Jenyar li Qamişlo ne

Li rojavayê Kurdistanê, yekem mihrîcana jenyaran bi rê ve diçe. Bi beşdariya 40 muzîkjenên ku li amûrên cihê yên weke biziq, ribab, qanûn û gîtarê dixin dewam dike. Ji bilî Bakurê Sûriyeyê, ji Şamê jî hunermend beşdarî mihrîcanê dibin

Çalakiyên Mihrîcana Jenyariya Tekane ya yekem li Rojava li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Bi armanca balkişandina ser çand û hunerê gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyên roja yekemîn a Mihrîcana Jenyariya Tekane ya yekem a Rojava tê lidarxistin. Mihrîcan bi piştgiriya Desteya Çand û Huner û Yekitiya Hunermendan a Cizîrê tê organîzekirin. Di mihrîcanê de komek ji hunermendan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş dikin.

Di çalakiyên roja yekemîn de nûnerên rêveberiya xweser, rûspiyên êlên ereb ên herêma Tebqayê, endamên saziyên sivîl, meclisên herêmî, kesayetên siyasî, endamên Sendîqaya Hunermendan a Sûriyeyê şaxa Zorava ya Çand û Hunerê tevî hunermend Mihemed El-Safî, Mehmûd Kurdaholî, Şikrî Sobarî û Nûr El-Eselî yên ku ji bajarê Şamê hatibûn, amade bûn.

Li gorî Komîteya Amadekar a Mihrîcanê, mihrîcana pêncşema êvarê dest pê kiriye wê 4 rojan bidome. Bi giştî, 40 hunermendên jin û mêr wê ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê tevî hunermendên Sûriye yên ji Şamê, beşdarî mihrîcanê bibin.

Huner xwedî roleke esasî ye

Çalakiyên roja yekemîn bi axaftina destpêkê ya endamê rêveber ê Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê, Ehmed Cetlê dest pê kir. Ehmed Cetle wiha peyivî, “Bi navê Desteya Çand û Huner em bixêrhatina beşdaran û mêvanên ji rojhilatê Sûriye û Şamê dikin. Ev mihrîcana yekemîn a bi vî rengî ya li Rojava ye. Di şoreşan de tevî hêzên leşkerî, siyasî û aborî, hêzên cuda tên avakirin. Ji bo ku ew hêz bi ser kevin, divê hêzeke manewî, hunerî û çandî bê avakirin, da ku bi berhemên xwe yên hunerî moral bilind bikin. Şano û aliyên çand û hunerê hemû bi roleke hesas û girîng di şoreşan de radibin.”

Muzîk zimanê gelan e

Piştre bi navê Yekitiya Rewşenbîran, Beşar El-Beşîr axivî û wiha got: “Li Rojava ev mihrîcana tekane ye. Ji bingeha baweriya me bi biratiya gelan û muzîk zimanê gelan e, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê hat avakirin da ku huner çalak bike. Armanca sereke ya Mihrîcanê balkişandina ser çand û hunerê gelên herêmê yên kurd, ereb, suryan û ermenan e.”

Di dawiya axaftina xwe de El-Beşîr wiha peyivî: “Wek gelên herêmê bi tevahiya pêkhate û baweriyan, em çanda ax û girêdana tevî mîrata muzîkê bi hev re hevkar in.”

Paşê axaftina hunermendê navdar Seîd Yûsif ê ku hatibû vexwendin û ji ber rewşa tenduristiyê nikarî beşdar bibe, hate pêşandan. Wî di peyama xwe de piştî ku ji ber beşdarnebûna xwe doza lêbihurînê kir û got, “Kêfxweşî û desteka xwe ji nifşên nû re pêşkêş dikim. Ez spasiya hestên wan ên xweşik dikim û hêviya serkeftinê di xebatên wan de dixwazinm”

Pêşangeha şêwekaran jî pê re hebû

Piştî bi dawîbûna peyam û axaftinan, koma orkestra ya Rojava berhemên hunerî pêşkêş kirin. Mêvanên mihrîcanê hunermed Mihemed El-Safî, Mihemed Kurdaholî stranên gelêrî yên erebî û kurdî gotin. Paşê komek ji jenyaran, berhemên xwe yên hunerî li ser hejmarek amûrên muzîkê pêşkêş kirin. Jenyar Kanîwar Xeşo li kemanê xist, Mesûd Silêman li biziqê, Ebûd El-Şewax li ribaba (kemaçeya) Reqayê, Rêbaz Cûlî li qanûnê, Memo El-Ibrahîm li gîtarê, Mihemed Şerîf Mihemed jî li biziqê xist.

Her wiha wêneyên gelek wênesazên herêmên cuda yên bakur û rojhilat Sûriyeyê jî li hol û berholên avahiyê hatin pêşandan.

Di dawiya roja yekemîn a mihrîcanê de sînevizyonek li ser hunera ji hemû waran hate pêşandan. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî