Yekitiya neteweyî utopyayek nîne

Mem AVBA

Çend sedsal in kurd bi berxwedaneke bêhempa hebûna xwe diparêzin. Lê belê ev berxwedan têra misogerkirina azadî û serxwebûnê nekiriye. Di serdema destpêkê de kurd bêtir bi teşeyê qebîle-eşîrî sazûmaniya xwe rêkûpêk kiribûn û ev pergal weke xweparastinê bibe xwedî risteke girîng jî, di aliyê netewebûnê de vê forma civakî pêşî li yekbûn û yekitiyê venekiriye. Belê kurdan, heta radeyekê hebûna xwe ya çandî û siyasî parastibin jî, demdirêjî nekarîne bi yekpareyî vê bidomînin.

Di serdema navîn de, fereset û hişmendiya qebîle-eşîrî cihê xwe ji umetgiriyê re hiştiye. Pêkhateya qebîle-eşîrî ya di nav kurdan de heyî, hebûna xwe parastibe jî, kirasê olî-ummetî lê hatiye kirin û ev hêza eşîrî ji bo berjewendiyên olî-ummetî hatiye bikaranîn. Lewma dîsa kurdan yekbûn û yekitiya pêwîst pêk neaniye. Ji bo wê bi teşe û navên cêwaz hebûna xwe parastibin jî bêtir li ser navê ummetgirî karîne xwe li ser pêyan bigirin. Ji serdema Selçûkî heta Sasanî, Bîzans û Osmaniyan ev heyam bi bi vî awayî dewam kiriye. Ji mînakên Seleheddînê Eyubî bigirin heta Îdrîsê Bedlîsî, Bedirxan Beg heyama mîr, beg, şêx û axayan ev pêvajo bi vî awayî didome. Piştî heyama ummetgirî piranî li ser navê eşîrî, malbatî, an jî takekesî hebûna kurd bi awayekî hatiye parastin. Lê mixabin di avaniya manewî ya kurd de herifîn û averêbûnên micid bi van forman hatine pêkanîn.

Di serdema nêz de, ango di heyama netewebûn-qewmiyetî de jî kurd dîsa bêtir ev forma xwe ya eşîrî parastibin jî nekarîbûne vê li gorî pêwîstiya demê bi hişmendiya netewebûneke ku di nava xwe de yekitiyê pêk bînin ku bikaribe xwe di heyama netewe-dewletan de li ber êrîşan ragire û serxwebûna xwe, bi gotineke din hebûna xwe ya azad biparêze. Lewre bi êrîşên qirkirinê yên netewe-dewletan re rû bi rû maye!

Dused salên dawî bi pêşketina ‘Pêla Rizgariya Neteweyî’ kurd, hewl didin li welatê xwe yê qedîm bi azad û serbixwe bijîn. Lê mixabin ji bo ku di pergala heyî de cih ji kurdan re nehatiye bijartin û pergala netewe-dewletê hêj dev ji tunehesibandin û qirkirina kurd bernedaye, weke hebûna kurdan qebûl nakin û qirkirina fizîkî-çandî hwd. li ser wan û welatê wan tê ferzkirin.

Di dused salên dawî de hûr-gir li her çar beşên Kurdistanê bi dehan, belkî bi sedan serhildan û raperîn pêk hatine. Lê mixabin ji ber parçebûn, helwestên takekesî, teng û malbatî, yan jî eşîrî ev raperînên ku bi berdêlên giranbiha pêk hatî bi awayekî trajîk dawî lê hatine û li pey xwe bi sedhezaran şehadet, dîlgirtin, darvekirin, mişextî, zindanî, zilm û zor; destdirêjî, talan, wêrankirin, desteserkirina nirx û hebûna gelê kurd bi encam bûye!

Bêguman ev hemû ne ji ber jîrbûn û zîrektiya neyar û dagirkerên kurdan bû. Dikare bê gotin ku sedema sereke ya bûyî çavkaniya van hilweşîn û komkujiyên ew e ku kurd, li hemberî êrîşên li ser hebûna xwe, nekarîne bi yekpareyî hêza xwe ya leşkerî, siyasî, dîplomatîk, aborî, civakî û hwd. bikin yek û li li hemberî van êrîşan bisekinin, vala derxin û bigihijin serxwebûn  û azadiya xwe.

Bi Têkoşînên Rizgariya Neteweyî re kurdan li her çar beşên welêt bi berdêlên giranbiha bi awayekî bêhempa berxwedana hebûn û azadiyê kiriye. Heta radeyekê destkeftî hatibin bidestxistin jî mixabin ev hewldan ji ber hişmendiya me li jor rave kirî nagihije encama tê xwestin. Yekane sedema vê jî parçebûn û li gorxwebûna kurdan a piralî ye. Ligel ku êrîşên li ser hebûna kurd ji navendekê û bi heman ferasetê tên rêvebirin, kurdan nekariye li hemberî van êrîşan bibin yek û vala derxin. Lewma hêj jî li ser hebûn û pêşeroja gelê kurd metirsiya qirkirinê didome.

