Divê ruh û awaz bi kurdî be

Rohat Ararat - Amed

Muzîkjen û mamosteyê muzîka kurdî Veysî Varli anî ziman ku ger mirovek bi ruh û rîtma muzîka xwe bizanibe, wê demê dê karibe muzîka kurdî biafirîne. Varli destnîşan kir ku divê beriya her tiştî ruh û awaz bi kurdî be

Muzîkjen û mamosteyê muzîka kurdî Weysî Varli di beşa duyemîn a hevpevyînê de têkildarî nota, rêgez, dengbêjî û stranên şoreşê pirsên me bersivandin. Varli heta niha di gelek kovar û rojnameyan de têkildarî muzîka kurdî gotar nivîsandinAe. Varli da zanîn ku ji bo her neteweyî rîtma muzîkê ji 4 tiştan ruhê xwe werdigire; şer, girî, kar û şahî.

Di muzîkê de bi demê re xwenûkirin an jî guhertin çênabe gelo?

Na, çênabe. Tu bi demê re xwe nû bikî, lazime tu elfabeya xwe buguherînî? Na. Lê li gorî alfabeya xwe tu dikarî amûrên nû ji xwe re çêbikî. Mesela hunermendekî tirk yehe, Erkan Ogur. Çima gîtara bêperde bi kar tîne? Ji bo muzîka xwe ya neteweyî çêbike. Heke gîtara bi perde bi kar bîne, alfabeya gîtarê (Pergala dengê gîtara bi perde) ewropî ye. Nikare bi alfabeya ewropî muzîka xwe çêbike. Ev nayê wê wateyê ku tê ew amûrê bikar neynî. Lê tu dê li gorî pergala xwe bi kar bînî. Îro tirk û faris ji sedî 99’ê wan ji çand û muzîka kurdan dirûvê xwe girtiye. Mînak ez bêjim; perdeyên dengê muzîka kurdî: Yekgah, dugah, sêgah, çargah, pêncgah, şeşgah û heftgah in. Ev van nava dema tu navbera wan dipîvî, tu tînî ba hev meqamê rast tu dibînî. Rast dayika tevahî miqama ye. Lê mixabin di saziyên me de ew kesê ku vêya meraq bike û li ser bixebite tune ye. Pergal çi dixwaze li gorî wê pergalê di saziyên me de kar tên kirin. Li hin televîzyonên me tunekirin û îxanet li muzîka kurdî tê kirin. Bi hezaran kes ji wan muzîkên ku di tv’yan de derdikeve bi bandor dibe û wê qirikê bi kar tîne. Lazim e hişmendî bê guhertin, kurdî bê fikirandin, bi kurdî bê dîtin û bi kurdî bê jiyîn.

Yên muzîka ku ne aydî kurdî lê bi kurdî çêdikin û dibêjin, her wiha yên guhdar dikin, li ser xwestinekê ye yan tiştekî din e?

Konfuçyus dibêje; ‘Ji bo tu neteweyekê xerab bikî, tune bikî nepêwîst e tu li dijminan bigerî. Rewşenbîr û ciwanên wî têra te dikin.’ Ew rewşenbîr û ciwanên ku ne li ser koka xwe ne. Serdema din jî xwestin û dayîn e. Lewre pergala kapîtalîst vê yekê dixwaze. Yên bi hişmendiya kapîtalîst tev bigere daxwazên pergalê bi cih tînin. Yên li gorî van daxwazan tev digerin jî dikevin xizmeta vê pergalê û ji xwezaya xwe dûr dikevin.

Me berê ji kesên cilê wî qetandî re digot ev dîn e. Lê belê niha dibêjin moda. Yên ku cilên qetandî li xwe dikin nizanin ji bo çi li xwe dikin, çimkî hiş tune ye. Lê mixabin di saziyên me de yên cilên qetandî li xwe dikin xwe wekî hunermendên kurd nîşan didin. Xwe wekî hunermendê kurd dide xuyakirin lê dinyaya wî cihekî din e, hişê wî li cihekî din e û hunera ku biafirîne jî qasî wî/wê ye. Hunera, tu hunermendî ji wî nemezintir e. Ew hunermend çi be hunera wî jî bi qasî wî ye. Di vir de durûtî, nezanî û bêbextiyek heye. Bêbextiyê li xwe jî dikin li gel jî dikin.

