Rêzefilmên tirk dibin sedema kuştin û xwekuştinê

Di nav 11 rojên dawîn yên meha tebaxê de li Herêma Federal a Kurdistanê 10 kes an hatin kuştin an jî xwe kuşt. Berdevkê Desteya Mafê Mirovan a Herêma Federal a Kurdistanê diyar kir ku rêzefilmên tirkî dibin sedema zêdebûna kuştin û xwekuştinê.

Berdevkê Desteya Mafên Mirovan a Herêma Federal a Kurdistanê Mihemed Gumeşînî têkildarî bûyerên kuştin û xwekuştinê yên li Başûr diqewimin axivî û wiha got: “Ji 21’ê tebaxê ku roja yekem a Cejna Qurbanê bû heya 1’ê îlonê li Herêma Kurdistanê 10 kes hatin kuştin an jî xwe kuştine.”

Gumeşînî bal kişand ser zêdebûna rêzefilmên tirkî di kanalên navxweyî û cîhanî de û wiha got: “Yek ji sedema zêdebûna kuştin û xwekuştinê ev rêzefilm in. Di rêzefilman de dîmenên kuştin û xwekuştinê hene. Ev jî bandorek neyînî li ser takekes dike. Her wiha bandorek neyînî li ser çanda Herêma Kurdistanê dike.”

Gumeşînî ji Wezareta Rewşenbiryê ya Herêma Federal a Kurdistanê daxwaz kir ku bi erka xwe rabe û sînorek ji bo rêzefilmên tirkî diyar bike. Di dawiyê de Mihemed Gumeşînî da xuyakirin ku kuştin û xwekuştina welatiyan gihaye astek metirsîdar, dezgehên parastinê jî nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Hewlêr

Dikarî Biecibînî