Dê Çiya Mazî qala wêjeya kurdî bike

Navenda Nûçeyan

Helbestkar, nivîskar û lêkolînerê kurd Çiya Mazî dê sibe li Şah Performansê tev li bernameyeke wêjeyê bibe. Çiya Mazî dê di bernameyê de çîrok û helbestên xwe jî ji bo wêjehezan bixwînê.

Înîsiyatîfa Edebiyat û Zanistê ya Ronak ku di sala 2018’an de ji aliyê komeke xwendekar û mamosteyên kurd ve hatiye avakirin, sibe saet di 17.00’an de li Şah Performans a Stenbolê bernameyeke wêjeyî li dar dixe. Mêvanê bernameyê jî helbestkar, nivîskar û lêkolînerê kurd Çiya Mazî ye.

Çiya Mazî di bernameyê de bi moderatoriya endamê înîsiyatîfê Bîlal Xerzî, dê li ser berhemên xwe û wêjeya kurdî biaxive. Her wiha Çiya Mazî dê di bernameyê de çîrok û helbestên xwe jî ji bo wêjehezan bixwîne û pirtûkên xwe jî ji bo xwendevanên xwe îmze bike.

Xebatên înîsiyatîfê

Înîsiyatîfa Edebiyat û Zanistê ya Ronak di sala 2018’an de li Stenbolê ji aliyê komeke xwendekar û mamosteyên kurd ku li ser xebatên wêjeya kurdî dixebitin ve hatibû avakirin. Înîsiyatîf li ser wêje û zanista kurdî xebatan dimeşîne û têkildarî wêje û zanista kurdî çalakiyan cuda li dar dixe.

Pêşbirka xwendina pirtûkan

Înîsiyatîfê herî dawî jî di dawiya sala 2018’an de pêşbirka xwendina pirtûkên kurdî dabû destpêkirin. Serlêdanên vê pêşbirkê di 6’ê kanûnê de dest pê kiribûn û di 16’ê kanûnê de jî bi dawî bûbûn. Dê encamên pêşbirkê jî di meha sibatê de bên aşkerakirin.

Tu Dikari Biecibînî