Di roja me de bi pêşengiya faşîzm û nijadperestiya reş a dewleta tirk, ev qirkirin bê ferzkirin û domandin jî, li pişt vê plansazî û hişmendiyê feraseta kapîtalîzma hegemonîk heye. Dused sal in ev fereset hebûna kurd û nirxên wan kiriye qurbana berjewendiyên xwe û pêşkêşî dagirker û mêtîngerên ku Kurdistan kirî mêtîngeh, dike. Ji bo wê divê kurd jî di vê astê de mezin û bi perspektîfeke aso-fireh mijarê bigirin dest û xwe rêxistin bikin.

Baş e kurd niha di çi astî de ne? Nêzî nîv sedsal e hewldana kurdan a pêkanîna ‘Yekitiya Neteweyî’ heye. Car caran nîqaş û hewldanên vê gur û geş bibin jî, mixabin bi lîstok, hîle û planbaziyên mêtîngeran ev hewldan neçûne serî û nîvço mane. Baş e çima pêk nayên? Hema em di serî de bêjin; hûr-gir çi rêxistin, partî, sazî û dezgehên kurdistanî hebin, ‘dixwazin’ Yekitiya Neteweyî pêk bê. Gelê kurd li her çar beşên welêt bi dil û can vê dixwaze. Di serî de PKK, PDK, YNK, hemû partî û rêxistinên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava heyî, di gotinê de vê bixwazin jî di kirinê de heta niha encameke berbiçav pêk nehatiye.

Gelê kurd êdî aşkera rexne li rêxistin, partî û serok û pêşeng û rêzanên xwe; li rewşenbîr, siyasetmedar, bi kurt û kurmancî li erkdarên xwe digire ka çima yekitiya neteweyî pêk naynin û kurdan li dijî êrîşên qirkirinê bi hest û helwesta neteweyî naparêzin, dikin. Heta civaka kurd dilgiran e. Lewre divê sazî û dezgehên me li jor bilêv kirî êdî nakokiyên xwe deynin aliyekî û guh bidin vê daxwaza gelê kurd a bivê nevê. Çimkî heke ev pêk neyê, kurd ji her demê zêdetir di bin gefa qirkirin û tunekirinê de ne. Êrîş ne tenê li ser parçeyek, an jî rêxistineke kurd e; berovajî hemû nirx û destkeftiyên kurdan di bin gefa qirkirinê de ne.

Bêguman civaka kurd jî weke civakên cîhanê gelek e; lewre dê di nav de fikr û raman, bîr û bîrdoziyên cêwaz hebin. Ev pêwîstiya dewlemendî û demokrasiya civakan e. Di encamê de li ser doza azadî, demokrasî û aramiyê kî/ê bikare baş civakê rêxistin bike û xizmeta civakê bike, dê civak wê bibijêre. Çi li Bakur, çi li Başûr, li Rojhilat, Rojava divê kurd nakokî, cudatiyên xwe deynin aliyekî û li ser xalên hevpar, nirxên neteweyî demildest li hev bicivin. Çimkî niha ji her demê zêdetir pêwîstiya kurdan pê heye ku di warê leşkerî, siyasî, dîplomasî, aborî hwd. de hêz û fikr û plansaziya xwe bikin yek ku bikarin li hemberî van êrîşên qirkirinê bisekinin û vê sedsalê mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên xwe biparêzin. Heke wiha nebe, êrîşa îro li ser Rojava û Başûr (ku herî kêm Başûrê welêt bi qasî beşên dîtir di bin êrîş û gefa qirkirinê de ye) dê berbelavî her deverî bibe û kurd vê sedsalê bi trajedî û keraseteke mezin a neteweyî bijîn! Bêguman em peyvbazî û rewanbêjiya felaket û kerasetan nakin. Lê mixabin ev rastiyeke kurd pê re rû bi rû ne. Xwedî wê baweriyê me ku heke kurd hêza xwe di her aliyî de bikin yek, di serî de civakên cîran tirk, ereb, fars û gelên dîtir jî tê de, dê ji her kesî zêdetir derfeta ku bibin xwedî hêz û destkeftî; ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû miletên cîran jî bibin hêviya û ewlehiya azadî, aramî û xweh-biratiya gelan. Dîsa ez bawer im ku bêyî cihêkarî, kurd xwedî wê dilpakî, dilfirehî, camêrî û merdaniyê ne ku dev ji hesab û berjewendiyên biçûk û takekesî berdin. Xwedî wê asoya hiş, bîr û raman in. Lewre heke em lê binêrin li vê erdnîgariyê çi geşedan û pêşketinên dîrokî û şoreşî pêk hatibe, civaka kurd an pêşeng e, yan jî hevpar in. Lewma lava û hêviya me ji pêşeng û saziyên pêwendîdar ên kurdan ew e ku êdî vê armanca xwe ya dîrokî pêk bînin ku li welatekî azad bi gelên cîran re di nav aştî, aramî, azadî û demokrasiyê de pêşerojê biafirînin. Divê baş bê zanîn ku ev tifaq çi di nav civaka kurd de jixwe heye. Giyan û hestê neteweyî tu carî ewqas berz û zêde nebibû. Êdî gelê Kurdistanê dixwaze aramî û azadiya heq dike bijî.

Dikarî Biecibînî