‘Çavê li deriyan xwelî li seriyan’

Mem AVBA

Gelo kurd ji azadiyê re hazir in? Ez zen dikim ku her kurdek bê dudilî dikare bersivê bide. Hêj di serî de em bêjin ku di vê sedsalê de kurd ji her kesî zêdetir azadiyê heq dikin. Kurd, heyama xwe ya egîdiyê dijîn. Ji vê fikar nîn be jî, divê kurd kumê xwe deynin ber xwe û bi çend rastiyên ‘tehl’ re rûber bin.

Diyalektîka hebûnê rastiyekê fêrî me dike: “Li ku derê ketin herî zêde û kûr be, ji wir rabûn û derketinên herî mezin pêk tên.” Kurd û welatê wan Kurdistan di heyama netewe dewletan de bûn qurbaniyê berjewendiyên zirhêzan û ji dagirkerên Kurdistanê re hat pêşkêşkirin. Lewra ev çend sedsal in ku li dijî kurd û welatê wan qirkirineke bêhempa pêk tê. Di encama van pêvajoyên dijwar de hebûna kurdan anîn ber nîqaşê! Ev ji bo qewmekî trajedî û qirkirina herî mezin e. Tişta herî dilsoj jî ew bû ku beşeke girîng a kurdan jî bi ‘rêbazên spî-nerm’, an jî bi ‘rêbazên reş-tund’ ji vê dan bawerkirin. Bi gotina Abdullah Ocalan “Yek ferdê kurd nehiştin ku bi rastiya xwe re xiyanet nekirî!” Belê, ev şerm û rûreşiya mirovahiyê bû. Lê belê di vê de qet para kurdan nîn bû gelo? Ez bawer nakim ku bersiv ‘na’ be! Erê ‘diz sûcdar e lê kêmasiya xwediyê malê jî heye’ ku derî û paceyên xwe baş asê nekirine.

Sedemên vê cêwaz in. Ji derfetên madî-aborî bigire heta teknîkê, heta konjektora demê, heta hesab û bazarên zirhêzan sedemên bandorker in bêguman. Lê belê ev rastî ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gel û civakan derbasdar bû. Ji bo wê divê em ji vê wêdetir binêrin. Sedsala dawî jê derxin, çend sedsalên dawî, hûr û gir, tu gel û qewmên cîran bi qasî kurdan ji bo xweparastin û sazûmaniyeke xurt a civakî û gelêrî ne xwedî hêz û derfetên guncav bûn. Lê di encamê de rastiya trajîk a li jor hatî vegotin pêk hat. Gelekî ku li herêmê xwedî paşeroj û mîrateya deh hezar sal zêdetir e, hate rewşeke wisa ku hebûna wê hat nîqaşkirin. Ji vê xirabtir çi heye gelo?

Bi vê derbrinê em nabêjin bila kurd jî weke netewe û qewmên cîranên xwe bibûna dewlet û zordest. Lê belê dikariyan bi feraset û hişmendiya kevneşopî û nirxên xwe yên civaka demokratîk, ji xwe re pergal û sazûmaniyek çêbikirina û xwe biparastana; cihê xwe yê di nava civakên cîhanê de çêkirina ku nebûna bindest û dagirgeha zordest û zaliman! Mixabin ev pêk nehat. Kurd, bêtir bi hev re mijûl bûn. Hêza xwe li dijî hev bikaranîn. Her eşîr, mîrektî û begîtiyeke kurd, hema bêje bi qasî dewleteke herêmê xwedî hêz û dewlemendî bû. Lê mixabin ev hêz, bi navê mêrxasî û egîdiyê piranî di hundir de hat xerckirin.

Ya rast, şer û cenga kirî jî, ne li ser navê xwe, piranî li ser navê kesên dîtir kirin. Lewre nebû malê wan. Di her du şerê cîhanê de, civaka ku herê zêde şer kirî û bedel dayî, yek jê kurd in. Lê heft mixabin bi hesabê kesên dîtir ev kirine. Ji bo wê piştî bêderê, kurdan ji genim para xwe negirtiye!

