Fîlmê ‘Berxwedan Jiyan e’ hat nîşandan

Fîlmê bi navê Berxwedan Jiyan e (Resistance is Life) qala jiyana zarokeke ku di dema berxwedana Kobanê de tevî malbata xwe li Kampa Arîn Mîrkan a li Pirsûsê bi cih bûye, dike.

Fîlm li salona sînema ya Enstîtuya Fîlman a Swêdê ya li paytext Stockholmê, li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Goteborgê û li salona Sînemaya Gel a li navenda bajarê Malmo hate nîşandan. Gelek Swêdî û kurdistaniyan li fîlm temaşe kir.

Piştî ku fîlm qediya temaşevanan dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Kobanê” berz kirin. Ji bo piştgiriya bi şoreşa Rojava re alîkarî hate komkirin. Alîkarî wê ji şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk xwe li Şehbayê girtine bê şandin. STOCKHOLM

Dikarî Biecibînî