Dê civak bi têkoşîna jinan rizgar bibe

Hevberdevka HDK’ê û parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser girîngiya nûneriya jinan a di qada siyasetê de û der barê mijarê de nirxandin kir.

Koçyîgît destnîşan kir ku nîvê civakê jin in, ev nûneriya jinan gelek girîng e û wiha got: “Jinan jî di nav xwe de têkoşînek mezin ava kiriye. Yên barê herî giran dane ser milên xwe jin in. Heta jin di siyasetê hebin dê pergala serdest a mêr jî bê hilweşandin, pergala wekhev a azadiya jinê bê avakirin. Girîngiya nûneriya jinê me di partiya xwe de dîtiye. Dema nû tevgera siyasî ya kurd hatiye destpêkirin em dîsa jinan dibînin. Lê ev xurtbûn piştre pêk hat. Roj bi roj jin xurt bûn. Her ku jin xurt bûn pêngava azadiyê jî xurt bû.”

Dixwazin civakek nû ava bikin

Koçyîgît anî ziman ku bi tifaqa AKP-MHP’ê hewl tê dayîn ku civakeke nû ya bê jin bê avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tehemula tifaqa AKP-MHP’ê ji azadiyan re bi taybetî ji azadiya jinan re tune ye. Dema mirov vê dibînin girîngiya ku HDP dide jinan gelek baş tê fêhmkirin. Di navbera HDP û tifaqa AKP-MHP’ê de cudahiyek mezin heye. AKP-MHP bi destê darazê ewil berê xwe didin jinan û ev jî ne tesaduf e. Sedema vê jî tê zanîn ku wê civak ji aliyê jinan ve azad bibe. Divê jin li dijî polîtîkayên zextê, rêxistinbûna xwe di qada siyasetê de xurtir bikin. Di vî alî de bi pergala hevserokatiyê divê nûneriya jinan a xurtir derxin holê.” AMED

Dikarî Biecibînî