Mal nîne muzexane ye!

Li gundê Bugdî ya Koyê welatiyê bi navê Xalid Sabîr mala xwe veguherandiye muzexaneyê. Di muzexaneya Mam Xalid de gelek berhemên dîrokî cih digirin

Xalîd Sabîr ku bi navê mam Xalid tê naskirin niştecihê gundê Bugdî yê bajarokê Aştî yê navçeya Koyê ya bajarê Hewlêrê ye. Mam Xalîd di mala xwe de 115 parçe berhemên dîrokî û kelepûrên kurdewar parastiye û mala xwe weke muzexaneyeke biçûk sererast kiriye.

Ev kelûpelên Mam Xalid komkirine pir cuda ne, amûrên şer ku di demên berê de dihatin bikaranîn yên weke; kêr, xencer û tifingan… Her wiha gelek amûrên çandiniyê wek çira, teşî û gelek kelûpelên din jî kom kirine.

Mam Xalid der barê muzexaneyê de ji nûçegihanê Rojnewsê Mihemed Hesen re axivî û wiha got: “Ev parçeyên kevnare ku min kom kirine, hemû jiyana kurdewar a berê nîşan didin. Piraniya van kelûpelên ji bo lawirxwedîkirin û çandiniyê gundiyan bi destê xwe çêkirine.”

Mam Xalid li ser armanca komkirina van parçe û berheman jî ev tişt detnîşan kir: “Ez dixwazim bi vê rêyê ji bo nifşên nû bidim nîşandan ka gundî di demên berê de çawa dijiyan û amûr û pêwîstiyên jiyana berê bi çi awayî bûn.” HEWLÊR