Cihê muzîka şoreşgerî di muzîka kurdî de çi ye? Bi muzîka ku hat çêkirin re bi hezaran ciwanên kurd tev li têkoşîna rizgariya neteweyî bûn.
Stranên şoreşgerî ji hunermend Nesrîn, Mihemed Şêxo, Şivan dest pê kir û bi Koma Berxwedan berdewam kir. Li bakurê Kurdistanê bi sedan ciwan bi hestên di stranên şoreşgerî de derketine li netewe û welatê xwe xwedî derketine, têkoşiyane. Stranên ku Elî Temel digot, li gorî çanda kurdî şoreşgerî digot. Ji ber wê qasê Elî Temel li ser gelan bandor dikir. Stranên şoreşgerî lazim e hebin lê nayê wê wateyê ku slogan bin. Îro ji strana Mihemed Şêxo ya ‘Ay lê Gulê’ bi watetir stranek heye. Elî Temel bi ruhê xwe digot, Dilgeş bi ruhê xwe digot.

Ruh û rîtma muzîka kurdî çi ye?

Ji bo her neteweyî rîtma muzîkê ji 4 tiştan ruhê xwe werdigire; şer, girî, kar û şahî (leza bedenê, reqs).

Îro dema ez bêjim; Lêêêê, lêêê, lêêê de lêêê lêêê lê, ev rîtma hespê ye. Hesp li ku ye? Li ber Firatê ye. Tê xuyakirin ku ev stran a ber Firatê ye.

Wexta ez bêjim; ‘Ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîgan’, yanî di miqam û rîtma muzîkê de ez dizanim ku ew govenda Ruhayî ye, Efrînî ye, ber Firatî û Mêrdînî ye. Bi pîvana şeş/heyşta tê gotin.

Lê wexta ku ez bêjim; ‘Porê xezala min sor e’. Ez dizanim ew girîniya Serhedî ye. Bi pîvana şeş/heyşta tê gotin.

Lê wexta ez bêjim; ‘Xerîb im ez xerîb im’, ez dizanim ku azerî ye, ne bi kurdî ye, tenê ziman bi kurdî ye lê belê ew jî bi pîvana şeş/heyşta tê gotin.

Her sê jî şeş/heyşt in. Ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîgan, şeş/heyşt. Porê xezala min sor e, şeş/heyşt e. Xerîbim ez xerîbim jî şeş/heyşt e. Du ji van ruhê muzîka kurdî ne, yek jê azerî ye. Yek jê ruhê govenda kurdî ye, ya din jî ruhê wê girîniya kurdî ye. Ji ber wê qasê heke ez bi ruh û rîtma muzîka xwe bizanibim, wê demê ez dikarim li gorî demê muzîka kurdî biafirînim. Heke ez pergala dengê xwe dizanibim, ez ê li gorî demê ji bo muzîka kurdî bibim bersiv. Ji kilamên Elî Temel çêtir ez dikarim îro kilam biafirînim? Na. Ruh bi kurdî bû, muzîk bi kurdî bû, awaz bi kurdî bû. Ji Koma Berxwedan Xelîl Xemgîn ruh bi kurdî ye. Hin hene bi qurbana diya xwe bibin bi qasî wê ne dengbêj in. Kilamên diya xwe tîne dibêje lê dibêje min got. Tu bi qurbana diya xwe bibî lê tu qasî wê nizanî.

Hûn dibêjin ji serî 95 dengbêjî aydê jinê ye, hûn dikarin vê yekê hinekî vebikin?
Keko, îro em dibêjin dengbêjî, ji salên hezar û 600’î vir ve dest pê kiriye. Dengbêjiya ku em îro nav lê dikin, yên dema dengbêj pêçiya xwe dixe guhê xwe û kilamên serbest ên bêpîvan dibêje ye. Mohra vê yekê di dema Şaristaniya Akadan de heye. Li ser mohrê rismê jina ku tembûr di hembêza wê de ye heye. Ew mohr di destên kê de be desthilatdarî ew e. Em jê re dibêjin mohra akadiyan. Her wiha beriya zayîna Îsa bi çar hezar salî tişta ku dîrok bi me dide xuyakirin mirovên jin dengbêj in, stranbêj in, hunermendên muzîkê ne. Lê ji salên hezar û 600’î şûnde bi taybetî bi bandora îslamiyetê ya li ser xaka Kurdistanê re jina kurd bûye kole. Ji ber wê dengê qîrînê di qirika jinê de bûye lorî, evîn, hesret û bûye her tişt. Stranên xwe yên ku ji bo zarokên xwe yên di dergûşê de gotiye bi girînî straye. Li ser bûkê strana ku bêje, bi giranî gotiye, strana ku ji bo evîndarê xwe gotiye jî bi girînî gotiye, ji bo kuştiyê xwe jî bi girînî gotiye. Jina kurd ji sedî 95 stranên serbest ên bêpîvan afirandiye û mêran di civatan de gotiye. Çima? Jin di civatan de nikare bêje. Dema li çolê gotiye, çûye sergîn berhev kirine gotiye, çûye bêriyê gotiye. Mêr jê guhdar kiriye (ew birê wê ye, kurê wê ye) yanî yên ji malbata wê û di civatan de gotiye.

