Şanogeh ji nû ve vedibe

Ûdey EHMED / TEBQA – ANHA

Şanogeha navenda çandê ya Tebqayê, ji şanogehên herî mezin ên li Sûriyeyê ye, lê beşeke wê ji ber êrîşên hewayî yên rêjîma Sûriyeyê rûxiyaye. Rêveberiya navenda çandê amadekariyên nîşandana şanoyeke zarokan li ser dika şanogehê dike.

Xabatên avakirina Navenda Çandê ya Tebqayê di sala 1979’an de dest pê kirin û di sala 1980’yan de hate avakirin. Navend bi awayekî fermî di sala 1993’yan de hate vekirin. Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ji mezintirîn navenda çandê ya li Sûriyeyê ye. Beşeke wê di 19’ê sibata 2013’an de di encama êrîşa hewayî ya rêjîma Sûriyeyê de rûxiyabû.

Di şanogeha navendê de alavên roniyê û belavkirina deng, du odeyên sînema û wergerê û gelek alavên din hene. Her wiha bi dekora xwe ya balkêş û dik û dîwarên xwe yên textên arabesk wek “hunera xemilandina emewî” tê naskirin. Gelek rewşenbîrên ereb, kesayetên siyasî û şandeyên derve serdana şanogehê kir. Li ser girîngiya şanoyê, hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Fîras Remedan ev tişt anî ziman: “Şano rewşa civakê vedibêje, hemû dozên civakê ji xelkê re dide diyarkirin û gelek pirsgirêkan çareser dike, her wiha civakê perwerde dike.”

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê piştî ku ji nû ve hate sererastkirin, ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Tebqayê ve bi merasîmekê hate vekirin. Di demek nêzîk de dê şanoyeke zarokan li ser dika şanogehê were pêşkêşkirin.

Dikarî Biecibînî