Dosya: Berxwedana Dêrsimê- 6

Mehmet Şahîn

Li dijî êrîşan parazvaniya rûmetê

Li Dêrsimê şereke bêman hebû. Şerê berxwedana kêleha parazvanê nasnameya kurd û keleha zilm û zordariya komara tirk hebû. Dêrsimiyan li dijî êrîşên tunekirinê parazvaniya rûmeta xwe û hebûna nasnameya xwe dikirin. Lewre ji bo Dêrsimiyan şerê man û nemanê bû. Li dijî teknîka pêşketî, li dijî çekên herî giran, li dijî xiyanetan, li dijî dek û dolabên bêbext bi awayeke canfeda li ber xwe didan.

Kurdên Dêrsimê bi jin û mêr ve kesên ku destê wan çek digirt di nava berxwedaneke mezin de bûn.  Tiştê ji destê wan dihat bi zêdehî dikirin. Lê şert û merc û derfetên wanên ku karibin demek dirêj li dijî wan êrîşên topyekûnên hovane li ber xwe bidin tune bûn.

Gundên derûdor yek bi yek dihatin şewitandin û wêrakirin, gundî hemû dihatin qetilkirin. Kêm kesên ku ji ber gulebaranên wan sax diman li hev kom dikirin, ji Dêrsimê derdixistin û berê wan didan bajarên din. Hêz û çavkaniya bingehîn a berxwedana gelê Dêrsimê bû ew gel ji Dêrsimê dihat derxistin. Dewleta tirk ji bo girtina masiyan dixwest behrê zûwa bike. Hinek gundiyên ku qetlîamên artêşa tirk didîtin ji bo heman aqûbet bi serê wan de neyê teslîmê artêşa tirk dibûn û cih û warên serhildêran nîşanê artêşa tirk didan.

Şahîn Axa jî bi destê xiyanetê tê kuştin

Di 26’ê tebaxa sala 1937’an de serokê eşîra Bextiyaran Şahîn Axa jî bi destê birarziyê xwe Xidir ê kurê Pirço ve (Pirço zirbirayê Şahîn Axa ye) wekî Elîşêr bi xiyaneteke bêbext û bêexlaq tê kuştin. Kuştina Şahîn Axa pişta serhildêran dişikîne. Di heman rojan de Îbîş ê ku wekî lêhengekî ji şervanên eşîra Demenanê re pêşengî dikir bi xiyaneta endamên eşîra xwe tê kuştin. Serê her du lêhengan jî wekî yên din jêdikin û radestî fermandarên tirk dikin.

Êdî di hedefa artêşa tirk de Seyît Riza û şervanên xwe hebûn. Bi taybet jî serok û rêberê serhildanê Seyîd Riza hebû. Heke rêber û pêşengê serhildanê Seyîd Riza bihata tasfiyekirin dê tasfiyekirina şervanên ku mane û li ber xwe didin gelek hêsan bûya.

Hatina zivistanê dewleta tirk xistibû nava tirs û fikaran

Artêşa tirk dizanî ku zivistana bi ser wan de were dê nikaribin li wan çiyayên qedîm xwe bigrin. Lewre ji bo ku beriya zivistanê Seyîd Riza bigrin çi ji destê wan dihat dikirin. Hemû rê û rêbazên xwe yên kirêt xistibûn meriyetê.

Agahî digirin ku Seyîd Riza li herêma Ûzûn Meşe yê dimîne. Hêrêma Ûzûn Meşeyê di herêma Eşîra Koçanê de bû. Demildest herêm ji hêla artêşa tirk ve tê dorpêçkirin û jor de jî bi balafirên şer bênavber li heremê bombe dibarînin. Di wê şerê ku bi navê “Muharebeya Kozlûçayê” tê zanîn de Seyît Riza xwe ji dorpêça leşkerên tirk rizgar dike. Lê hevsera xwe ya biçûk Besê, kurê xwe Şêx Hesen û nêzî hezar şervanên xwe di vê şerê bêeman de winda dike.

Seyîd Riza li çiyayên Mûzûrê bi cih bûbû. Li gorî şert û mercên şerê zivisatnê amadekariyên xwe dikirin. Lê heman tişt ji bo dewleta tirk nêpêkan bû. Di di demsala zivistanê de man û şerkirin artêşa tirk li ya wê herêmê ne pêkan bû. Ji ber vê yekê hewcedariya dewleta tirk bi navber dayîna şer hebû.

