Di kevintirîn pirtûkxaneyê de tenê dîwar man e

Emîne EL-ELÎ / REQQA – ANHA

Pirtûkxaneya Borseîd a li kolana El Mensûr a li nêzî muzexaneya Reqqayê, yek ji kevintirîn pirtûkxaneyên bajarê Reqqayê ye. Di pirtûkxaneyê de bi hezaran pirtûk hebûn, lê piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hemû pirtûk hatin şewitandin.

Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Reqqayê serdemek reş û tarî di ser welatiyan re derbas bû. Çeteyan bi hemû rêbazan hewl da ku çanda herêmê tune bikin. Çeteyên DAIŞ’ê bi kuştin, îşkence û destdirêjiyan têr nebû, lê belê hewl da giştî aliyên bajêr hilweşînin. Çeteyan gelek parçeyên şûnwarên dîrokî yên girêdayî çanda bajêr ku temenê wan bi hezaran salan e, dizîn û di bazarên Tirkiyeyê de firotin.

50 sal in hatiye vekirin

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 20’ê cotmeha sala borî de bajar rizgar kir, jiyana bajêr hêdî hêdî aram bû. Pirtûkxaneya Borseîd bêhtirî 50 sal e hatiye vekirin û di nav xwe de pirtûkên dîrok û şaristaniya Reqqayê û şerên di ser bajêr re derbas bûne, hebûn.

Pirtûkxane li kolana El-Mensûr li nêzî muzexaneya Reqqayê ye. Pirtûkxane biçûk e lê bi pirtûkên xwe gelekî dewlemend bû. Niha di pirtûkxaneyê de tenê çend refik û dîwarên şewitî mane.

Pirtûkxaneya Borseîd

Pirtûkxane navê xwe ji bajarekî Misirê dema dagirkeriya sêalî ya li dijî Misirê di sala 1956’an de ji aliyê Brîtanya, Fransa û Îsraîlê ve werdigire. Pirtûkxane di sala 1957’an de hate vekirin û veguherî û bû çavkaniya hemû nivîskar û rewşenbîrên herêmê.

Hemû pirtûk şewitandin

Piştî ku bajarê Reqqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, çeteyan hemû pirtûkên di pirtûkxaneya Borseîd de bi hinceta ku fikrên gawirtî di nav wan de hene şewitandin.

Dîwarên şewitî mane

Ehmed El-Xabûr xwediyê pirtûkxaneya Borseîd diyar kir ku çeteyan hemû pirtûk kom kirin û şewitandin. Di pirtûkxaneyê de niha tenê refik û dîwarên şewitî mane. El Xabûr got ku wî hin pirtûk di embarekê de veşartibûn û niha Komîteya Çand û Hunerê hewl dide pirtûkxaneyê sererast bike.

Dikarî Biecibînî