‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ bû mijara şanoyê

Pirtûka ku Gultan Kişanak li girtîgehê nivîsiye ya bi navê ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ ji aliyê lîstikvana şanoyê Julîde Kural ve li şanoya xwendinê tê lîstin. Tê plankirin ku lîstik di 27’ê kanûnê de bê lîstin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û piştre jî hat girtin, niha li girtîgeha Kandirayê ye û li wir pirtûka bi navê ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ nivîsand. Di pirtûkê de çîroka 23 siyasetmedarên jin ên kurd tê vegotin û jinên Tirkiyeyê eleqeyek mezin nîşanî pirtûkê da. Lîstikvana sînema û şanoyê Julîde Kural jî biryar da ku pirtûkê li gor şanoyê amade bike.

Julîde Kural ewil pirtûkê dixwîne û difikire ku ev dikare bibe şano. Piştî demekê jin li ser pirtûkê tên cem hev. Di civînê de nivîskar û endama PM’ê ya HDP’ê Ayşe Berktay ji Kural re dibêje ‘Em dikarin vê bikin şano’. Li ser fikra jinan Julîde pirtûkê ji nû ve bi baldarî dixwîne.

Fikara estetîkê

Kural got dema ku pirtûk xwendiye pir hestiyar bûye û wiha got: “Çavên min tije dibûn. Jinan pêvajoyên xwe vedigotin. Wêrekî û hêza wan ji bo min pir baş bû. Min got ez vê çawa bikim şano. Hinek pirsgirêk hebûn. Ya yekem hinek çîrok kurt, hinek dirêj bûn. Hinek jî rewşa heyî vedigot. Her tiştê di vê pirtûkê de ji jiyana rast dihat. Me dê ev bi awayekî bibira ser sahneyê. Di vî alî de fikara estetîkê xwe da der. Min seranserê havînê pirtûk xwend. Min her hevalek nas dikir. Bi rêya pirtûkê niha baştir nas dikim.”

‘Çîroka her jinekê cuda ye’

Julîde Kural di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku çîroka her jinekê cuda ye û di encamê de hemû jin in û wiha got: “Kurd, elewî, sinî hene. Piraniya wan zewicandî û xwedî zarok in. Şanoya xwendinê di rewşa heyî de divê saetekê derbas neke. Ji ber divê çîroka 23 jinan wekhev bihata vegotin. Divê 390 rûpelên pirtûkê daketa 20 rûpelî. Ji bo 23 jin wekhev bên vegotin min hewl da. Ji lîstikvanên NÇM’ê Rewşan Çelîker, Rugeş Kirici, lîstikvana sînema û şanoyê Denîz Turkalî û ez. Em ê metnan bixwînin. Ji NÇM’ê wê hunermendên jin jî cih bigirin. Wê dikek ku muzîka wê jî hebe. Em ê hemû li dikê bin. Di sînevîzyonê de wê Fîlm Mor jî li gel me be. Gultanê gotibû ji bo têkoşîna azadiya jinên kurd bixe rûpelên dîrokê pirtûk amade kiriye. Em ê jî bi rêya hunerê û nasnameyên cuda careke din li dîrokê bi cih bikin. Ez çerkez im, hevalên kurd û ji Behrareş jî dê hebin. Bila ji aliyê cuda jî jin bên û pirsan bipirsin. Gelek girîng e ku jin dest bidin hev.”

Lîstika ku tê hedefkirin wê saetek û nîv bidome, di 27’ê kanûnê de li Şanoya Kenterê wê saet di 20.00’an de bê nîşandan. STENBOL

Dikarî Biecibînî