Her wêneyek çîrokek e

“Di her wêneyekî de çîrokeke Berxwedana Serdemê heye, têkoşîna gelê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker diyar dike.” Gelê navçeya Dirbêsiyê bi van gotinan pêşangeha Şopdarên Rojê pênase kir.

Li Navenda Şopdarên Rojê ya girêdayî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ`ê li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê ji saetên sibê ve deriyê xwe vekir. Pêşangeh li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hate lidarxistin.

Pêşangeh ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin. Paşê yek ji berpirsên Navenda Şopdarên Rojê Jiyan Xelîl diyar kir ku ew hewl didin di wêneyên xwe de rastiya şervanên di çeperên şer de diyar bikin.

Ji aliyê xwe ve şêniyên ku beşdarî pêşangehê bûbûn, destnîşan kir ku di wêneyan de rastî û têkoşîna şervanên YPG`ê di çeperên şer de diyar dibe. Şêniyê bi navê Bîlal Hesen got di her wêneyekê de çîrokeke berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê ya di Berxwedana Serdemê de heye.

Her wiha di pêşangehê de pirtûk û romanên li ser berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê hatin pêşandan. Kurtefîlmek bi navê “Fî xeliyet El-Îsar” ji aliyê endamê Navenda Şoparên Rojê Reşo Kasan ve hate pêşkêşkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Navenda Şopdarên Rojê dê pêşangeha xwe 17`ê cotmehê li bajarê Serêkaniyê jî li dar bixe. HESEKÊ

Dikarî Biecibînî