Mêran çi wextê weke jinên kurd kilam gotine?

Dema ku ketiye esaretê, bindestiyê, bin zilm û zordariyê gotine. Mesela strana ‘Were bêmal’ an jî ‘Çemê Çetelê’dema stranên bi vî rengî mêrên kurd çêkirine, ew jî mîna jinên kurd bindest bû ne. Lê belê stranên govendê, stranên kar, yanî stranên bi rîtim ev vana jî ji sedî 95’ê wan mêr gotiye. Ji van stranan tenê jinê ji sedî li dora 3’yan gotiye. Ew jî ji aliyê jinên ku di nav civakê de “xirab” hatine hesibandin gotine.

Ew dengbêjiya jinê ji bindestiya wê tê?

Erê. Ji ruhê wê yê koletiyê tê. Mînak ez bêjim; ‘Erê delal, delal, delal’ dema vê stranê li ser evîndara xwe dibêje, xweşikiya xwe pê dide nasîn, delaliya xwe pê dide nasîn, evîna xwe pê dide nasîn. Lê bi dilekî şewat û xemgîn dibêje. Ji ber ku ew ruhê azad di xwe de nabîne. Ev ji salên 1600’î şûnde zêde bûye. Em li Mem û Zîna Ehmedê Xanî dinihêrin, hemû meqam û amûrên muzîka kurdî di wê berhama wî de heye. Mîna pisporê muzîkê heb bi heb nivîsandiye. Heta dema ku ew jiyaye di qesr û dîwanên kurdan de ew amûr û miqam bi zanistî hatine bikaranîn. Di medreseyên kurdan de muzîk dersek e, derseke bêlumte ye. Di nav kurdên elewî, yarsanî û êzidî de jî ev heye. Muzîk, ji bo olê jî amûreke herî sereke ye. Ji ber wê qasî jî piştî salên hezar û 600’î dengbêjî wekî din dîvanxaneyên olî, di nav civaka kurdî de hat girtin, qedexekirin an jî tenê bû sinîtî û jin jî hat kolekirin û dengbêjî qut bû.

Îro di nav yarsaniyan de mîna kurdên Bakur stran zêde nayê gotin, di nav kelhoriyan de nayê gotin, di nav soranan de nayê gotin. Ji ber ku li wê derê qedexe çênebûne. Zêde ew ruh pêş ve neketiye. Belê di dîvanên xwe de bi saz digotin, bi tenbûr digotin, bi mey, zirne, duzele, ribab, bi kemançeyê digotin. Serbest bû. Lê belê ji ber ku ev amûr li vê derê hat qedexekirin dengbêjî bi pêş ket.

Ev baş e, yan xirab e?

Ji hêlekê de pir baş e. Lê ji hêleke din de jî me gelek amûrên xwe bi destên xwe qedexe kirin, tune kirin û ji holê rakir. Îro ji mitribê me wêdetir kes zirneyê lê naxe.

Estrumanên muzîka kurdî çi ne?

Estrumanên muzîka kurdî; ên bi têl û yên bê têl in. Ên pifkirinê û yên lê danê hene. Yên bi têl ên bi kevan û rîşe hene. Yên bi lêdanê jî hene. Mînak; qanûn, du ta, sê ta, çar ta û şeş ta ye. Ev amûrên muzîka kurdî ne. Navê wan ê îro; du ta bisk e, sê ta tembûr e, çar ta lawta ye û şeş jî ûd e. Ev amûrên bi têl in. Yên bi lêdan û tiliyan qanûn û santûr in. Cumbuş ji ûdê hatiye metalîkirin. Tev pergala ûdê bi xwe tenê koda wê kirine metalîk, jê zêdetir cudahî tune. Zurne, duzele, fîk û bilûr jî ên pifkirinê ne. Ya kurd û ermeniya bi hev re bi kar anîne jî mey e. Ên bi têl û kevanê; kemançe û ribab in û ya bi lêdanê jî def e. Ew jî di nav xwe de dibin beş; erbane û dahol. Erbane ya banê ye. Dahol jî ya holê ye. Amûr li gorî bilindbûna dengê xwe bi du şikla tê dabeşkirin. Yek a banê ya din jî ya holê ye. Ji ber wê qasê erbane ya banê ye û dahol jî ya holê ye; yanî defa holê û defa banê. Dîsa zirne ya holê ye, bilûr a banê ye. Fîk a banê ye, mey a banê ye. Yanî li ber defê dengê bilûrê nayê bihîstin. Lê def û zirne bi hev re tê bihîstin. Ev amûrên holê ne.

