Dosya: Berxwedana Dêrsimê- 5

Mehmet Şahîn

Li Dêrsimê şerê man û nemanê hebû

Li dijî operasyona dagirker û qirker berxwedaneke gelek mezin û canfeda li Dêrsimê hebû. Bi taybet li herêmên eşîra Demanan, Haydaran, Ebasan û Bextiyaran lehengî û berxwedanên bêhempa yên ku artêşa tirk ber bi têkçûnê ve dibirin hebûn.

Bi wan berxwedanên mezin ve girêdayî eşîrên herêma Pulurê jî tev li serhildanê bûn. Mixabin di heman pêvajoyê de eşîrên Qerebalî û Ferhad û şaxî yên ku di serî de soza berxwedanê dabûn li soza xwe xwedî derneketin. Hinek ji wan bûn alîgirên dewletê. Eşîra Yusufan a ku di serî de bi berxwedana wê şer destpêkiribû bû du parçe. Nîvê eşîra yusufan ref guhertin û bûn alîgirên dewletê.

Wekî berê jî me me qal kiribû serfermandarê giştî Fevzî Çakmak li gel êrîşên çekdarî bi belavokan şerê derûniyê jî li ser dêrsimiyan dimeşand. Di belavokên xwe de wiha bang li eşîrên Dêrsimê dikir; “Heke hûn ji berxwedanê dest bernedin û radestî dewletê nebin, hûnê bi xezeba artêşa tirk re rû bi rû dimînin û dê cih û warên we hemû bên wêrankirin û tune kirin.”

Dost û hevkarên dêrsimiyan tune bûn

Dê qirkirineke çawa li ser Dêrsimê bihata ferzkirin ji hevokên Fevzî Çakmak diyar bû. Dêrsim hatibû dorpêçkirin. Cîhan bê deng bû. Dewletên cîran hevkarên dewleta tirk bûn. Kurdên ku karibin bi hewara wan de herin tune bûn. Di wê dorpêçê de du rêbazên mirinê li ser berxwedêrên Dêrsimê dihatin ferz kirin. Heke radestî dewletê bibin dê piştî darazeke bi sosret bi qanûnî bihatana darde kirin. Heke li ber xwe bidin dê encama şerekî bê pêvan û bê exlaq de bihatana qetilkirin.

Wê heqîqetê li ser berxwedêrên kurd lêhengî û berxwedanek bê hempa ferz dikir. Lê di navbera herdû eniyan de ji hêla amûrên şer ve û ji hêla hêza leşkerî ve bê edaletiyeke gelek mezin hebû. Di destê şervanên kurd de tenê çekên kevin û çend fişekên wan hebûn Di destê artêşa tirk de ji balefirên şer yên herî pêşketî bigrin hetanî tank, top û çekên otomotîk yên herî giran û teknîkek gelek pêşketî hebû. Bi wê teknîka xwe şerek bê pîvan û bê sînor dimeşand. Zarok, jin, pîr hemû di hedefa êrîşên artêşa tirk de bûn. Dewleta tirk ji bilî qirkirinê tu şansek din nedida kurdan.

Ji bilî berxwedanê şanseke din tune bû

Kurdên Dêrsimê dizanîn ku piştî têkçûnê dê qirkirineke mezin dest pê bike. Lewre hetanî ji destê wan dihat bi lêhengiyeke mezin di erdnîgariya Dêrsimê de bihurk û cihên stratejîk bi taktîkên şerê gerila diparastin û nedihiştin ew cih bikevin destê artêşa tirk. Lê bi wan kêm derfetên xwe nikaribûn demek dirêj li hember wê hêza ku bi dehan qat ji wan zêdetirbû li ber xwe bidin.

Artêşa tirk hin cihên sitratejîk yên wek çiyayê Sor û çiyayê Qeroxlanê bidestxistibûn. Amedakarî dikir ku di pêngava duyemîn de hin cihên stratejîk ên din, ên wekî çiyayê Zel, çiyayê Ezîz Ebdal, çiyayê Poker û çiyayê Balikanê bidest bixe. Di operasyona ku ji bo bidestxistina wan cihên stratejîk dan destpêkirin de tevahiya gundên ku ketin ber wan şewitandin, wêrankirin û jin, zarok, pîr gundiyên ku ketin dest wan hemû qetil kirin. Mal û milk û sewalên gundiyan hemû desteser kirin.

