Navenda Çandê ya Serhedê 7 atolyeyên nû vekirin

Navenda Çandê ya Serhedê ya Wanê li 7 atolyeyan dersên wêne, tembûr, piyano, gîtar, erbane, bilûr û kemanê dide. Ji perwerdekarên navendê Şahîn Acar got ku ew xebateke alternatîf dimeşînin û banga tevlêbûnê li ciwanan kir

Navenda Çandê ya Serhedê ya Wanê di serdema nû de 7 atolyeyên cuda vekirin. Li navendê, dersên wêne, tembûr, piyano, gîtar, erbane, bilûr û kemanê tên dayîn. Têkildarî xebatên li navendê, perwerdekar Şahîn Acar axivî. Acar destnîşan kir ku armanca wan ew e ku gelê Wanê, huner û muzîkê bînin ba hev.

Şahîn Acar destnîşan kir ku huner û muzîk pêwîstiyek e û ev tişt anî ziman: “Armanca navendê ew e ku mirov, huner û muzîkê bînin ba hev. Ji her temenî kes tên atolyayên me. Lê belê piraniya wan zarok in. Ên ku tên atolyeyê jî gelemperî dersên gîtar, piyano, tembûr û gelek enstrumanên din digirin. Mirovên tên vir ji ber atolyeyên bi vî rengî pir kêfxweş in. Bi taybetî jî zarokên ku li dibistanan dersên muzîkê nagirin, li vir daxwaza xwe pêk tînin û eleqeyeke mezin nîşan didin.”

Xebata alternatîf

Acar got ku divê li dibistanan ji xeynî dersên sereke, dersên hunerê jî bên dayîn û wiha bi dawî kir: “Li gorî min divê mirov fikr û hestên xwe bi muzîk û hunerê bîne ziman. Lê mixabin di pergala perwerdehiyê de kêmasiyeke bi vî rengî heye. Em jî bi vê xebata xwe ya alternatîf, vê kêmasiyê ji holê radikin. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku tev li atolyeyên me bibin.” WAN