Sîstema perwerdeyê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê guherî

Zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyeyê 1’emîn konferansa xwe bi dawî kir. Di encama konferansê de têkildarî perwerdeyê biryarên girîng hatin dayîn. Li gorî vê, pergala perwerdeya nirxandinê hat destnîşankirin. Di vê pergalê de hem xwendekar û hem jî mamoste kirde ne û ji pergala jiberkirinê zêdetir, xwendekar bi pratîkê hîn dibin
Di Konferansa 1’emîn a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo afirandina ‘nifşên xwedî tecrûbe û têgihiştî’ pergala perwerdeyê hate guhertin. Dest ji rêbaza klasîk hate berdan û li şûna wê ‘pegala nirxandinê’ hate bicihkirin.

Di konferansê de li ser rêveberiyên zanîngehan û pêşvebirina saziyên perwerdeyê gelek biryarên nû hatin dayîn. Ji vê yekê jî tê armanckirin ku nifşên xwedî tecrûbe û têgihiştî bên afirandin.

Xwendekar di vê pergalê de kirde ye

Yek ji biryaran ew e ku perwerde li gorî ‘pergala nirxandinê’ bê kirin. Di vê pergalê de serkeftina perwerdeyê li gorî asta serkeftina xwendekaran tê nirxandin. Ji ber vê yekê pergala nirxandinê beşeke sereke ji aliyên peragala hînbûn û perwerdeyê ye. Pergala nirxandinê, girêdayî naveroka çalakiya perwerdeyê û rêbazên ku di çalakiya perwerdeyê de tên meşandin û her du hev temam dikin.

Jihevcudakirin nîne

Armanc ji pergala nirxandinê, ne jihevcudakirina xwendekarên baş û nebaş e. An jî jihevcudakirina xwendekarên serkeftî yan jî neserkeftî nîne. Bi vê pergalê tê armanckirin ku asta xwendekaran were pêşxistin û kêmasî û şaşiyên heyî bên çareserkirin. Lê rêbaza ku divê di nirxandinê de were meşandin ew e ku asta xwendekaran bi awayekî adilane destnîşan bibe.

Rêbazên diyarkirina asta xwendekaran

Rêbazên ji bo hînbûna asta xwendekaran tê bikaranîn, bi giştî girêdayî tecrube û ezmûnên nivîskî, devkî û projeyan e. Herî zêde rêbaza ezmûnên nivîskî û pratîkî tê bikaranîn. Rêbaza pratîkî her çiqas di navbera mamoste û xwendekaran de têkiliyên rasterast çê bike û yek jê rêbazên herî pêşketî yên perwerdeya cîhanê bê qebûlkirin jî, rêbaza nivîskî di navbera xwendekar û mamosteyan de têkiliyê qut dike.

Ne jiberkirin, fêrkirin esas tê girtin

Pergala nirxandinê ku niha tê pêşxistin, qonaxên perwerdeyê ji hev qut nake. Mamoste di hemû pêvajoyên vê pergala perwerdeyê de aktîf e. Mamoste di cih û dema guncav de bi xwendekaran re alîkar dibe û pirsgirêk an jî pirs di kêliyê de tê bersivandin. Her wiha bi rêbazên cuda jî mijarên perwerdeyê tên destgirtin û di xwendekar de afirînerî tê pêşxistin. Ji rêbaza jiberkirinê zêdetir, fêrkirin di vê rêbazê de esas tê girtin.

Pergala nirxandinê weke beşek ji Şoreşa Rojava girîng tê dîtin. Çend ji xalên bingehîn ên pergala nirxandinê wiha ne:

Berpirsyarî û pêkanîna kar û erkan
Beşdarbûna waneyan û domdarî
Afirînerî, pisporî û serkeftin
Xebatên li gorî pergala civakî û komunal
Têgihiştin û şîrove û bikaranîna zanyarî û agahiyan
Nirxandina dem û derfetan bi şêwazeke rasteqîn û berhemdar
Xebatên li gorî rêbaz, pergal û mantiqê QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî