Mijara Psychology Kurdî ‘Kesayetî’ ye

Yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî bi hejmara xwe ya 7’emîn derket pêşberî xwînerên xwe. Bi vê hejmarê sala xwe ya duyem qedand û ket sê saliya xwe. Kovar bi naverokek balkêş li ber destê xwînerên xwe ye. Di vê hejmarê de jî wek her hejmarên bihûrî jî dosyeyek bi sernavê “Kesayetî” pêk tê.

Di nivîsa edîtoryaya kovarê de behsa mijara hejmara 7’emîn tê kirin û wiha hatiye gotin: “Me bi vê hejmarê sala xwe ya duyem qedand. Ji destpêka vê xebatê heya niha gelek kesan bi xwendin û nirxandinanên xwe kirin ku em kêmasiyên xwe ferq bikin û kovara xwe dewlemendtir bikin. Em spasiya we dikin û dixwazin hûn nirxandinên xwe ji me kêm nekin da ku em baştir bibin. Wekî din em dixwazin dîsa bînin zimên ku tenê ne derûnnas kesên din jî dikarin bi nivîs an wergerên xwe yên bi derûnnasiyê têkildar beşdarî vê xebatê bibin.”

Mijarên dewlemend

Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi gotara xwe ya bi navê “Ziman, Raman, Derûnî û Civak” bo derûnî û civakê girîngiya zimanê zikmakî û rola wî ya bingehîn nivîsiye. Derûnbijîşk Dr. Erdogan Ozmen bi “Qêrîn”ê dixwaze deng û hawara “ê din” ragihîne. Fırat Sozerî bi wergereke ji rûsî ku di vê nivîsê de Romanovîç T. L rola jinan di pêşketina psîkanalîzê de rave dike.

Prof. Dr. Dogan Şahîn di warê kesayetî, bêpergaliyên kesayetiyê û dermankirina bêpergaliyên kesayetiyê de bi xebat û lêkolînên xwe tê nasîn û me pê re bi berfirehî di warê kesayetiyê de bo xwendevanên xwe hevpeyvîneke têr û tijî kir da ku jê sûd wergirin. Derûnnas Siyabend Aslan bi nivîsa xwe ya “Alfred Adler û Derûnnasiya Takekesî”yê behsa Adler dike û bîrdozî û têgehên ku bi kar anîne dide nasîn. Derûnnas Mihemed Elî Alûcî bi gotara xwe ya bi navê “Sullivan û Bîrdoziya Wî”yê bi awayekî berfireh bîrdoziya wî ya kesayetiyê radixîne ber çavan.

Derûnnas Samed Dogan bi nivîsa xwe ya “Bêpergaliya Kesayetiyê ya Sewesî û Zorlêkirî” ji xwendevanan re taybetmendî, nîşane û dînamîkên vê bêpergaliyê vedibêje. Derûnbijîşk Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya bi navê “Dem Dema Narsîsîzmê ye” li ser kesayetiya narsîstîk hûr dibe û bi hûrguli vê mijarê dinirxîne. Derûnnas Rewşen Remakî bi gotara xwe ya bi navê “Frantz Omar Fanon û Kesayetiya Bindestan” derûniya mirovên bindest dinirxîne.

Psîkoterapîst Dr. Bernhard Maulen re der barê sînorderbaskirinên zayendî di terapiyê de hevpeyvînek hatiye çêkirin. Mamoste Xelîl Semed li ser edebiyat û psîkanalîzê bi nivîsa “Aloziya Odîpus di Çîroka Eyloyê Pîr de” çîroka Kamiran Alî Bedirxan Eyloyê Pîr li gorî aloziya Odîpus şîrove dike. Sînemager Ferat Kevir bi nivîseke li ser sînemayê rengekî nû dide kovarê û ji fîlmê Yılmaz Guney “Rê” karakterekî dinirxîne.

Derûnnasê Klînîkê Murat Caymaz bi “Çîrok Çi Dibêjin”, Derûnnas Esra Yilmaz bi “Derûnnasî”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn bi “Perwerdehiya Entegrasyonê” di nav rûpelên kovarê de cih digirin û mêvanê kovarê bi beşa “Pirs û Bersiv” jî Prof. Dr. Celîlê Celîl e. AMED

Dikarî Biecibînî