Mîhrîcana filmên kurdî

9’emîn Mîhrîcana Filmên Kurdî ya Hamburgê pêr dest pê kir û heta 4’ê Mijdarê wê dewam bike. Di mîhrîcanê de wê gelek film û kurtêfilm bên pêşandan.

Mîhrîcan îsal diyarî derhêner û rojnamevan Mehmet Aksoy (Firaz Dag) yê ku li Reqqayê şehîd bûbû, hatiye kirin. Film li hola li taxa Sternschanze ya Kîno 3001 tên nîşandan. Galaya mîhrîcanê pêr êvarê bi nîşandana kurtefilma Mehmet Aksoy a bi navê Panfino û filma Keçên Rojê bi rê ve çû.

Derhêner Luigi D´Alice, Veysî Altay, Zana Kîbar, Medet Dîlek, Onder Cakar, Azîz Capkurt, Tayfur Aydin, Mehmet Ali Konar û Fatih Akin jî amade bûn li galayê. Di vekirina festîvalê de li ser jiyan û têkoşîna Mehmet Aksoy sinevîzyonek hat pêşandan. Paşê Hunermend Cemîl Koçgîrî û Dîlan Top derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Filma “Keçên Rojê” ya derhêner Eva Husson a li ser trajediya jinên Êzîdî yên bi darê zorê hatibûn revandin bal kişand ser xwe. Paşê jî filma bi navê “Binxet-Rojava” a derhêner Luigi D´Alice hat nîşandan.

Dikarî Biecibînî