50 sal e xizmeta hunera kurdî dike

Semîra ŞAHABÎ / SILÊMANÎ - ROJNEWS

Dayika Aryen di sedsala 20’an de weke jinekê li ser dika şanoyê rolê mezin wergirt ser milê xwe. Li pey xwe gelek nivîsên xwe yên şano wek şopek xwe ya mezin hişt. Dayika Aryen 50 salan xizmeta hunera kurdî kir

Etiye Mihemed Emîn a bi nasnav dayika Aryen, behsa 50 salên kar û xizmeta şanoyê, derhênerî û hunermendiya kurdî kir.

Dayika Aryen di 1950’an de li navçeya Pênciwîn ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Piştre çûne Taxa Melikendî ya Silêmaniyê û li wir mezin bûye. Hîna di temenê xwe yê biçûk de tê zewicandin. Lê tevî vê yekê jî di temeke biçûk de eşqa wê ya xwepêşxistinê hebûye.

Di sala 1960’an de ji ber tayîna hevjînê xwe, diçîn Bexdayê û li wir dijîn. Nêzîkî 20 salan jî li wir dimînin. Li Bexdayê di sala 1968’an de dest bi karê nivîsandina şanoyan dike. Yekem karê hunerî yê kirî jî ‘Geza çi û Çavê çi’ , ‘Çavê min li wêneyê Mehmud digere’ û ‘Têkelbûna di nav hemûyan’ bû.

Dayê Aryen diyar kir ku di wê demê de beşdarbûna jinan ji bo şano û hunerê gelek zehmet bû, ji ber ku civakê rê nedida vê yekê. Di wê demê de zilaman nedixwest jin kar û rol bigrin. Ji ber ku karê jina gelek giran bû. Gelek kesan jî dixwest wê demê min bikuje, lê hevjînê min piştgiriyek baş dida min.

Di fîlman de rol girt

Dayê Aryen di gelek karê hunerî, dram û fîlmên sinemayê yên kurdî de rol girtiye. Her wiha di şanoya ‘Salar, Hevaltiya Ezîzî’ û di gelek beşên din de rol girtiye. Bi salan di fîlmên kurdî de rol lîstiye.

Dayika Aryen di filmên ‘Bablîsok, Kerkûk çare’ de cih girtiye. Herwiha di fîlmê sînemayê ya bi navê ‘Bê destûr’ de jî rol girtiye. Her wiha di filme ku Rehîm Zebêc derhêneriya wê kiriye de jî weke lîstikvan cih girtiye. Dayika Aryen diyar dike ku wê ev van karan hemû bi xwestek û keyfxweşî kiriye. Dayîka Aryen got ku huner di nava xelkê de rolek bê hempaye.

7 zarokên dayika Aryen hene, ji vana 2 keç û 5 jî xort in. Kurekî wê miriye û niha bi 2 kurên xwe yên din re dijî.

Dikarî Biecibînî