Bêguman heta vê derê, kêm zêde tê zanîn. De vêca em kumê xwe deynin ber xwe, kiras û rûpoşa ku serdestan ji bo çavtarîkirinê li me kirî, ji xwe bixin û li rastiya xwe vegerin. Heyama em têde, xwedî wê xisletê ye ku çend sedsalan carek derfetên wiha guncav pêk tên. Konjoktor, şert û mercên herêm û Kurdistanê ji vê re guncav in. Belê, niha ji ber ceng û berxwedana bêhempa her kes ji me re çepikan lê bide jî, kes azadî, aramî û destkeftiyan li ser sêniyên zêrîn pêşkêşî kesî nake. Em ji raboriyê vê dizanin. Yê ji bo vê herî zêde bedel dide jî, dîsa kurd in. Wê demê çima em hewldanên xwe nabin serî, bi encam nakin. Nexwe divê asûya me firehtir, ramanê me kûrtir, bîr û baweriya me zelaltir û zindîtir be; şens û lukseke kurdan a ku biçûk, takekesî û rojane bifikirin nîne. Çimkî hê jî pergala dewletî kurd weke hebûn qebûl nekirine. Mînaka vê ya herî şênber, dewleta tirk li pêş çavê hemû cîhanê welatê wan dagir dike, qirkirinê pêk tîne, demografyayê diguhere, kesek dengê xwe jê re nake, berovajî çi bi bêdengiyê, çi jî bi daxuyaniyên bêar piştgirî didinê. Pêşiyan gotiye “Çavê li deriyan xwelî li seriyan”. Kurdan ‘navika xwe’ ji zû de birîne û ‘çilikên xwe’ jî deranîne..

Belê kurd, di vê serdemê de hem ji hêla civakî ve, hem ji hêla leşkerî ve gihane asteke hêja ya rêxistinkirî. Dîsa di nava gel û civakên cîhanê de bûne hêvî û baweriya azadiyê. Bêguman ev girîng û hêja ye lê nebes e. Çend sal berê niha Ocalan ji bo gel û Tevgera Kurd  gotibû, “…dibe ku di rojekê de sed hezar kes jî bên qetilkirin. Divê hûn xwe ji vê re amade bikin” û bal kişandibû ser rêxistinbûn, sazûmanî û şerê gel ê şoreşgerî. Lê bi geşedanên dawî re, bi awayekî biêş hat dîtin ku kurd di vê mijarê de hem weke tevger hem jî weke gel, zêde ne xwedî amadekarî û bergiriyê ne.

Lewma divê gelê kurd, heke pêkan be yekitiya xwe ya neteweyî çêbikin, heke ev guncav nebe jî bi hêza gel a rêxistinkirî bikevin nav tevgerê. Organîzebûna bi pêşbînî û zanebûna dîrokî ya navhevrebûna duh-îro-sibe pêwîst e. Divê her kes rol û mîsyona xwe bileyze û erk û peywira xwe pêk bîne. Pêwîst e kurd vê bizanin ku ev ne fedakarî  û minetek e; bivênevêyeke dîrokî ye. Dîsa divê kurd baş bizanin ku tu kes bê bedel nabe xwedî destkeftiyan, ancax bi têkoşîn bû berxwedanê hebûna xwe têkûz bikin. Nexasim di roja me de ev ne pêkan e. Lewre ne bi zimanê mexdûriyet, gilî û gazincan, ne zimanê bendewarî û hewariyê, ne jî bi palpişta hêzên zordest ku bi xwe kiryarên vê encamê ne; bi hêza xwe ya bîrdozî, rêxistinbûn û tifaqa gelên azadîxwaz û demokratîk a cîhanê ev pêkan e. Lewre divê her welatiyek Kurdistanê bi erk û peywira xwe rabe. Divê şervan bi şervantiya xwe, siyasetmedar bi siyaseta xwe, dîplomat bi dîplomasiya xwe, rojnameger bi rojnamegeriya xwe, civak bi berpirsyariyên xwe, hwd. her sazî û kesayetî bi binbariyên xwe rabe û yekpareyî vê sedsala ku bi berxwedanê xemilandî, bi serkeftinê tacîdar bikin. Her miletek wiha hest û giyana xwe ya neteweyî diafirîne û dibe civak, dibe gel, mafên xwe bi dest dixe. Weke heta niha bi dirûşma“lêxe gerîla lêxe”, ji niha şûnde jî bi strana, “şervano” her kes berpirsyariyên bixe stûyê yekî dîtir û jê dûr bisekine, mixabin wê encam cudatir nebe; her wê hesab û planên hegemon û dagirkeran li ser kurdan hebin. Lewre serkeftin, bi têkoşîna bênavber û piralî pêkan e, tu rêyekî din nîne. Ji xeynî şikandina qeyd û bendên bindestiyê, tiştekî ku kurd winda bikin nîn e!

Dikarî Biecibînî