Dewleta tirk wekî her carî dest bi dek û dolaban dike

Piştî ku dibînin di şerde nikarin Seyîd Riza têk bibin û wî bi dest bixin fermandarê artêşa trik ê heremê bi ser waliyê Erzînganê re ji Seyît Riza re peyamek dişîne. Di wê peyamê de wiha tê gotin;

“Dê hemû xwestekên Dêrsimiyan bên qebûlkirin û bên bi cih anîn. Di pêvajoya şer de zirar û ziyana ku ji hêla dewletê ve hatiye dayîn hikûmeta me amadeye ku tanzîm bike, tu pirsgirêka me bi gelê heremê re tune ye, em dixwazin wekî du bira di nava aştiyê de bijîn… ji bo çêkirina peymanê rayedarên dewletê dixwazin bi te re hevdîtinê bikin…”

Ji bo qirkirinên artêşa tirk ên ku bênavber li ser gundan pêk tên rawestin Seyîd Riza baweriya xwe bi soz û bexta dewleta tirk tîne û pêşniyara hevdîtinê qebûl dike. Seyîd Riza ji bo hevdîtina xwe ya ku bi rayedarên dewletê re pêk bîne ji girêgêrên pêşengên serhildanê yên mayî lijneyeke ji 10 kesî ava dike û di 12’ê îlona 1937’an de ji bo hevdîtinan bi tevî lijneya xwe ve diçe avahiya walîtiya Erzînganê. Lê dewleta tirk wekî her carî li ser soz û bexta xwe nasekine. Bê bextiya xwe ya dîrokî ya ku tu pîvan û exlaq nas nake di şexsê Seyîd Riza û hevalên wî de careke din nîşan dide. Seyid Riza bi tevî hevalên wî ve tên girtin, dest û lingên wan tên zencîrkirin.

Dîl girtina Seyît Riza ji bo dewleta tirk serkeftineke gelek mezin bû. Mufetîşê umûmiyê 4 emîn General Abdulah Alpdogan wekî fermandarê herêma Dêrsimê ji pêvajoya destpêka şerê Dêrsimê heta girtina Seyîd Riza risteke gelek girîng lîstibû. Piştî dîl girtina Seyîd Riza peyamên pîrozkirinê li Alpdogan dibarin. Di wê pêvajoyê de ji kesên ku Alpdogan pîroz dikin yek jî M.Kemal bixwe ye.

Daraz wekî şanoyê pêk tê

Seyîd Riza û hevalên wî ji bo darazê ji Erzînganê dibin Xarpêtê. Ji bo hêvî û vîna berxwedêran bişikê demildest dest bi daraza xwe ya qaşo dikin. Di nava wî lijneya ku ji 10 kesan pêk dihat de kurê Seyît Riza yê biçûk Resik Huseyîn, Qamber ê serokeşîrê Yûsûfanê û Seyîd Huseyîn ê serokeşîrê Qûreyşanê hebûn. Piştî darezeke wekî şanoyê Seyîd Riza û kurê xwe jî dinav de 7 kes bi cezaya dardekirinê tên cezakirin.

Seyîd Riza li dijî biryara dadgehê berteka xwe wiha tîne ziman; “Em ewladê Kerbelayê ne, tiştê ku hûn dikin eybe, şerme, zilme, qetile”

Li gorî makeqanûna Tirkiyeyê ya wê demê kesên ku temenê wan ji 65 salî berjortir û ji 18 salî berjêrtir bin nedihatin dardekirin. Seyîd Riza 75 salî bû, kurê wî Resik Huseyîn 16 salî bû. Li gorî makeqanûnê dardekirina wan nepêkan bû. Ji bo rejek beriya rojê wan darde bikin di şevekî de bi biryara dadgehê temê Seyîd Riza anîn jêrê 65’an, temenê kurê wî jî kirin zêdeyê 18 salî. Qanûna wan di destê wan de bû. Hincetên xwe li gorî qanûnên xwe amade dikin.

Piştî pirsgirêka temenê ji holê hate rakirin 7 serok û rêbarên kurd di 15’ê mijdara 1937’an de li Qada Bazara Genim a Xarpêtê tên dardekirin.

