Mîhrîcan bi ‘Kozik’ê dest pê kir

1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê ku bi dirûşma; ‘Xeyalek, Lîstikek û Azadî’ tê lidarxistin bi lîstika ‘Kozik’ê dest pê kir.

Mîhrîcan ji aliyê Şanoya Mencel ve tê lidarxistin. Beriya ku mîhrîcan dest pê bike gelek welatî hatin Sahneya Mencel û li vir wêneyên bîranînê kişandin. Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de lênûskek hatiye danîn û kesên ku beşdarî mîhrîcanê dibin têkildarî lîstik û mîhrîcanê nêrînên xwe dinivîsin.

Mîhrîcan bi lîstika ‘Kozik’ê dest pê kir û gelê Wanê salona şanoyê tije kirin. Mîhrîcan ji bo bîranîna şanoger Mehmet Emîn Yalçinka ku demek berê jiyana xwe ji dest dabû, tê lidarxistin.

Lîstika ‘Kozik’ê ji aliyê Adalet Agaoglu ve di sala 1971’î de hatiye nivîsandin. Lîstik bi kurdî hat lîstin û mijara lîstikê wiha ye; 3 kes li hemberî geşedanên ku diqewimin rola ‘ker, kor û lal’ dilîzin. Piştî lîstikê Salîha Ayata plaket dan lîstikvanan. Derhênera lîstika Perînaz Delazy da zanîn ku xelata ku wergirtine diyarî zarokên ku ji temenê xwe mezintir êşan dikişînin dikin.

Mîhrîcan bi lîstikên din dewam dike. Wan

Dikarî Biecibînî