Artêşa tirk herêma ku dixwest bigre girtibû. Lê nesekinî berê xwe da çiyayê Sincik û çiyayên derûdor yên heremê hemû zeft kirin. Gundên derûdorên wan çiyayan jî wekî yên din hemû ji qirkirinê hatin derbaskirin.

Rayedarên dewletê li Xarpêtê kom dibin

Bi ser wan geşedanan re di 18’ê hazîrana sala 1937 an de serokwezîr Îsmet înonu, Refîk Saydam, Kazim Orbay û Korgenaral Abdullah Alpdogan jî di nav de rayedarên dewleta tirk ên herî payebilind li Xarpêtê kom bûn. Di wê civîna xwe de plansaziya operasyona mezin a ku dê derbeya mezin a dawin çawa li kurdan bixin nîqaş dikirin.

Di qirkirin, wêrankirin û talankirinê de pîvan nas nekirin

Piştî 24’ê hazîranê gelek neqeb û cihên stratejîk ên Dêrsimê ketin destê yekîneyên artêşa tirk. Êdî karibûn gav bi gav ber bi kûrahiya Dêrsimê ve biçin. Ji hêla balafirên şer ve bê navber herêm dihat bombekirin, bi çekên giran dihatin gulebarankirin. Di encama wan bombe baran û gule baranan de gelek gund dihatin şewitandin û wêrankirin. Gundî dihatin qetilkirin. Şervanên ku hewl didan parazvaniya gel bikin ew jî bi gel re dihatin qetilkirin. Mal û millkên gundiyan dihatin talankirin, sewalên gundiyan desteser dikirin û radestî qaymeqaman dikirin.

Şer bi awayeke gelek dijwar û giran berdewam dike. Ji dest pêkê ve şeş serokêşîrên serekeyan wekî qadroyên pêşeng ji berxwedanê re rêveberî û pêşengî dikirin. Tam di wê pêvajoya xeternak de ji wan şeş kasan çar serok eşîr jiyana xwe ji dest didin. Windahiya wan çar serokeşîran bandoreke neyênî gelek giran li berxwedêran dike. Di nava wan çar kesan de Alîşêr û hevjîna xwe Zarîfe jî hebûn. Bi şahadeta wan çar kesan berxwedana Dêrsimê dikeve pêvajoyeke gelek giran û xeternak.

Pêşengê sehildana Koçgiriyê fermandar û dîplomat; Elîşêr

Elîşêr hem rêberekî leşkerî, hem jî dîplomatê ku bi çend zimanan dizanî û hem jî helbestvaneke gelê xwe bû.

Seyît Riza û Elîşêr peywira rêbertiya berxwedanê girtibûn ser milê xwe. Lewre bandora neyênîya hemû serok eşîran li milekî ya Elîşêr û Zarîife li milekî bû. Bi destê xiyaneta kurd qetilkirina Elîşêr û Zarîife ji bo berxwedêran derbeyeke mezin bû. Elîşêr û hevsera xwe Zarîfe fermandarên sereke yên berxwedanê bûn. Piraniya plansaziyên berxwedanê û taktîkên şer ji hêla wan ve dihatin amadekirin. Elîşêr di heman demê de şêwirmendê Seyîd Riza û şêwirmendê berxwedanê bû. Lewre qetilkirina wan li ser moral û motîvasyona berxwedêran bandoreke gelek xerab çêkiribû.

Di hedefa dewleta tirk de girtina Elîşêr hebû

Rayberê biraziyê Seyît Riza piştgirî nedida serhildanê. Li gundê Peyamî yê Xozatê bêalîbûna xwe îlan kiribû. Lê ji ber ku xizmê Seyît Riza bû baweriya Elîşêr pê dihat û karibû here cem Elîşêr. Ji ber ku car caran diçû cem wan di derheqê şervanan de gelek tişt dizanî.

Dewleta tirk dizanî ku aqilmendê berxwedanê û fermndarê herî girîng Alîşêr e. Lewre di hedefa operasyonên artêşa tirk de bi destxistina Elîşêr hebû. Ji bo bi destxistina wî hemû derfetên xwe û hêza xwe ya leşkerî seferber dikirin. Operasyonên li dijî hêrêma Elîşêr bê navber berdewam dikirin. Seyîd Riza jî ew rewş ji nêz ve dişopand.

