Bi xebatê re hêz û baweriya wan zêdetir dibe

Tevî zehmetiyên zivistanê jinên li Qamişloyê yên ku debara xwe bi çandiniyê dikin diyar dikin ku keda destan pîroz e.

Jina bi navê Menal Elî anî ziman ku 3 sal in ew û keça xwe di nav baxçeyan de dixebitin û wiha got: “Em pîvaz, pûng, bexdenûs diçînin û piştre didin hev. Em li vir bi rengekî hevpar dixebitin û alîkariya hevdu dikin. Ya ku hêzê dide me xebat û xweza ye. Em dixwazin hemû jin bixebitin û hêz û baweriya xwe zêde bikin.”

Her wiha karkera bi navê Hala Elî jî li ser karê xwe yê rojane axivî û ev tişt anî ziman: “Ez û hevalên xwe bi hev re dixebitin. Dema em bi keda destên xwe debara xwe dikin bawerî û hêza me zêdetir dibe. Ji bo em hêviya xwe ya jiyanê winda nekin em dixebitin. Em ji xebat û xwezayê gelek hez dikin.” QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî