Pisporên zimanê kurdî dê li Amedê bicivin

Serokê giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek da zanîn ku ji bo diyarkirina nexşerêya Platforma Zimanê Kurdî, dê di 10 û 11’yê mijdarê de li Amedê civîn bên lidarxistin. Çîftyurek got ku dê nêzî 90 pisporên zimanê kurdî tev li civînê bibin û projeyên hevpar ava bikin. Çîftyurek got ku xebata wan li ser 3 pêngavan dimeşe û ya yekemîn ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û zimanê fermî

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Mirov, Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li hemberî polîtîkaya pişaftinê hatin cem hev û ‘Platforma Zimanê Kurdî’ ava kirin. Tê payîn ku ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî û bibe zimanê fermî, dê di 10-11’yê mijdarê de li Amedê komcivînekê li dar bixin. Dê di civînê de nexşereya platformê bê diyarkirin.

Der barê mijarê de serokê giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Lezgîn Akdenîz re axivî. Sînan Çîftyurek anî ziman ku dê nêzî 90 pirsporên ziman tev li komcivînê bibin û wiha got: “Em ê tev, saziyên siyasî û sivîl, rewşenbîr, hunermend, mele û gelê me ji bo pêşîlêgirtina asîmîlasyona li hemberî zimanê me, komcivînekê li dar bixin. Dê di komcivînê de nêzî 90 pisporên ziman bi pêşniyar û projeyên xwe yên hevpar dê bengeha sînerjiyê bê amadekirin. Em ê di zûtirîn dem de bikevin nava pratîkê.”

Armanc û stratejiya platformê

Di berdewamê de jî Çîftyurek polîtîkayên asîmlasiyonê weke ‘penceşêra civakî’ pênase kir û wiha pê de çû: “Kampanyaya me di esasê xwe de qêrîn gelê kurd e. Dê komcivîna me ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê, stratejiyeke 3 alî bimeşîne. Pêngava yekemîn jî ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Xebatên pêngavên duyemîn jî dê zêdetir di nava hikûmet û burokrasiyê de bin. Herî dawî jî dê peymanên ku Tirkiye alîgirê wan e esas bên girtin û dê di vê çarçoveyê de mijarê bixin rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY).”

Bûn hedefa aliyên nijadperest

Serokê giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek da zanîn ku piştî ku wan platform ava kirin, bi îdiayên ‘partiyên ku parçebûna welat dixwazin li hemberî tirkî şer dan destpêkirin’ hedef hatine girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu pirgirêkeke me bi zimanê tirkî û gelê tirk re nîne. Ev gotin ji bo îllegalîzekirina xebata me ye. Em dixwazin ku raya giştî, qada navneteweyî û UNESCO guh bidin vê qêrîna me. Em dixwazin ligel tirkî, zimanê kurdî jî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehî-hînkariyê û zimanê aborî-bazirganiyê. Ji bilî vê armanceke me yê cuda nîne. Herkes vê rastiyê dizane.” AMED

Dikarî Biecibînî