‘Ger em birçî bibin ji we re jî aramî nîne’

Celal Şasûwar

Cîhanê me dikele. Li her cihekê gel li dijî gendeliyê, cînsiyetparêziyê û herî zêde jî li dijî birçîbûnê radibe ser pêyan. Caran kolan bi mehan ji aliyê pêşanderan ve nayê terikandin. Pirî caran rexmê ku bedelên giran jî tên dayîn, carek din pêşandêr kolanan naterîkînin, ji bo ku bigêhêjin mafên xwe yên rêva, berxwedana xwe bênavber didomînin.

Mînakek baş, Êlek Zerên Fransayê ne. Bêguman pêşandanên Hong Kong jî demdirêj in li ser pêyan in. Her wiha demek bûye ku iraqî li kolanên Bexdayê li dijî gendeliyan, kolanan (rexmê ku bi sedan ji wan bi hovane hatin kuştin jî) naterîkînin.

Her wiha pêşanderên Îranê jî li kolanan in. Hincet jî buhabûyîna benzînê ye. Îran rexmê ku xwe dan ewqas benzînê û biha firotina benzînê, gel ne rehet dike û rê vedike ku ji bo mafên xwe dakevin kolanan û jiyana kolanan bloke bikin.

Lûbnan jî yek ji wan welatan e ku dikele û kela wê naraweste. Berovajî rexme ku rê ji we re vekirin ku serokê Lûbnan îstîfa jî bike, lê carek din dev ji çalakiyên xwe yên mafdar ber nadin.

Hêna balkêştir jî bêguman Şîlî ye. Lê Şîlî de jî biha bûyîn di rojevê de ne. Ji ber wê jî pêşandanên pir girseyî kolanan felç dikin. Bi dirûşma, ”Ger em birçî bibin ji we re jî aramî nîne” kolanan bernadin. Ji ber ku birçîbûn tenê birçîbûn nîne, li dijî tecawizkaran, li dijî cînsîyetparêzî jî jin kolanan bi reng dikin.

Bêguman birçîbûn tenê ji ber buhabûnek peyda nabe. Ger li cihê kê dizî, gendelî, zext, pêkutî û çewisandine hebe, lê wan deran de bêtir birçîbûn peyda dibe. Dibe ku caran ji siyasetên şaş jî birçîbûnê pêş bikevin, lê di esasa xwe de ji ber ku yên ku li ser hikûm diziyê dikin, pê gendeliyê dikevin û her wiha tenê siyasetê ji bo hinek yên ku stûkur ango patikstûr dikin, li wan deran de hejmara esasî ya gel bedelê wek bacên zêde dide. Her wiha ger li cihêkî de kar dikin; an wek kêm maaş an jî zêde bacên ku ji dewletê re diçin didin. Û bêguman her tengaviya ku dewlet ango yên ku stûxar dijîn jî ji bona wê jî, yên ku bedel didin karker in, memur in, jin in, ciwan in, xwendewan in. Ji bona yên patikstûr û li jor, yên wek îskeletmayî û li jêr de bedel didin. Bi gotinek din, hinek her tim dewlemend û stû û patîkstûr dibin û hinek jî her diçe qireka wan zûha dibe û bên ji nefesa wan tê.

Erê, ji bo wê îro li gelek cihê cîhanê de gel li ser piyan in û vê rewşa ne heq protesto dikin û li dij disekinin.

Bila were bîra me çirûska destpêkirina Bihara Ereban li Tunusê ciwanek bi navê Muhamed li dijî buhabûna nan dabû destpêkirin. Ji ber ku dewletê nan buha kirîbû, ciwanê zanîngehê Muhammed bedenê xwe dabû agir û fîtîla şoreşê hilkirî bû.

Lê pir balkêş e ku li Tirkiye de buhabûn li ser buhabûnan tên. Ji benzîn û elektrîkê re zam li ser zama tên. Êdî kesek nikare kîloyek balcanê sor û kîloyek pîvaz bikire. Nan biha dibe. Meaş kêm dibin. Bac bilind dibin. Debar giran dibe, qezenca rojê û heyvê kêm dibe. Yên patikstûr hêna zêde stûrtir û dewlemendtir dibin. Yên feqîr jî her diçe li feqîrtir jî derbas dibin. Rajeya xîzanî bi jimare ango reqema zêdetir dibe. Yên bêşixûl ango bêkar û betal gêhiştiye bi mîlyonan. Cîwanên zangoyan bi mîlyonan bê kar in û li kolanan de neçîra pêşûyan dikin. Gel birçî û bi mîlyonan pere ji bo şer û wek maaş ji bo çeteyên Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê re. Û hêna jî ti nîşane nînin ku rewşa aborî li Tirkiye de baş bibe. Berovajî hemû danê nîşan didin ku rewşa aborî ango rewşa gel her diçe yê xirabtir bibe.

Lê hêna balkêştir ew e ku, li Îranê de hindik biha kirina Benzînê gel radike ser piyan, li Irak hinek gendelî dihêle ku gel kolanan tijî bike, li Şîlê de li hember birçî bûyînê gel pêşandinên xwe girseyîtir dike, lê li Tirkiye de ruxme ku êdî kêr gihîştiye hastûye, tik dengek nîne.

Gelo çima gelê Tirkiye ruxme ku ewqas xwe modern, pêşketî û gelên cîhanê biçûk dibîne, tikek jî xwe dernaxe?

Gelo dema li Afrîka gel ji bo biha bûyîna nanekî kolanan tijî dikin û îstîfaya hikûmetan dixwazin, lê çima li Tirkiye de rastî jî tikek nîne?

Pêwîste ku her yekî ku li Tirkiye de dijî vê pirsê ji xwe bike û bersiva vê pirsê jî bi werekiyekê bi xwe bide!

Dikarî Biecibînî