‘Kurd û Kurdistanê’ qedexe kirin

Rohat ARARAT/AMED

Dewleta tirk ji bo pirtûka Celîlê Celîl ku 20 sal berê hatiye çapkirin nû biryara berhevkirinê da. Weşanxaneya Avestayê diyar kir ku armanca dewleta tirk ew e ku çi berhemeke li ser kurd û Kurdistanê hatibe nivîsîn berhev bike

Weşanxaneya Avesta ji sala 1996’an ve ye weşangeriyê dike. Heta niha zêdetirî 500 berhemên bi kurdî û tirkî weşandine. Weşanxaneya Avestayê di navbera 25 û 30 ‘yê îlonê de beşdarî 6’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê ya ku ji aliyê TUYAP’ê ve li Navenda Kongre û Fuarê ya Amedê hat organîzekirin bû. Di fuarê de 120 weşanxaneyan cihê xwe hebûn, ji van weşanxaneyan herî kêm 15 ji wan jî weşanxaneyên kurdî bûn. Roja ku fûar dest pê kir 3 berhemên ji aliyê Avestayê ve di demên cuda de hatibûn çapkirin hatin qedexekirin.

Berhêmên ku hatin qedexekirin ev in;

“Kurt Ulusal Hareketi” (Tevgera Neteweyî ya Kurd) Chris Kutschera, ji fransî Fîkret Başkaya, di 2001’an de wergerandiye.
“Kurtler ve Kurdistan” (Kurd û Kurdistan) Abdurrahman Qasimlo, ji ingilîzî Îbrahîm Bîngol, di 2009’an de wergerandiye.
“1880 Kurt Ayaklanmasi Şeyh Ubeydullah Nehri” (Serhildana Kurdan a 1880’yî Şêx Ubeydullah Nehrî” Celîlê Celîl, ji rûsî Yaşar Abdulselamoglu, di 2015’an de wergerandiye.

Berê jî 9 pirtûkên Avestayê hatibûn qedexekirin. Der barê vê qedexekirinê Weşanxaneya Avestayê li ser hesabê xwe yê twîtterê aşkera kiribû ku pirtûkên wan ji aliyê Dadgeriya Sulh û Ceza ya Çelê ve hatiye qedexekirin. Wekî sedem dadgeriyê ev hinbcet nîşan dabû; “Ji ber ku ev berhem dê bi tehrîka xwe rê li ber dijminatiya di navbera gelan de vebike, di pêşerojê de pêkan e ku zirarên ku telefiya wan nepêkan bide afirandin, biryar hatiye dayîn ku zêdekirina van pirtûkan, belavkirina wan, firotina wan hatiye qedexekirin û biryar e ku yên heyî jî bên berhevkirin”. Piştî vê biryarara der barê pirtûkên li ser Kurd û Kurdistanê hate dayîn, Avestayê nekarî van pirtûkên xwe bifiroşe.

Herî dawî jî di 20’ê cotmehê de ji aliyê Walîtiya Êlihê fûara pirtûkan hatibû organîzekirin û 96 weşanxane beşdarî vê fuarê bûbû ku Avesta jî yek ji van weşanxaneyan bû. Yek ji sê pirtûkên ku di roja fûara Amedê de hatibûn qedexekirin a Celîlê Celîl a bi navê “1880 Kurt Ayaklanmasi Şeyh Ubeydullah Nehrî” di vê fuara Êlihê de bi serdegirtina polîsên tirk ên li ser standa Avestayê hat desteserkirin. Polîsên ku bi ser standa Avestayê de girtibûn xebatkarê standê Şiyar Danişman jî binçav kiribû û piştî îfadeya wî ya li emniyetê serbest hatibû berdan.

Weşanxaneya Avestayê der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ev agahî parve kir; “Li fûara pirtûkan a Êlihê polîsan bi ser standa Avestayê de girt û pirtûka Celîlê Celîl a bi navê ‘1880 Kurt Ayaklanması-Şeyh Ubeydullah Nehrî’ bi hinceta qedexe ye desteser kir. Polîsan di heman demê de xebatkarê standê Şiyar Danişman jî binçav kir û piştî îfadeya wî ew berda. Bi van berhemên navborî hejmara berhemên Avestayê yên di ku nava salekê de hatine qedeqekirin gihişt 13’an.

Yek ji berpirsa Weşanxaneya Avestayê Songul Duraker destnîşan kir ku roja ku fûara Amedê dest pê kir sê pirtûkên wan hatin qedexekirin. Duraker der barê pirtûkên ku hatine qedexekirin de jî ev agahî da: “Pirtûka “Kurt Ulusan Hareketi” di 2003’yan de hatiye çapkirin û ev çapa duyemîn e. Pirtûka Abdurahman Qasimlo a bi navê “Kurtler ve Kurdistan” ew jî çapa duyem e ku zêdeyî 10 salan e derketiye. Pirtûka Celîlê Celîl a bi navê “1880 Kurt Ayaklanması-Şeyh Ubeydullah Nehrî” ev pênc sal berê me ew çap kiriye lê belê beriya me jî weşanxaneyeke din ev çap kiribû ku ev 30 sal e di piyaseyê de ye.”

Li ser pirsa çima di dema xwe de na, lê niha tê qedexekirin? Duraker ev bersiv da: “Niha em jî vê dibêjin, li gorî qanûnê wan pirtûkek piştî ku bê çapkirin herî zêde di nav 6 mehan de dikare bê qedexekirin an jî berhevkirin. Lê belê dema em lê dinihêrên 20 sal jî di ser de derbas bûye û dîsa berhev dikin. Lê belê ev heye, armanca wan ew e ku çi berhemeke li ser Kurd û Kurdistanê hatibe nivîsîn berhev bikin. Niha di nav hin berhemên me yên ku hatine qedexekirin de hin ji wan tu eleqeya xwe bi kurdên Bakur jî nîn e. Li ser kurdên Rojhilat an jî Başûr hatine nivîsîn hatine qedexekirin û der barê wan de biryara berhevkirinê hatiye derxistin.”

Di heman demê de pirtûkek li ser dîroka êzidiyan, bawerî û helbestên wan di nav de cih digire ya bi navê “Tanri ve Şeyh Adî kusursuzdur” a xebateke Philip G. Kreyenbroek û Xelîl Cindî Reşow e jî hatiye qedexekirin. Em sedma qedexekirina vê jî ji Songul dipirsin. Songul dibêje ew jî bi heman hincetê hatiye qedexekirin. Lê belê di vê pirtûkê de navê Kurd û Kurdistaneke ku bi hinceta wan a “Teşwîqkirina ber bi kîn û dijminatiyê” jî cih nagire û nehatiye nivîsîn. Tiştên ku olî ne hatiye nivîsîn.

Dema em li pirtûkên ku hatine qedexekirin dinihêrin em dikarin bêjin ku ji sedî sed ev helwesteke siyasî û bêtehemûliyeke li dijî gelê kurd û helwesteke kêfî ye.

Dikarî Biecibînî