Elîşêr derketina ji heremê red dike

Di pêvajoya ku şer herî zêde giran bû de Seyît Riza agahî ji Elîşêr re şand û jê xwest ku ji herêma Dêrsimê derkeve here derbasî milê Îranê an jî Iraqê bibe. Seyît Riza bi wê rêbazî dixwest fermandarê leşkerî yê kurd ê herî girîng û beşek hêza leşkerî ya Dêrsimê ji qirkirinan biparêze. Armanceke Seyît Riza ya din jî ew bû ku êrîşên artêşa tirk ên ku ji bo bi bidestxistina Elîşêr dijwartir bibûn hinek rawestîne.

Ji bo kurdan Elîşêr keseke gelek girîng bû. Elîşêr pêşengê serhildana Koçgirî bû. Di serhildana Koçgirî de dewleta tirk nekarî wî bi dest bixe. Di salên navbera 1931 û 1937’an de dewleta tirk êrîşê kîjan

Eşîrî an kîjan heremê bikira Elîşêr di hewara wan de diçû û di berxwedana wan de cih digirt. Niha jî li Dêrsimê li dijî êrîşên dewleta tirk berxwedan hebû û Elîşêr wekî lehgekî sereke pêşengiya berxwedanê dikir.

Ji ber ku Seyîd Riza taybetiyên Elîşêr dizanî ji bo dibetiya rewşeke têkçûnê Elîşêr wekî rêberekî ku karibe serhildaneke nû bi rêxistin bike û bi rê ve bibe didît. Dibe ku ji ber vê yekê jî xwestibe Elîşêr ji dorpêçê rizgar bike. Lê Elîşêr ew pêşniyaza Seyîd Riza red kir. Her çiqasî Elîşêr ew pêşniyaz red kiribe jî di nava serok û rêberan de nîqaş didomiyan û dixwestin Elîşêr ji bo derketina ji heremê îkna bikin. Di encama nîqaşan de biryar tê girtin ku bi Elîşêr re hevdîtin pêk bînin û derketina ji heremê li ser ferz bikin. Mixabin haya Rayber jî ji wan nîqaşan hebû.

Xiyanet û bêbextiya hezar salan dubare dibe

Endamê JÎTEM’ê Mîralay Nazmî Sevgen ê ku ji Koçgiriyê vir ve ji bo girtinê li du Alîşêr bû plansaziya xwe ya kirêt dixe meriyetê. Nazmî Sevgen ji bo plansaziya xwe ya kirêt birarziyê Seyîd Riza Rayber (Qopo) hildibijêre. Bi sozên dayina mal û milk û tenekeyek zêr wî dixapîne. Rayber bi tena serê xwe cesaret nake. Lewre ew jî birarziyê Seyîd Riza yê din Zeynel Top ê ku kirîvê Alîşêre dixapîne û dike şirîkê xiyaneta xwe.

Rojek piştî hevdîtinê di 9’ê tîrmeha 1937’an de ku Alîşêr amadekariya xwe ya derketina ji heremê dikir Zeynelê Xidê yê Mûrtî, Efendî yê Vankî, Misto yê Sûrê û Celoyê Ferî berê xwe didin wargeha Alîşêr û Zarîfe şikefta Palaxînê. Serekê çeteyan Rayberê Qop ê xiyanetkar li herêma Mezikê li benda wan disekine. Zarîfe dema ku dibîne ew kes nêzîkî şikeftê dibin hevalê xwe Alîşêr hişyar dike. Dibêje, “ Hevalê min, hatina van kesan ne ji bo xêre ye, em bi tedbîr tevbigerin” Alîşêrê dilpak dibêje “ Hevalê, tu nabînî di pêşiya wan de kirîvê me Zeynel heye tu çawa dikarî ji bo kirîvê me wiha bifikirî”

Her du jî ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe derdikevin pêşberî şikeftê. Piştî ku derdikevin pêşberî şikeftê xayin li wan gule dibarînin. Mixabin fişeka Mistoyê Sûrê di cih de şêrê gelê kurd Alîşêr dikuje. Zarîfe demildest çeka xwe dikşîne û berî wan dide. Ew jî ji koma xiyanetkar kesê bi navê Efendî dikuje. Misto dikeve şikeftê û êrişî Zarîfe dike.  Misto û Zarîfe dikevin erdê û li erdê hevûdu dikevizînin. Zeynel dikeve şikeftê Sebriyê biraziyê Alîşêr û Zerîfe ya ku li erdê ye herduyan dikuje. Ji ber ku hevjîna Sebrî bê çeke direve nava daristanê û xelas dibe.

