman dê li dijî van êrîşan jî li ber xwe bidana. Wekî her carê dê bersiva wan a li dijî êrîşan berxwedan bûya.

Di çar eniyan de berxwerdaneke dîrokî hebû

Berxwedêrên kurd êrîş birin ser qereqolan. Windahiyên gelek mezin dan artêşa tirk. Bi taybet di çar enîyan de gelek şerên dijwar qewimîn. Di wan çar enîyan de şervanên kurdan berxwedanek mezin, lêhengiyeke mezin di rûpelên dîrokê de qeyd kirin.

Enîya yekemîn enîya herêma Eşîra Demenan bû. Di enîyê de şervanên bi navê Îbişê Seyit Eli, Memê Kek, Hesê Gene, Hemê Ziwiqêj û Sîlpêt lêhengiyên gelek mezin nîşan didin.

Eniya duyemîn herema newala Qutiyê û Çiyayê Zelê bû. Ev herêm di navbera navçeya Qislê û bajarê Çewlikê de dimîne. Di wê enîyê de şerên dijwar li Buyer Saxê û Mêrga Çêkir de diqewimîn. Di wan şerên dijwar ên wê herêmê de, Qemerê Sor ê birarziyê Qemer Ağa,  Qemerê Qiliç ê nebiyê Eli Qiliç, Eli yê Mustafa û Hemedê Xidir Ağa berxwedan û lêhengiyên gelek mezin nîşan didin.

Enîya sêyemin herêma Mûzûr- Pulur û Erzinganê bû. Di wê eniyê de şervanên eşîrên Ebasan, Koro û Lolanê bi lêhengîyên gelek mezin li ber xwe didin.

Enîya çaremîn li navenda Dêrsimê bû. Herêma navbera Deşt, Axdat û Xozatê bû. Rêberê Eşîra Ebasan Seyît Riza û Serokê eşîra Bextiyaran Şahîn Beg û Yusif Beg jî di wê enîyê de cih digirtin. Di wê enîyê de şer gelek dijwar û dorfireh bû. Ji sînorê Meletî hetanî Sêwaz û Erzinganê, di qadeke dorfireh de li ber xwe didan.

Di 26’ê nîsana 1937’an de şervanên kurdan êrîş birin ser qereqola Askîsorê, di 27’ê avrêlê de êrîş birin ser Tabûra cendirmeyan ya 9 emîn, dîsa di heman rojan de êrîş birin ser biryargeya Tabûra ku li gundê navendê di “Nohût Tepe”yê de bi cih bibû. Arteşa tirk li dijî wan êrîşan tengezar bûbû, ketibû nav tengasiyên mezin û windahiyên mezin didan. Berxwedêrên kurd her çiqasî di wan êrîşan de hinek windahî dabin jî bi saya serkeftina ku bi dest xisrtbûn derûnî û bê moraliya windahiyên bomberana balefiran û ya top û çekên giranan ji ser xwe avêtibûn.

Roj bi roj artêşa xwe teqwiye dikin

Piştî wan êrîşan Serfermandariya Gîştî dibîne ku artêşa tirk li Dêrsimê dikeve nav tengasiyan û bi têkçûnê re rûbirû dimîne. Serfermandarî ji bo artêşa xwe ji têkçûnê rizgar bike roj bi roj bi hêzên nû teqwiye dike. Fîloya balefirên şer ên Eskîşehîrê jî sewqê heremê dike. Di heman rojê de wezîrê karê hundir, ji erkdarên dewletê yên heremê re talîmatek dişîne. Di wê talîmatnamyê de wiha tê gotin;

“ …serok eşîrên Dêrsimê ji bo hêzên hikûmeta me ji nav xwe der bixin, car caran êrîşên qereqolên me dikin û zirarê didin leşkerên me. Yên ku êrîş dikin ev eşîrin; Yukari Ebas Uşaxi, Heyderan, Yusufan û Kureyşa nin.  Ev eşîr hewl didin hêzên eşîrên herema Qislê, Xozat, Pulur û Pilemûrê jî tevlê berxwedana xwe bikin. Fikara belavbûn û bi hêz bûna hêza wan eşîran heye. Di tevahiya herêma kurdan de, bi taybet jî li Dêrsimê li dijî fikara pêşketina van geşedanan bi her awayî bila bergirên xurt bên girtin…”  

Ji fermandarên berxwedanê yê sereke yek Elîşêr e

Her ku diçû êrîşên artêşa tirk mezintir dibûn. Bi êrîşan ve girêdayî berxwedana kurdan jî firehtir dibû. Navenda biryargeha Seyîd Riza hawirdorên Halborî û Vankê bû. Pêşengê serhildana Koçgirî Elîşêr piştî bêencam mayina serhildana Koçgirî hatibû li gundê Seyîd Riza bi cih bibû. Alîşêr di berxwedana Dêrsimê de ji fermandarên herî girîng yeke. Navenda biryargeha Alîşêr li hêrêma Axdadê bû. Biryargeha Abdulah Alpdogan ê ku wekî qralê Dêrsimê hatibû erkdarkirin li Xozatê bû.

Yekîneyên leşker ên tirk di şeva 1-2’ê gulana sala 1937’an de xwe li herêmên wekî Beşîk Tepe, Qale Tepe yên li nêzî Mazgêrdê bi cih kiribûn. Di 3’yê gulanê de şervanên kurd êrîş birin ser wan yekîneyan. Di heman demê de êrîş birin ser yekînyên ku li derûdora pira Mazgêrdê û Gocarê hatibûn bi cih kirin. Şervanên kurd bi wan êrîşên xwe windahiyên mezin dan artêşa tirk.