Xebatên we yên li ser muzîka kurdî çi ne?

Ji bo ez bersiva muzîka kurdî bidim ez ketim nav lêkolîn û lêgerînê û heta niha jî didomînim. Di hin kovarên wekî Zend, Rewşen, W û di rojnameya Azadiya Welat de min meqale nivîsîn. Heta niha pirtûka Radyoya Erîvanê, stranên erîvanê yên rîtmîk me notayê wan derxistin. Her çiqas berhevkar Cewat Mervanî be jî notasyona wê, deşîfrasyona wê me kir, tekst û gotinên wê me nivîsandin. Ev xebat, min, Şiyar Ayaz û mamoste Serwet kir. Me wê pirtûkê afirand, ji 950 rûpelî pêk tê. Dîsa min di salên 2013-14’an de ji bo dibistana seretayî, ji bo pola 1 û 2’yan pirtûkên muzîkê nivîsandin. Di sala 2015’an de min pirtûka pola 3’yan nivîsand. Niha jî min ji bo pola 4-5-6-7 û 8’an pirtûkên muzîkê nivîsandine û amade kirine. Yanî sê pirtûkên min hatine çapkirin lê yên din mane. Dîsa li ser muzîka kurdî û matematîka muzîka kurdî; navberê wê, dengê wê, di warê muzîk û matematîkê de min amada kirine ji bo dibistana akademiyê. Çiqas miqamên muzîka kurdî hene, min heb bi heb, şîroveyên wan kirine, tekstên wan nivîsandine, navbera dengên wan çi ne, navên wan çi ne, li gorî bakurî û rojavayî û rojhilatî.

Ji ber çi li gorî bakurî, rojavayî û rojhilatî we ew cuda kirine?
Li Bakur dengê (la) li dugahê tê qebûlkirin. Bi Başûr û Rojava jî (ra) dengê dugahê tê qebûlkirin. Tu cudahî di navbera wan de tune, tenê cih diguhere. Ji ber wê qasê ji bo herdu hêla jî bi ya min, wekî mînak; dema miqamê rast min şîrove kiriye ji bo Başûr û Rojhilatî min gotiye (do), ji bo Bakurî jî min gotiye (sol). Di encamê de hemû miqamên muzîka kurdî şîroveyên wan kirine, li ser notayan cihê wan nivîsandiye, di nav xwe de çi rêgezan digirin heb bi heb min nivîsandine amade ne. Ev hemû xebatên min jî bi kurdî ne.

Çi ji bo we bû dert ku hûn ewqasî serê xwe bi muzîka kurdî re biêşînin?
A sereke dema min pirsa ez kî me ji xwe kir, ya din min ehlaqê wê pirsî, ka ew ehlaq çi ji min dixwaze. Ev ji bo min bû sedem ku ez vî karî bikim. Ew ehlaq çi ji min dixwaze? Heke ez bi muzîkê dizanim û vê lêkolînê dikim, çima tiştekî nakim. Herkes bi wijdanê xwe berpirsyar e û dê hesabê wijdanê xwe bide. Di her felsefe û baweriyan de tê gotin ku dê herkes hesabê xwe bide, li vê dinê yan jî li ya din. Ez jî hesabê xwe didim ez karê xwe yê wijdanî û ehlaqî dikim. Ez xwe ji kesên ku bi muzîkê re eleqedar in berpirsyar dibînîm.

Weysî Varli kî ye?

Ez bi eslê xwe ji Qerejdaxê me. Li gorî nasnameyê di sala 1958’an de li taxa Qorê ku paşê bû Erebşêx a Sûra Amedê ji dayik bûme. Li xaniyê ku ji dawik bûm, zarokatiya min, ciwantiya min li wê malê derbas bû û li wê malê zewicîm. Heta hat xerakirin jî tê de bûm. Heta 2015’an di xwerêveberêyên cewherî de xaniyê min ji aliyê dewletê ve hat xerakirin.

Dikarî Biecibînî