Ji amûrên nav malê kemaçe û bilûrê çêdike

Eta Qanî bi xwe enstrumanên muzîkê ji amûrên nav malê çêdike. Eta Qanî her wiha li wan enstrumanan dixe

Eta Qanî kurdekî rojhilatê Kurdistanê ye û hunermend û muzîkjenekî şareza û  di ser xwe re ye. Ew enstrûmanên muzîkê ji amûrên paqijiya nav malê çêdike da ku rêzdariya xwe beramber karkerên paqijiya nav malê û paqijiya nav gund û bajaran nîşan bide.

Ew li gundê Malqarne yê ser bi Seqizê ku li parêzgeha Kurdistanê ye dimîne. Wî kemaçeyek çêkiriye ku mîna melkesekê xuya dike, bilûreke ´Şimşal´ çêkiriye ku mîna bêrikekê xuya dibe. Sedama vê jî wiha tîne ziman: “Ez vê dikim da ku razîbûna xwe ji wan mirovan nîşan bidim ku kolan û meydanan zivistanan û havînan paqij dikin.”  Eta Qanî carinan radihêje enstrumaneke mîna kemana melkes û ji xelkê gundê xwe re lê dixe. SINE

Dikarî Biecibînî