‘Mêvanê Rûmetê’ Margosyan e

Ji aliyê TUYAP’ê ve bi beşdariya 120 weşanxaneyan dê îsal 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di navbera 25-30’ê îlonê de li Navenda Kongre û Fuarê bê lidarxistin. Fuar 5 rojan dê vekirî be û panel, gotûbêj, xebatên atolye û zarokan pêk bîne.

Dê nivîskar li dezgehên weşanxaneyan pirtûkên xwe îmze bikin. “Mêvanê Rûmetê” yê fuara îsal nivîskar Migirdiç Margosyan e. Margosyan bi berhemên xwe yên ku Amedê vedibêjin tê nasîn. Margosyan anî got ku lidarxistina fuarê dê wî bextewar bike û wiha got: “Fuar nivîskar û xwîneran tîna ba hev. Ez hêvîdar im wê fuar di warê pirrengbûnê de dewlemendiyê bîne. Meseleya me ya esasî ew e divê em xwedî li mîrasa dîrokî û çandê ya Amedê derkevin.” AMED

Dikarî Biecibînî