Şanoya Mencelê bername aşkera kir

Bernameya Şanoya Mencel a meha kanûnê diyar bû. Şanoya Mencel dê bi lîstikên şanoya jixweberî û “Kozik” derkeve pêşberî şanohezan.

Şanoya Mencel dê bi çalakiyên cuda derkeve pêşberî şanohezan. Di bernameya Mencelê ya vê mehê de pêşandan stand-up a bi navê “Te Dît” a Abdullah Tarhan, lîstika “Kozik” a jinan û lîstên “Jixweberî” hene.

Dê hemû lîstik saet di 19.00’an de bên pêşandan. Bernameya meha kanûnê wiha ye:

14’ê kanûnê roja înê – Kozik
15’ê kanûnê roja şemiyê – Jixweberî
16’ê kanûnê roja yekşemê – Kozik
21’ê kanûnê roja înê – Jixweberî
22’ê kanûnê roja şemiyê – Kozik
28’ê kanûnê roja înê – stand-up “Te Dît”
29’ê kanûnê roja şemiyê – stand-up “Te Dît” WAN

Dikarî Biecibînî