Bi peykeran vegotina jinan

Hunermend Arzum Onan pêşangeha xwe ya peykaran a bi navê ‘Jin’ li Navenda Çand û Hunerê ya Tophane-î Amîre ya Zanîngeha Mîmar Sînan derxist pêşberî hezkiriyên hunerê.

Peykerên bi bronz, text, mermer, metal û camê hatine çêkirin, hestên jinan bi zimanekî fîguratîf îfade dike. Di pêşangeha nû ya Arzumê de 20 peyker hene. Di pêşangehê de peykerek Dayikên Aştiyê heye û wê pêşangeh dê sibê bi dawî bibe.

Hinek peykerên Arzum Onan bi navê ‘hestyarî’, ‘balerîn’, ‘parçebûn’, ‘zarokên bûk’, ‘ragmen’, ‘li dû deriyan’, ‘Dayikên Şemiyê, ‘Dayik’ û ‘yekbuyîn’ e.

Onan di hemû peykeran de aliyê estetîk yê bedena jinê di fîguran de nîşan dide û cîhana xeyalên xwe bi sînor nake û bedena jinê bi cesaret bi peykeran îfade dike. Di pêşangehê de ya herî zêde balê dikişîne jî peykerê ‘Dayikên Şemiyê’ ye.

Onan ku jin kiriye navenda pêşangeha xwe diyar dike ku di her qada jiyanê de zêdetir hewcedarî bi dengê jinan heye. Stenbol

 

Dikarî Biecibînî