Keyhan Kelhor xelata Issac Stern a Ruhê Mirovahiyê wergirt

Hunermendê kurd Keyhan Kelhor ê ji rojhilatê Kurdistanê Keyhan Kelhor hêjayî ‘Xelata 2018 a Issac Stern a Ruhê Mirovahiyê’ hat dîtin. Xelatên Issac Stern a Ruhê Mirovahiyê ji sala 2016’an ve tên dayîn. Hunermendê ku hêjayî xelatê tên dîtin, bi 100 hezar dolaran tên xelatkirin.

Xelata îsal jî hunermend Keyhan Kelhor û Koroya Cotkar a Xiaoshuijing Miaoya çînî wergirt. Hunermendê kurd di sala 2017’an de jî di ‘59’emîn Xelata Mûzîkê ya Herî Bilind a Grammyê’ de hêjayî ‘Xelata Albûma herî baş a cîhanê’ hatibû dîtin. Hunermend Kelhor ji rojhilatê Kurdistanê ye. Kelhor ji bajarê Kirmaşanê ye û yek ji girîngtirîn hunermendên muzîka kurdî û farisî tê naskirin.

Jiyana Keyhan Kalhor

Keyhan Kalhor ji bajarê Kirmaşan ê rojhilatê Kurdistanê ye. Kalhor di 7 saliya xwe de dest bi xebatên xwe yên hunerê kirine. Di 13 saliya xwe de jî di Orkestreya Radyo û Televîzyonê ya Neteweyî ya Îranê de cih girt. Kalhor li ber destê gelek mamosteyên cuda perwerde dît û hînî redîfê bû. Di 20 saliya xwe de jî li gel hunermend Muhammed Riza Lutfî dest bi xebatên xwe kir. Di demên pêş de jî ji bo muzîka klasîk derbasî Roma û Ottawayê bû. Di heman demê de li zanîngeheka New Yorkê waneyên muzîkê dide.

Çend xelatên ku îsal kurdan wergirtin

Bêguman îsal ji bo gelê kurd di gelek hêlan de saleke serkeftî bû. Tevî xelata Keyhan Kalhor, gelek beşên din de jî hunermend û zanistên kurd xelatên hêja wergirtin. Çend xelatên îsal wiha ne: “

Di tîrmehê de profesorê kurd Koçer Bîrkar xelata ‘Madalyaya Fields’ê ku weke ‘Nobela Matematîkê’ tê zanîn, wergirt.
Di 6’ê tebaxê de nivîskarê kurd Cemîl Turan Bazidî bi pirtûka xwe ya ‘Navê min Azad e’, Xelata Taybet a Akademîk a UNESCO’yê wergirt.
Xelata 2018’an a 2018 Issac Stern a Ruhê Mirovahiyê hunermendê Keyhan Kalhor wergirt.
Karmendê kurd ê amedî ku li New Yorkê xwediyê  7 dikanên pîzzayane Hakki Akdenîz,  tevî Meclisa Nûneran a DYA’yê ji 4 cihên cuda bi ‘şampiyonê edaleta civakî’, ‘di civakê de pêşeng’ û ‘di cîhana karmendan de pêşeng’ xelat wergirtin.
Filmê derhênerê kurd Cîbrayîl Ebûbekir ê bi navê ‘Ailan’ di Festîvala Navneteweyî ya Îtalyayê ya Truck Cinematographyê de xelata ‘filmê herî baş’ wergirt.
Filmê ‘Zer’ ku Kazim Oz derhêneriya wê dikir, li Festîvala Filman a Nevneteweyî ya Bulgaristanê de hêjayî xelata ‘Xelata Mezin a Temaşevanan’ hat dîtin.
Weqfa Medyayê ya Jinên Navneteweyî (IWMF) jî Xelata Cesaretê ya Rojnamegeriyê ya 2018’an da rojnamegera kurd Zehra Dogan.  Hêjayî gotinê ye ku Dogan niha di Girtîgeha Amedê de tê girtin.

Dikarî Biecibînî