National Geographic: Li Heskîfê dîrok di bin avê de dimîne

Nivîskara Kovara National Geographic Suzy Hansen di gotara xwe ya meha mijdarê de bal kişand ser rûxandina dîroka bakurê Kurdistanê û Heskîfê. Hansen dibêje ku AKP dewleta tirk ji bo geşkirina aboriya xwe û bikaranîna avê li dijî dewletên Sûriye û Iraqê, dîroka bi hezaran salan di bin avê de dihêle. Her wiha di gotarê de xisarên ku bendavan daye erdên çandiniyê tê vegotin

Di hejmara mijdarê ya Kovara National Geographic de gotarek bi ser navê ‘Flooding History (Dîroka di binê avê de) hate weşandin û bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên tunekirina dîroka bi hezaran salan. Gotar ji aliyê nivîskar Suzy Hansen ve hatiye nivîsandin û tê gotin ku bendav ji ber ku xesareke mezin dide hevsengiya ekolojîk zêde nayê tercîhkirin lê dewleta tirk di çêkirina bendava Ilisûyê de bi israr e.

Nivîskar Suzy Hansen  dibêje ku dema Bendava Ilisûyê qediya, dê 300 cihên sît ên dîrokî û bi dehan gund di nava avê de bimînin û wiha didomîne: “Li gorî hin saziyan, bi dehhezaran mirov dê ji ber vê yekê ji cih û warê xwe bibin. Gelek berhemên ji serdemên antîk, Bîzans û dema îslamiyetê mane û ev jî dê di bin avê de bimînin.”

Xesareke mezin daye herêmên çandiniyê

Di berdewama gotarê de jî nivîskar balê dikşîne ser armancên dewleta tirk ên ji bo pêşxistina aboriyê û vê nirxandinê dike: “Bi bendavan dixwaze aboriya xwe geş bike. Ji bo ku bendav li herêmên kurdan bên çêkirin, dewlet her tim vê argumanê bikar tîne. Di çarçoveya Projeya GAP’ê de santralên hîdroelektrîk hatine avakirin û ji ber ava şor a ji golên bendavan herikîn, xisareke mezin li gelek herêmên çandiniyê çêbûye.”

Av bi rengekî şaş tê bikaranîn

Nivîskar piştre jî gotinên şêwirmenda berê ya Wezareta Hawirdorê û Raportora Taybet a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji mijara xurekê berpirsyar Hîlal Elver bi bîr dixe û wiha dibêje: “Elver diyar dike ku tevî ewqas bendavên hatine çêkirin jî, hedefên ji bo salên 2000’î hatin danîn nehatin biserxistin û destnîşan dike ku av bi rengekî şaş tê bikaranîn. Van projeyan ne rê li ber pêşketinê vekiriye, ne jî li ber aştiyê. Elver bi bîr xist ku li Kurdistanê şerê bi PKK’ê re dewam dike.”

Dewleta tirk dixwaze avê kontrol bike

Di berdewamê de jî nivîskar Hansen got ji ber ku ava li bendava bi xwê bûye, xesar li zeviyên berhemdar bûye û wiha dawî li gotara xwe anî: “Ceyrana ji 13 bendavên ku qediyane tê bidestxistin, li herêmên din tê bikaranîn. Di nava hemû bendavên GAP’ê de projeya herî hilweşîner, projeya Bendava Ilısûyê ye. Qadeke 250 mîlî ya li dora çemê Dîcleyê ji aliyê dîrok û sîstema ekolojîk ve hatiye tunekirin. Li gorî agahiyên ku berdevkê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê û endezyarê hawirdorê Ercan Ayboga, herî kêm dê 15 hezar mirov ji ber bendavê ji cih û warên xwe bibin. Bendav dê bandorê li 100 hezar mirovan bike û tenê dê kêrî şîrketên mezin bê. Tirkiye bi bendavan re dixwaze avê kontrol bike. Têkildarî mijarê damezirînerê malpera ‘Hasankeyf Matters’ ku welatiyê DYA’yê ye John Crofoot dibêje ku Tirkiye dikare avê weke çekekê li dijî Sûriye û Iraqê bi kar bîne û ev yek dê bibe amûreke ji bo zordariyê.”

Cih dide herêmên dîrokî

Di gotara kovarê de ku bi 12 rûpelan cih ji bendava Ilisû û Heskîfê re hatiye veqetandin, balê dikişîne ser pirsgirêkên li pêşiya gelê herêmê. Her wiha cihên dîrokî yên ku dê di bin avê de bimînin jî yek bi yek hatine destnîşankirin. BRUKSEL

Dikarî Biecibînî