Pêwîstiya kelehê bi nûjenkirinê heye

Botan GERMIYANÎ / SILÊMANÎ – ROJNEWS

Kelha Paşa ku weka koşka Mihemed Paşayê Caf tê nasîn, yek ji cihên diyar, dîrokî yên Germiyan û Kurdistanê ye. Dîroka vê kelehê digihîje sedsala 19’an. Heya niha nehatiye nûjenkirin û pêwîstî bi nûjenkirinê heye.

Bi taybetî li başûrê Kurdistanê gelek cihên dîrokî hene, gelek ji van cihan jî keleh in. Keleh piranî di dema şeran de hatine çêkirin, her wiha ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê bi çiya ye bûye cihê şer û pêşbaziyan jî. Keleha Paşa ya li Germiyanê yek ji wan kelehên dîrokî ye. Keleha Paşa dikeve aliyê Rojhilatê gundê Tazedê, ew jî nêzîkî 10 kîlometre ji bakurê Rojhilatê bajarokê Kelar yê ser bi navenda herêma Germiyanê dûr e. Ev keleh di nava dolekê de hatiye çêkirin, beşê bakur, rojhilat û rojavayê kelehê bi gir û bilindahiyê girtiye.

Keleha Paşa ji aliyê Mihemed Paşayê kurê Mihemed Paşayê Keyxusrî Beg Caf ve ku di navbera salên 1846-1921’an de jiyan kiriye, hatiye çêkirin. Li gorî dîroka Mihemed Paşa, dîroknas û şûnwar, dîroka vê kelehê digihînin navbera salên 1882-1874’an.

Li gorî dîroknasan navê vê ‘Keleha Paşayê Kanî Çeqel’e. Piştî wê xelkên navçeyê navê wê kirine ‘Keleha Paşa’ û wisa hatiye nasîn. Heya niha jî xelkên wê navçeyê bi wî navî vê kelehê didin nasîn.

Di sala 2010’an de weke ‘Koşka Mihemed Paşayê Caf’ hatiye nasandin. Şûnwara Keleha Paşa ji 2 beşan pêk tê, beşa sereke dikeve dolê de û aliyê Rojhilat. Ev keleh ji 2 qatan pêk tê û xwedî 8 odeyan e. Her wiha 2 hol û dîwanxaneyek mezin jî di nav kelehê de ne. Her 2 qat jî aliyê binesaziyê dişibin hev, beşa dûwem jî bi gir ve kirine yek û girekî xwezayî çêkirine. Beşa dûyem ji odeyek biçûk û dîwaxaneyekê pêk tê.

Di çêkirina kelehê de zêdetir kevir û herî hatiye bikaranîn. Lê li hinek cihan jî dar jî hatiye bikaranîn. Di aliyê binesaziyê de jî li beşa sereke ya kelehê 5 pencere hene. Ji bilî wê jî di hinek cihan de jî kozikên agir hene.

Heya niha ev keleh nehatiye nûjen kirin, niha metirsiya xerabbûnê li ser vê kelehê heye. Lê hê jî şêweya dîroka xwe ji dest nedaye. Ger were nûjenkirin, dikare bibe cihekî geştiyariyê û bala kesên geştiyar bikêşe.

Li ser girîngînedayîna vê kelehê rêveberê şûnwaran Germiyan Şukrî Mihemed axivî û wiha got: “Beriya qeyrana aborî me amadekariyên nûjenkirinê kiribû. Lê mixabin piştî qeyrana aborî ev kar hemû hatin rawestandin. Bê guman wê piştî qeyranê ev keleh were nûjenkirin.”

Dikarî Biecibînî