Dewleta tirk hewl dide mîna Hatayê, herêmên Rojava jî tev li xaka xwe bike

Dewleta tirk ji bo ku li Sûriyeyê mayînde bibe gelek kesên ji welatên tirkî û Afganistanê anîn herêmê. Her wiha li hêlekê qeymeqaman tayînî van herêman dike, li hêlekê xebatên sazûmaniya dike, li hêla din jî al, sirûd û nexşeyên nû ji ‘tirkmen’an re derdixîne. Hat zanîn ku dewlet tirk hewl dide mîna Hatayê, van herêman jî ji Sûriyeyê qut bike

Dewleta tirk a dagirker çawa ku bajarê Hatayê tev li xaka xwe kir, hewl dide bajarên nû darkirin jî sazûmaniya xwe pêk bîne. ‘Hikûmeta Demkî’ û meclisên girêdayî qeymeqamên ku dewleta tirk daniye herêmê, ji bo guherandina demografyaya herêmên ku dagirkirine banga îskanê kir.

Dewleta tirk ji bo ku ji Sûriyeyê parçeyeke din qut bike û li deverên dagirkirî mayinde bibe, lez da xebatên sazûmanbûnê. Qeymeqam anî ser  Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Hewl dide ku saziyên mîna PTT’ê li van herêman veke.

Qeymeqam tayînî herêmên dagirkirî kir

Dewleta tirk ku beriya niha qeymeqam tayînî Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê kiribû, niha jî ragihand ku qeymeqam tayînî Serêkaniyê û Girê Spî kiriye. Waliyê Rihayê Abdullah Erîn duh bi daxuyaniyekê çapemeniyê ragihand ku wan qeymeqam tayînî Serêkaniyê û Girê Spî kirine. Dewleta tirk ku li Serêkaniyê û Girê Spî nêzî 300 hezar mirov koçber kirin, kesên ku ji deverên cuda anîne jî li van deverên ku dagir kirî bi cih dike.

Îtîraf dikin ku dê mayînde bin

Waliyê Rihayê îdia kir ku li herêmên navborî; ‘Xizmetên avê, enerjî, tenduristî, perwerdehî, binesazî û seresaziyê dest pê kirine û mirovên ku li van deran dijîn bilez vegeriyane ser malên xwe.’ Her wiha li xwe mikur hat ku dewleta tirk hewl dide ku li van deran mayînde bibe.

Di heman rojê de berdevkê wezîrê karên derve Hamî Aksoy jî wiha got: “Em mafê xwe yê ku Tevgera Kaniya Aştiyê bidomînin dihêlin. Weke ku serokkomarê got, heta ku herêma ewle ji terorîstan were paqijkirin em ê ji Sûriyeyê dernekevin.’

Ji deverên cîhanê kesan tînin herêmê

Dewleta tirk di sala 1938’an  de Hatay kiribû ‘dewleteke serbixwe’ û piştre jî bi ser Tirkiyeyê ve girê dabû. Niha jî pêvajoyeke weke vê li herêmên ku dagir kiriye pêk tê. Dewleta tirk û çeteyên wê ku xwediyên herêmê bêcihûwar kirî, niha jî gelek kesên ku ji deverên cuda yên cîhanê tîne bi navê ‘tirkmen’an li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih dike.

Di vê çarçoveyê de di 24’ê mijdara 2019’an de li Ezazê dewleta tirk kombûneke bi navê, ‘Kongreya Asayî ya 5’an a Meclisa Tirkmenan a Sûriyeyê’ organîze kir. Bang li wan ‘tirkmen’ên ku li deverên cuda dijîn kir ku ‘vegerin’ herêmên ku hatine dagirkirin.

‘Xwediyên resen’ ên herêmê!

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Yavûz Selîm Kiran jî wiha got: “Doza tirkmenan dê zêdetir geş bibe û bidome. Bi avakirina herêma ewle em ê têkoşîna xwe ya biryardar bidomînin. Hem ji bo ku xwediyên rastîn ên vê herêmê û hem jî welatiyên ku hatine koçberkirin vegerin.”

Armanca xwe vedibêjin

Mihemed Vecih Cuma ku anîne ser koma bi nîrê Tirkiyê ya bi navê Meclisa Tirkmenan a  Sûriyeyê jî wiha got: “Heke herêma ewle çêbibe em amade ne ku bilez û girseyî li welatê xwe vegerin.  Êdî em hazir in ku çarenûsa xwe binivisînin.” Bi van gotinan diyar dike ku armanca dewleta tirk ew e ku xaka Sûriyeyê parçe bike.

Kesê bi navê Evdirrehman Mistefa jî ku dewleta tirk aniye ser avaniya xwedêgiravî bi navê ‘Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê’ xwedî li Tûgaya Sûltan Mûrad derket ku ev tûgay bi sûcên şer ên li Sûriyeyê di rojevê de ye û got; ‘Civaka navneteweyî ji serkeftina wan rehet e.”

Di kombûnê de ku serokê meclisa dewleta tirk Mûstafa Şentop peyama pîrozabahiyê şand, Partiya Tevgera Millî ya Tirkmen a Sûriyeyê, Partiya Girseyî ya Tirkmen a Sûriyeyê, Partiya Nahda a Tirkem a Sûriyeyê û Partiya Vefa hatin cem hev û avaniya navborî çêkirin.

Al, sirûd û nexşeyan parve dikin

Di  civînê de ku hate gotin xwedêgiravî delegeyên ku ji Heleb, Lazqiye, Tartûs, Idlib, Hema, Xûms, Şam-Golan û Reqayê hatin, li ser hin nexşeyan ku tê îdiakirina xaka tirkmenan e nîqaş hatin kirin. Li aliyê din jî ala, nexşeyên der barê gelek herêmên Sûriyeyê û sirûd jî li ser organên medyayê yên avaniya navborî hatin parvekirin û bi vî rengî li armancên dewleta tirk mikur hatin.

Dewleta tirk di ser komên bi navê Sûltan Mûrad, Sûltan Şay Suleyman, Sûltan Mehmed Fatîh, Muntasir Bîllallah, Ketîbe El Hemzet û Semerkant ku dewleta tirk îdia dike ji ‘tirkmen’an pêk hatine, dixwaze herêmê dagir bike.

Sînorên dagirkeriyê

Dixwaze komên navborî li Idlibê li Cebel Ekrad (Çiyayên Kurmênc), Cebel Tirkmen, Deriyê Sînor ê Bab El Hewa, Entarib, navçeyên Cindirês, Raco, Bilbilê û Şera yên Efrînê, Deriyê Sînor ê Bab El Selame yê Ezazê û herêma nêzî ser xeta sînor a Cerablusê û li ser 5 kîlometre ya sînor a Girê Spî û Serêkaniyê bi cih bike û plana dagirkirinê sazkar bike.

Dewleta tirk bi navbeynkariya MÎT’ê, Midûriyea Giştî ya Îdarî ya Koçê, ji Tirkistana Rojhilat, Tirkmenistan, Ozbekistan, Tacikistan, Azerbaycan û komarên tirkî, ji Efganistanê hin malbatên çete yên îslamiyên radîkal tîne û bi navê ‘tirkmen’an li van herêman bi cih dike.

Dewleta tirk li ser plana ku ji Sûriyeyê xakekê qut bike dixebite, li deverên ku dagir kirî bi lez sazûmaniya xwe ava dike, bi rengekî ku di salên 1937-1939’an de Hataya îlhaq kirî, ji bo dagirkiriyeke mîna vê kêfaretê dike.

Çavkanî: Ersîn Çaksu/KOBANÊ-ANF

Dikarî Biecibînî