Xelatên Wêjeyê yên Çelebî hatin dayîn

Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî ya 26’emîn îsal li bajarê Frankfûrtê yê Almanyayê hatin dayîn. Helbest û kurteçîrokên bi kurmancî, kirmanckî, tirkî, erebî û almanî hatin şandin ji aliyê jurî ve hatin nirxandin û yên di nav 3’an de cih girtin xelatên xwe wergirtin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bibîranîna Umît Acar ê ku roja 26’ê îlonê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Di çalakiyê de Koma Delal Amed strana ji bo Huseyîn Çelebî amadekirî xwendin, piştî guhdarkirina çend stranan bername bi axaftinên li ser navê YXK û JXK’ê dewam kir.

Hevalên Huseyîn Çelebî û bavê wî Rifat Çelebî bi hev re derketin ser dikê. Bav Çelebî banga xwedîderketina çandê û fêrbûna zimanê kurdî li ciwanan kir û wiha got: “Her kesên ku kurdî nizanin destekê didin politîkayên pişaftinê.”

Di çalakiyê de siyasetmedarê kurd Faysal Sariyildiz jî axivî û wiha got: “Îro kesên xwendekar gelek ji wan dayik û bavên wan nexwendine. Di nav tevgera ciwanên kurd re cihekî girîng yê xwendekaran heye û roleke mezin ê ku bilîze heye. Tevgera azadiyê demekê ji aliyê xwendekaran ve hatiye avakirin.”

Di merasîmê de hunermend Rotînda, Denîz Deman û Les Etoîles de Botan derketin ser dikê.

Berhemên ku di çalakiyê de xelat wergirtine wiha ne; di beşa helbestên kurmancî de Habîb Aslan bi helbesta “Hestî” xelat wergirt. Di beşa kurteçîrokên kurmancî de Dîlzîz Mizgîn bi kurteçîroka ‘Senfoniya Azadiyê’ hêjayî xelatê hat dîtin. Di beşa kurtçîrokên kirmanckî de Mehmet Seyîtalîoglu bi kurteçîroka ‘Dager’ xelat wergirt. Di beşa helbestên tirkî de Alî Koç, di beşa kurteçîrokên tirkî de Mûrat Kozat û di beşa helbestên erebî de Newroz Mûslem û di beşa helbestên almanî de Dewran Dêrsim hêjayî xelatê hatin dîtin. FRANKFÛRT

Dikarî Biecibînî