‘Bêhnekê Bidin Miriyan’

Yekem romana Mamo Kader a bi navê ‘Bêhnekê Bidin Miriyan’ ji weşanên Na’yê derçû

Navê yekem romana Mamo Kader ku ji weşanên NA´yê derçû Bêhnekê Bidin Miriyan e. Wêneyê bergê, şêwekar Luqman Ehmed çêkiriye. Romana ku xwe dispêre serpêhatiya jineke kurd, çîrokê di 146 rûpelan de vedibêje.

Weşanger romanê wiha dide nasîn: “Di romanê de trejadiya ku bi hezar caran e xwe çendbare dike, bi pênûs û şêwaza Mamo Kader. Careke din hêma û rastiya sînor, binxet, zindan, leşker, fedoalîteyê bi bîra me dixe. Qedera ku li eniya xelkê me daye, xwe di vê romanê de telandiye û ji nişka ve li gundekî dixe. Gund li malekê, mal bi serê malbatekê de… pişt re jî bêdengî!” ÎZMÎR