Xwesteka herî rewa û însanî nehat qebûlkirin

Beriya ku Seyid Riza bê darde kirin li gor ûsûl xwesteka wî ya dawîn jê têpirsîn. Seyid Riza dibêje; “ Min beriya kurê min Resik Huseyîn darde bikin ku ez dardekirina wî nebinim”.  Lê dewleta tirk wî xwesteka Seyîd Riza ya herî mesûm û însanî jî qebûl nake. Li ber çavên wî kurê wî darde dikin dûre jî wî darde dikin.

Seyîd Riza peyameke girîng dide şopdarên xwe

Seyîd Riza di dawiya darazê de piştî ku cezaya dardekirinê li wan tê birîn du hevokên gelek watedar ên ku hewceye tu carî kurd jibîr nekin tîne ziman. Pêşengê kurd Seyîd Riza wiha dibê je; “ Belê, min bi dek û dolap û hileyên we re serî nekir der, bila ev ji bo min ders be, lê min jî li ber we çong neda bila ew jî ji bo we derd be” Seyîd Riza ev peyama xwe ya girîng wekî şîretekî giranbuha dihişt ji nebiyên xwe yên şopdarên xwe re.

Seyîd Riza dema ku ber sêdarê ve diçe wiha dibêje ; “Ez kesekî 75 salî me û ber bi şehîdên Kurdistanê ve dibezim. Ez di wê baweriyê de me ku ciwanên kurd dê tola me hilînin. Bijî Kurd û Kurdistan…” Bê guman ev hevok nîşaneyên biryardariya wî ne.

Piştî girtina serok û rêberan berxwedanê dom kir

Rêberên sereke yên wekî Seyîd Riza, Elîşêr, Şahîn Axa û hwd. bi awayeke hovane hatibûn qetilkirin. Li gel wan piraniya gelê kurd ê Dêrsimê jî yan hatibûn qetilkirin yan jî hatibûn mişextkirin. Tevî vê yekê ve jî hin kesên ku mabûn dest ji berxwedana xwe bernedan.

Piştî girtina Seyîd Riza û hevalên wî yên ku pêşengî ji serhildanê re dikirin îhtîmala serketina berxwedanê nemabû. Îhtîmala derxistina dagirkeran a ji Dêrsimê jî nemabû. Lê dîsa jî berxwedêran dest ji berxwedana xwe bernedan. Kesên ku ew qetlîam li ber çavên xwe dîtibûn û bibûn şahedê hovitiya artêşa tirk ji bo parastina rûmeta xwe û ji bo tol girtina wan komkujiyan dest ji berxwedana xwe ya bi rûmet bernedan. Li gel hemû astengiyan berxwedana xwe didomandin.

Di hedefa artêşa tirk de eşîra Kalanê hebû

Hebûna berxwedanê dihat wateya dom kirina operasyonên artêşa tirk. Piştî dardekirina Seyîd Riza operasyona mezin a yekemîn li dijî eşîra Kalanê pêk hat. Yekîneyên artêşa tirk bi hemû hêza xwe êrîşê eşîra Kalanê kir. Di wê êrîşa xwe de jî wekî her carî artêşa tirk di hovîtiya xwe de pîvanan nas nake. Gund û waregehên herêma eşîra Kalanê talan û wêran dike, kevir li ser kevir nahêle û gundiyan ji qirkirinê derbas dike.

Li çiyayan komikên mayî berxwedana xwe didomînin. Lê artêşa tirk di şert û mercên zivistanê de nedikarî li wan çiyayan hebûna xwe biparêze. Lewre bi hatina zivistanê re serfermandarê artêşa tirk ê giştî Fevzî Çakmak di 22’ê cotmehê de ferman dide ku yakîneyên artêşa tirk vegerin baregehên xwe yên leşkerî. Artêşa tirk navber dide şer lê ji herêma Dêrsimê xwe venakşîne. Armanca wan ew bû ku komikên berxwedêrên ku mane wan hemûyan jî tune bikin, serwerî û otorîteya xwe li Dêrsimê tekûz bikin hêja artêşa xwe ji heremê vekişînin.

Eşîrên Kor Ebas, Keçel û Bal Ûşaxî dibin hedef

Piştî ku demsala zivistanê hat, berf barî û rê tev xitimin şervanên kurdan ji çiyayên bilind xwe berê nava gundên k udi nava çiyayan de ne dan. Artêşa tirk bi serdegirtina hinek gundan hewl dida ku wan şervanan bigre. Di 2’yê rêbendana 1938’an de li gundê Mansûl Ûşaxiyê di navbera yekineyên leşkerên tirk û şervanên kurdande şer qewimî. Di wî şerî de hinek leşker hatin kuştin. Li ser wê bûyerê mufetişiya umûmiya giştî ya 4 emîn di 18’yê rêbendana 1938’an de nûsafek ji fermandariya giştî re şand.