Ji koma xiyanetkar yek dimire dudo jî birîndar dibin. Koma xiyanetkar piştî ku serê her sêyan jêdikin di şikeftê de lêgerîneke dorfireh dikin. Tiştên aydê wan, hemû berhem û alavên wanên di şikeftê de digrin ser milê xwe û diçin li Tilagê cem Rayberê Qop. Ji wê derê bi hevre diçin bîryargeha leşkeriya tirk. Di biryargehê de endamê JÎTEM’ê Nazmî Sevgen wan pêşwazî dike. Efser Nazmî Sevgen serê her sê lêhengan û hemû berhem û alavên wan teslîmê fermandarê herêma Dêrsimê Abdulah Alpdoganê zavayê Sakali Nûredîn Paşa dike. Dr. Nûrî Dêrsimî di pirtûka xwe de dibêje dema ku Alîşêr hat qetilkirin 75 salî bû.

Mirina Elîşêr ji bo berxwedanê derbeyeke mezin bû

Elîşêr ji serhildana Koçgiriyê vir ve li dijî dewleta tirk wekî lehengekî li ber xwe dida. Siyasetmedar, ferman da û şervaneke xwediyê cerebeyên gelek mezin bû. Bi xiyaneteke bêbext û bêexlaqa bi awayeke gelek erzan hatibû qetilkirin. Mirina Elîşêr bû sedema têkçûna moral û motîvasyona berxwedêran. Bu sedema şikestina hêvî û bendewariya serkeftinê.

Rayber xwesteka fermandarê tirk Abdulah Alpdogan anîbû cih. Lê wê xiyaneta wî jî têrî nekir ew ji xezeba artêşa tirk rizgar bibe. Piştî du salan Rayber ji hêla artêşa tirk ve hat dardekirin.

Piştî mirina Êlîşêr berpirsiyariya serhildanê hemû ma li ser milê Seyît Riza û serokeşîrê Eşîra Bextiyaran Şahîn Axa. Êdî di hedefa artêşa tirk de ew her du hebûn. Hemû êrîşên wan li ser wan herdûyan bûn. Armanca wan a sereke an mirî an zindî bi dest xistina wan herduyan bû.

Qelsbûyin rê li xiyanetan vedike

Di tîrmeha sala 1937’an de artêşa tirk gelemperiya erdnîgariya Dêrsimê bi dest xistibû. Ew jî dihat wateya qirkirina civaka kurd. Berxwedêran jî dizanî ku êdî encam girtin gelek zehmet e. Seyîd Riza di wê pêvajoyê de ji bo piştgiriya eşîrên Pulurê bigre derbasî herêma Pulurê dibe. Seyîd Riza hêvî dike ku bi piştgiriya eşîrên Pulurê rewşê biguherîne.

Ji hêla din ve her ku berxwedan qels dibû xiyanet jî zêde dibûn. Kesên ku berê newêribûn xiyanetê bikin bi qelsbûyîna berxwedanê re bi awayeke aşkera dest bi xiyanetan dikin. Artêşa tirk bi cerebeyên xwe yên sedan salî di nava civakê de sixûrî roj bi roj kûrtir dike. Di derbarê cih û warên Seyît Riza û Şahîn Axa de agahî kom dikir û demildest êrîşî wan deveran dikir. Ji milê din ve jî ji bo şervanên kurd teslîm bigre û bikê sixur serî li dek û dolabên xwe yên kirêt ên hezar salan dida. Malbatên wan li dijî wan bi kar dianî, weadên wekî efû, pere û hwd. didan wan. Dixwestin wan bi hevûdu bidin kuştin, an jî li hevûdu xiyanetan bikin û hevûdu bidin dest artêşa tirk.

Texmîn kirina wêneya Dêrsimê ne zehmet e

Artêşa tirk  li gorî hejmara ku di girtekên xwe de diyar kiribûn, di pêvajoya pênc mehan a ji destpêkê serhildanê heta meha cotmehê 4.991 çek hatine desteser kirin. Heke mirov hêjmara desteserkirina çekên serhildanên berê û hêjmara komkujiyên wan serhildanan bide ber hevûdu û bi sedan gundên şewitandî, wêranbûyî, talankerî û komkujiyên ku li wan gundan pêk hatin bîne ber çavê xwe mirovê karibe wêneya ku di sala 1937’an de di encama 5 mehande li Dêrsimê derketiye holê texmîn bike… (didome)

Dikarî Biecibînî