Artêşa tirk neçar dimîne yekîneyên xwe paş ve vekişîne

Êrîşên berxwedêrên kurdan bê navber berdewam dikirin. Wan êrîşan moral û motîvasyona artêşa tirk serûbino kirin. Ji hêla moral ve têk çûn û hêza wan a şer şikest. Artêşa tirk neçar ma yekînyên xwe yên  ku li herêmên Bûcaq, Hakirî û Îrêsê bi cih kiribûn paşve vekişînin û li navenda navçeya Qislê bi cih bikin û hinek qereqolên xwe yên heremê vala bikin leşkerên xwe bibin li çiyayê Sipî bi cih bikin. Wan geşedanan nîşan dida ku artêşa tirk êdî nikare xwe bi yekîneyên biçûk biparêze. Di heman demê de ji bo teqwiyeyê ji her qadên Tirkiyeyê leşker sewqê Dêrsimê dikirin.

Dewleta tirk herêma civîna serokeşîran bombedûman dike

Serok û pêşengên berxwedanê jî dem bi dem dihatin gel hevûdu û pêvajo dinirxandin. Di civîna xwe ya Demenanê de eniyên berxwedanê û bi cihkirina hêzên xwe nîqaş kirin. Dê li kîjan herêmê çawa xwe bi cih bikin û dê kîjan eşîr kîjan herêman çawa biparêze yek bi yek nîqaş kirin. Bi saya sîxuran haya dewleta tirk ji wê civîna serokeşîran çêdibe. Ji bo qetilkirina serokeşîran ev civîn ji bo dewleta tirk derfeteke mezin bû. Heke êrîş bibira ser herêma civînê û çend serokeşîr bihatina kuştin dê morala berxwedêrên kurd têk biçûya.

Ji ber wê yekê artêşa tirk demildest ket nava liv û tevgerê. 15 balafirên şer bi hevre rakirin û li Çiyayê Qirqlarê, Çiyayê Zelê, Çiyayê Sor û Çiyayê Kasorê û gundên li derûdorên wan bombe barandin. Bombedûmanên hewayî hemû di bin pêşengiya keça Ataturk a manewî pîlota jin a yekemîn Sabîha Gokçen a de pêk dihatin. Bombeyên ku gundê Borê û derûdorên wê wêran kirin ji hêla Sabîha Gokçen ve hatin avêtin. Ew bombebarana ku li wan herêman pêk hat li gorî daxwaza artêşa tirk bi encam nebû. Tiştek bi serok eşîran nebû û tu yekî jiyana xwe ji dest neda. Lê li gundên herêmê li ser sivîlan qirkirineke mezin pêkhat. Ji gundiyan gelek kes hatin qetilkirin û windahiyên gelek girîng çêbûn.

Serfermandar Fevzî Çakmak di şer de cih digre

Serfermandarê giştî Fevzî Çakmak dît ku operasyona Dêrsimê li gorî daxwaza wî nameşe. Di destpêka meha gulanê de tê bajarê Xarpêtê û ew bi xwe mudaxaleya operasyonê dike. Piştî ku Fevzî Çakmak dibîne ku plansaziya wan têk çûye û bi ser nakeve ji bo êrîşên xwe yên nû plansaziyeke nû dide amadekirin. Li gorî plansaziya nû dê ji bo çewisandina kurdên heremê hemû rê û rêbazên kirêt bihatina ceribandin û dê tu nirx û pîvanên exlaqî nehatina naskirin. Ji hêla din ve jî dê ji bo îknakirina gel bi belavok û hemû cureyên amûrên propogandayê bangewazî bihatina kirin.

Serfermandarê giştî Fevzî Çakmak û cigirê xwe û serfermandarê cendirmeyan ê giştî di çarçoveya plansaziya nû de ji bo teqwiyeyên nû bajar bi bajar digeriyan. Hewl didan li bajarên wekî Enqere, Sêwaz, Xarpêt û Erzînganê yekîneyên nû ava bikin û berê wan bidin Dêrsimê. Dixwestin êrîşeke mezin û dorfireh bidin destpêkirin. Li gorî plansaziya nû dê beşeke leşkerên tirk êrîş bibirana ser herêma di navbera Çemê Xarçik û Çemê Mûzûrê. Beşekê jî dê êrîş bibirana ser Xozat û derûdora wê. Beşeke artêşê jî ji bo qirkirina heremên Pilemûrê, Pêrtak, Çemşîgezek, Melezgêrd, Pilûr, Mamekî û derûdorên Qislê hatibûn bi cih kirin. Dê yekîneyên artêşê hemûyan di hemdemê de dest bi operasyonan bikirina û di nava hevkarî û piştgiriyê de operasyona xwe berdewam bikirina.

Ji bo pêkhatina plansaziya artêşa tirk pêdivî bi destxistina hinek navendên heremê hebû. Ji bo wê jî hewcebû gav bi gav li heremê bi cih bûbûya. Ji bo wê yekê di dest pekê de êrîş bir ser navendên wekî navçeya Qislê, çiyayê Sor, çiyayê Sîm û çiyayê Qereoxlanê.  Di navbera herdû hêzan de şerên gelek giran çêbûn û ji herdû aliyan jî windahiyên gelek mezin çêbûn. Di encama şerê giran de di 20’ê gulana sala 1937’an de yekîneyên artêşa tirk heremên ku diyar kiribûn bi dest xistin. Ne li gor dilê wan be jî plansaziya xwe bi cih anî bûn.

Artêşa tirk bi bidestxistina wan herêman avantajeke mezin û stratejîk bi dest xistibû. Artêşa tirk êdî karibû bi hêsanî li heremê belav bibe û bi cih bibe… (didome)

Dikarî Biecibînî