Keleha Amîkê li ber tunebûnê ye

Berzan GUNEŞ/WAN-MA

Keleha Amîkê ku xwedî dîrokeke 2700 salan e ji ber xemsariya dewletê li ber tunebûnê ye. Lêkolîner Îkram Îkbal anî ziman ku hikûmeta li gorî bîrdoziyê li berhemên dîrokî dinihêre û wiha got: “Dîrok, bîra gelekî ye. Divê zarokên ûrartiyan xwedî li dîrok û bîra xwe derkevin. Gelên ku bîra wan tune dibe, bi xwe jî tune dibin.”
Keleha Amîkê ya Wanê B.Z. di salên 700’an de ji aliyê ûrartûyan ve hatiye çêkirin. Keleh niha jî ji ber xemsariya hikûmetê, bêxwedî hatiye hiştin. Ji sedî 70’yê kelehê rûxiyaye û her çiqas li derdora kelehê gir hebin jî, weke qada sîteyê nayê îlankirin. Der barê mijarê de nivîskar û lêkolîner Îkram Îşler axivî û da zanîn ku ji ber karîgeriyên bîrdozî, keleh nayê parastin.

Îkram Îşler anî ziman ku Keleha Amîkê ku ûrartiyan ji bo bazirganiyê bi kar dianî, ji roja ku komar hatiye avakirin heta niha bê kes û kûs hatiye hiştin. Îşler diyar kir ku li derdora kelehê gir hene lê dîsa jî weke qada sîtê nayê îlankirin û wiha domand: “Kî, kengî bixwaze diçe kelehê û defîneger jî kuderê bên li wir dikolin. Ger Keleha Amîkê ji aliyê gelekî Asyaya Navîn ve hatibûya çêkirin, teqez dê li vira qesr bihatana çêkirin. Careke din dest bi çêkirina kelehê kirin.”

Li gorî bîdoziyê nêzî dîrokê dibin

Îşler bal kişand ser kolandina Xerabreşkê û ev nirxandin kir: “Kolandina Xerabreşkê jî sekinandin. Ne bawer im ev yek ji ber krîza aborî be. Hin sedemên wê yên bîrdozî hene. Tezên dîroka tirkan hene. Paşê ev tez kirin teza tirk-îslamî. Ji Keleha Amîkê ne bêhna tirkî ne jî ya îslamî tê. Lewma jî hatiye terkkirin. Ev nêzîkatiyeke bîrdozî ye. Wexta krîzên aborî tune bûn jî li van deran tiştek nehat çêkirin.”

Girên li derdora kelehê dişibin mirovan

Di berdewamê de jî Îşler got ku ji sedî 70’yê kelehê tune bûye û wiha derbirî: “Ji sedî 30 ya mayî jî wêran bûye. Ji ber ku Keleha Amîkê lîmana bazirganiyê ye, divê embarên wê hebin. Niha embar tune ne. Ode û beşên din ên kelehê an tunebûne yan jî di bin axê de mane. Ji Gola Wanê ber bi kelehê ve tuneleke bi derence heye. Niha tenê têketina vê tunelê heye. Bi taybetî jî derenceyên ber bi kelehê ve tune bûne. Li hin deran şûna kevirên derence dixuyîn. Ji ber keleh tîk e, derketina ser wê zehmet e. Li dora kelehê gir hene. Ev gir dişibin mirovan. Hemû jî hatine rûxandin an jî tunekirin. Em ji hin sûrên wê yên mayî fêm dikin ku ev der keleh bûye.”

‘Divê zarokên ûrartiyan li bîra xwe xwedî derkevin’

Herî dawî jî lêkolîner û nivîskar Îkbal Îşler ev tişt anî ziman: “Divê dev ji van nêzikatiyên bîrdozî berdin û kelehê biparêzin. Li her deverên Wanê berhemên dîrokî hene. Divê destûra tunekirina van berheman neyê dayîn. Ne dewlet, encax neviyên ûrartiyan dikarin van berheman biparêzin. Hêvîdar im kurd lê xwedî derkevin. Her giya li ser koka xwe şîn dibe. Ger kok hişk bibe, dê şax jî hişk bibe. Divê kurd xwedî li dîroka xwe derkevin. Dixwazin bîra me ya dîrokî tune bikin. Divê em di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigerin. Dîrok arşîva gelekî ye. Ger ev arşîv bê tunekirin, dê ew gel jî tune bibe.”

Dikarî Biecibînî