Di wê nûsafê de pêşniyaza pêk anîna operasyona li dijên eşîrên heremê Kor Ebas, Keçel û Bal Ûşaxî dihat kirin. Di heman demê de di wê nûsafê de dihat xwestin ku herema Mûzûr, Mêrxo û Mercanê jî wekî herêmên operasyonê bêne diyarkirin û liv û tevger bê qedexekirin.

Serfermandarî ew pêşniyaz qebûl kir û ji bo operasyonê dest bi amedekariyan kir. Lê şert û mercên zivistanê destûr nedida wan. ji bo operasyona xwe neçar bûn ku heta mehên biharê sebir bikin. Celal Bayarê ku di wê pêvajoyê de bûbû serokwezîr di nirxandinên xwe de wiha di got, “Dê îsal teqez asîyên Dêrsimê bên tune kirin û dê pirsgirêk ji binî ve were çareserkirin”       

Operasyona bêmirov hiştina Dêrsimê dest pê dike

Serfermandarê artêşê yê gîştî di 21’ê adara 1938’an de ji fermandarê herêma Dêrsimê re ferman şand. Di wî fermanî de dihat xwestin ku, di meha hezîranê de operasyonek mezin bê li darxistin û di encama wê operasyonê de herêma Dêrsimê bi tevahî bikeve bin serweriya dewletê. Di peyama fermanê de diyare ku dewleta tirk bi wê operasyonê dixwaze herêma Dêrsimê bê kurd bihêle. Dixwestin têkiliya kurdên Dêrsimê û erdnigariya Dêrsimê ya xwediyê rih û dîroka hezar salan ji hevûdu qut bikin.

Rayedarên dewleta tirk dizanî ku heta dêrsimî li ser wê erdnîgariyê bijîn dê girêdayî azadiya xwe bin û dê her tim wekî lêhengî azadiyê têbikoşin û li berxwe bidin. Lewre di wan operasyonên dawîn de edî armanc tenê têkbirina kurdan nebû, armanca herî girîng û sereke derxistina dêrsimiyan a ji Dêrsimê bû. Polîtikaya dewletê ya bê mirov hiştina Dêrsimê ji wî serdemê vir ve ye bê navber di meriyetê de ye.

Bi sê milan ve qirkirin, talan û wêran

Operasyona bê mirov hiştina Dêrsimê di 10’ê hezîrana 1938’an de bi awayek tûnd bi sê milan ve dest pê dike. Di dest pêkê de herêma newala Mercanê û Mêrxo dan berxwe. Dûre newala Kalan dan berxwe, herî dawî jî çiyayê Zel, çiyayê Sor û derûdorên wan dan berxwe. Ew herêm dubere hatin eciqandin. Mal, milk, sewal û tevahiya dewlemendiyên wan desteser kirin.  Zarok, jin û extiyarên ku ji qirkirinê xelas bûbûn tevahî kom kirin ku wan ji herêma Dêrsimê derxin û mişextê bajarên Tirkiyeyê bikin.

Di 11’ê hezîrana 1938’an de di operasyona herêma Newala Mercanê de hemû gundiyên herêma Perîk Ûşaxî bi tevî mal, milk û sewalên wan ve teslîm girtin. Di 13’ê hezîranê de gundên Bor û Çatê bi serê gundiyan de hatin rûxandin û bi tevî gundiyan ve hatin tune kirin. Di heman rojan de gundên Axzonik, Velolar, Gulşen Komû û gelek gundên din bi tevî gundiyan ve hatin şewitandin. Di 14’yê hezîranê de Tugaya leşkeriya Mamekê (navenda Dêrsimê) gundê Rostanê û gundê Dergewerê bi tevî gundiyan ve şevitandin. Tumena 17 emîn, 15 gundên ku di rojavayê gundên Hormek, Dîztaş û Hemîz Quşaxî diman hemû bi tevî gundiyan ve şewitandin. Di 15’ê hezîranê de bi dehan gundên ku ketin ber wan her du tumenan hemû hatin şewitandin. Di 16’ê hezîranê de gundên Zarûk, Misofir û Xan Ûşaxî hatin şewitandin… (didome) 

Dikarî Biecibînî