Kurdistana Embryoyê

Albumên Muzîka Dinyayê (World Music Albums) di dawiya salên 1980´yî de gelekî belav bûn. Lê albumek heye ku sala 1979´an li Almanyayê derçû û encama rêwîtiyeke 1978´an e; ev album hêja ye ku li vir behsa wê bê kirin. Album bi navê Embryo´s Reise (Rêwîtiya Embryoyê) belav bû.

Kom ji Almanyayê berê xwe dide Kurdistanê jî. Yek ji parçeya di albumê de jî Kurdistan e. Komê di dema rêwîtiya xwe de parçeyên xwe yên muzîkê yên înstrumental amade dike. Di Kurdistana vê albûmê de em jazz-rockeke serkeftî dibihîsin ku dengê kemaçe, teblik, tembûr û ûdê, tevî dengê amûrên mîna bas gîtar, elektro gîtar û orgê yên rockê bi hunandina rîtmeke jazz-kurdî hatine cem hev. Michael Wehmeyer li org, piyano, harmoniyum xistiye, Uve Muellrich li bass gîtarê, gîtar, ûd, tembûrê xistiye, Edgar Hofmann li keman û kemançê, saksofona soprano, flut, dilruba xistiye, wekî din Remigius Drexler jî li gîtarê xistiye.

Kom sala 1969´an li bajarê Almanyayê Muenchenê ji aliyê Christian Burchard (ê ku îsal wefat kir), Edgar Hofmann û Lothar Meid (ê 2015´an wefat kirî) hatiye damezirandin . Kom îro jî heye û heta îro 400 muzîkjenên ji seranserê dinyayê tê de bi rengekî cih girtiye û kom ji ber vê jî xwe weke kolektîfekê dibîne. Kom niha bi rêveberiya keça Christian Burchard ya bi navê Marja Burchard rêwîtiya xwe dewam dike. Frankurt

Dikarî Biecibînî