Berhemên çanda resen a kurdî berhev dikin

 

Enstîtuya Kelepûrên Kurdî ev 16 sal in li ser deng û nivîsên kevin ên her çar parçeyên Kurdistanê  lêkolînan dike. Li Enstîtuya Kelepûrên Kurdî berhemên reng, reng û nivîsên çandî tên komkirin

Saziya Enstîtuya Kelepûrên Kurdî dikeve tenişta Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê. Enstîtu di sala 2003’yan de ji aliyê hunermendê kurd Mezherî Xaliqî ve bi armanca komkirina nivîs, dengên windabûyî yên folklora kurdî biparêze, hatiye damezirandin.

Ev enstîtu bi rêya karmendên xwe li hemû gund û navçe û bajarên her çar parçeyên Kurdistanê dengên resen û nivîsên kevnar kom dike. Armanca sereke ya wê ew e ku bi berdewamî wêje û folklora kurdî bi hemû zaravayan dewlemend bike. Navendeke ya vê enstîtuyê li Duhokê jî heye.

Navenda Enstîtuya Kelûporên Kurdî ji avahiyek 5 qet û bi 5 beşên cuda pêk tê. Hundirê avahiyê bi tablo û wêneyên kurdewar hatiye xemilandin. Di hola pêşwazîkirinê de çend wên hatine danîn. Her wiha 2 bazarên biçûk ku taybet in ji kelepûr û albûmên hunermendan pêk tê.

Beşa çap û lêkolînan li ser du beşan kar dike, ew jî deng û nivîs in. Her stranbêj an jî dengê tê ber destê wan, jînnameya wî/ê stranbêj an jî dengbêjî bi zaravayên soranî û kurmancî tê amadekirin. Piştî wê dengê wî/ê li studyoyê ji nû ve tê tomarkirin an jî nûjenkirin.

Şîrove û lêkolîn li ser van dengan ji aliyê kesên pispor û şareza ve tê kirin ku hinek ji van mamostayên zanîngehên e. Heya niha 240 pirtûk li navendê hatine çapkirin û nêzîkî 70 albûmên hunermendan jî hatine tomarkirin.

Berpirsyarê çap û lêkolînan Yasîn Hisên têkildarî enstîtuyê ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Em li gorî dîrokê tevdigerin. Ji bo mînak kesek stranek gotibe, em li pey dîroka wê stranê diçin ka kî ye, li ku ye û di kîjan demê de stran gotiye? Bi awayekî berfireh em lêkolînan li ser dikîn.”

140 cureyên govendên kurdî hene

Yasîn Hesen bal kişand ser cureyên govend û dîlanên kurdî û wiha got: “140 cureyên gobenda kurdî hene. Li ser her yek ji van govendan pêwîstî bi lêkolînên zêdetir heye. Ji bo Mînak di govendên jina kurd de tu caran serî netewandine û bi serbilindî şahiya xwe kirine. Ev yek taybetmendiyek e.”

Beşa deng û reng yek ji beşên herî girîng ên vê enstîtuyê ye. Ev beş berhemên kevnar yên girêdayî foklora kurdî berhev dike. Ev berhem û stran li gorî dîrok û wêneyan qonax bi qonax tên rêzkirin.

Karmenda beşê deng û reng Şêba Mihemed ev tişt anî ziman: “Em safî û amadekirina stranê dikin û piştre ji bo studyoyê tê şandin. Ji wir jî derbasî beşa çap û lêkolînê dibe ji bo dîzaynkirinê. Herî dawî jî tê ber destê me û em jî wan bi giştî kontrol dikin û derbasî bazarê dikin.”

Beşa din a Saziya Enstîtuya Kelepûrên Kurdî  jî pirtûkxane ye. Di pirtûkxaneyê de 12 hezar pirtûkên bi zimanên cuda hatine nivîsîn hene.

Di avahiyê de salonek mezin heye. Tê de zêdetirî 300 kursî hene. Di vê salonê de çalakî û konserên hunerî tên lidarxistin. Lê ji ber krîza aborî çalakî gelek kêm bûne. SILÊMANÎ