Amadekariyên mîhrîcanê bi dawî bûn

26’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî wê 8’ê îlonê roja şemiyê li bajarê Dînslaken ê eyaleta NRW ya Almanyayê bê lidarxistin.

Mîhrîcan dê bi dirûşma “Ji bo aştî û demokrasiyê, azadî ji bo Ocalan” û “Xwedî li Efrînê derkeve” pêk were. Mîhrîcana îsal ji aliyê Platforma Efrînê ve tê organîzekirin. Mîna her sal, tê payîn ku îsal jî bi dehhezaran kurdistaniyên li Ewropayê di mîhrîcanê de li hev bicivin.

Hevserokê Meclisa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) û endamê Komîteya Amadekar Fîkret Îgrek li ser amadekariyên mîhrîcanê ku bernameyeke xwe ya dewlemend heye, axivî. Hevserokê MŞD’ê Îgrek îşaret bi eleqeya raya giştî ya ji bo mîhrîcanê kir û got ku amadekarî temam bûne.

Fîkret Îgrek diyar kir ku di dema amadekariyê de dostên wan ên alman gelekî destek dane wan û wiha got: “Di dema amadekariya mîhrîcanê de mixabin hin pirsgirêk derketin pêşiya me. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, parlamenterên Partiya Keskan û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) piştgirî dan me.”

Hevserokê MŞD’ê da xuyakirin ku şaredariyê li ser meydana festîvalê hin pirsgirêk derxistin û wiha dewam kir: “Amadekariyên ji bo mîhrîcanê bi giranî qediyane, lê ji aliyê teknîkî ve şaredarî hinek pirsgirêkan derdixîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, me çend roj berê bi parlamentera Partiya Keskan Bêrîvan Aymaz, siyasetmedar Lîlo Wallerîch, parlamenterên SPD’ê Rudîger Weîss û Dos Santos re hevdîtinek kir. Roja duşemê jî em ê bi şaredar Dr. Mîchael Heîdînger re rûnên.”

Îgrek destnîşan kir ku mîhrîcan dê li bajarê Dînslakenê pêk were û pirsgirêkên teknîkî jî piştî hevdîtina bi şaredar re çareser bikin. Îgrek got ku bi hezaran kes dê ji welatên cuda yên Ewropayê tev li mîhrîcanê bibin û rojek beriya mîhrîcanê dê bi beşdariya akademîsyen, nivîskar û dostên me resepsiyonek were dayîn. DINSLAKEN

Dikarî Biecibînî