Comandante Arian dikeve vîzyonê

Belgefîlma derhênera jin a Spanî Alba Sotorra a bi navê Comandante Arian (Fermandar Aryan) piştî ku li festîvalan hat nîşandan, dê vê mehê promiyera xwe li Katalanyayê bike û paşê jî di sînemayên Spanyayê bê nîşandan.

Belgefîlm behsa fermandara YPJ´ê Aryan dike û pê re jî şoreşa jinan  a li Rojava û Berxwedana Kobanê dide nasîn û heta şahidiyê li wan dike. Dema ku Alba Sotorra Fermandar Aryan dişopîne, ew di rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ´ê de fermandariya tabureke YPJ´ê dike.

Belgefîlm piştî ku di festîvalên fîlman ên navneteweyî yên mîna HotDocsCinema ya li Toronto û Screening Alternativa, dê 26´ê cotmehê bikeve vîzyonê. Beriya wê jî promiyera fîlmê dê 22´yê cotmehê li bajarê Spanyayê Valladolidê di çarçoveya hefteya Navneteweyî ya Sînemayê de bê nîşandan. Madrîd

Dikarî Biecibînî